Xizmên Windayan: Osman Bûlûttekîn li ku ye?

Şaxa ÎHD û Xizmên Windayan, aqûbeta Osman Bûlûttekîn ê di sala 1995’an de li navçeya Pasûrê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya heftiya 652’yemîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bi onlînê li dar xistin. Di çalakiyê de, aqûbeta Osman Bûlûttekîn ê 35 salî di 25’ê Tebaxa 1995’an de, li navçeya Pasûrê ya Amedê, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.
“Di derengiya şevê de birin û carekdin venegeriya”
Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka jiyana Osman Bûlûttekîn wiha anî ziman: “Bûlûttekîn bavê 7 zarokan bû. Ji ber ku gundê wî Yeşîlkoy ji aliyê leşkeran ve hatibû hilweşandin, neçar mabû koçî navenda navçeyê bike. Di 23’ê Tabaxa 1995’an de, ji ber şerekê ketin û derketina navçeyê tê qedexekirin. Di derengiya şevê de, 4 kes bi çekên giran ku xwe weke polîs didin nasîn, bi ser mala Osman Bûlûttekîn de digirin. Wan kesan bi zorê Osman Bûlûttekîn ji malê derdixin û qabloy telefona malê jê dikin.” 
Ezgî Demîr, da zanîn ku piştî windakirina Osaman Bûlûttekîn, carek din agahî jê nehat girtin û wiha domand: “Malbata Osman serî li gelek cihan dan. Lê binçavkirina wî hat înkarkirin. Malbat difikire ku kesên Bûlûttekîn ji malê birin hêzên ewlehiyê bûn. Ji bo ku kujerên Bûlûttekîn bên dîtin û ceza kirin, malbatê daxwaza alîkariya hiqûqî ji ÎHD’ê kir. Lê ligel hemû hewldanên me jî, derbarê aqûbeta Osman Bûlûttekîn de, tu agahî nehatin bi dest xistin. Em dixwazin edalet were bi cih anîn û bersûc bên cezakirin.”