Di kimyabarana Helepçe de çîroka dayika Emîre û zaroka wê ya 21 rojî

Emîre Feteh a 16’ê Adarê ji bo wê bûye birîna qlik negirtî, behsa çîroka xwe û zaroka xwe ya 21 rojî di roja kimyabarê de kir.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Îro 16’ê Adarê ye û 34 sal li ser kimyabaran Helepçe re derbaz bû. Di nava van 34 salan de tirajediya kimyabaranê ji ber çavê Helepçeyiyan naçe û her sal bi vê rojê re carekdinê xwe nû dike. Yek ji wan jî çîroka têkoşîna jiyanê ya Emîre û zaroka wê ya 21 rojî di nava gazên kimyayî de bû.

Emîre Fetah Kikwas dayîka çar zerokên keçe, keça wê ya biçûk hîna 21 rojî bû, sibeha 16’ê Adarê dema êrîşa kimyayî li ser Helepçe hatî kirin weke roja îro behs kir û got: “Dema ku rejîmê êrîş kir hemû xelkê berê xwe dan jêrzemînan, hinek dayîkan ji bo pêdawistiyên zarokên xwe ji jêrzemînan derketin û xwarin amade dikirin. Balefir gelek zêde li ser esmanên Helepçe di firiyan, dema ku kesek ji jêrzemînan derdiket êrîş dikir.”

“Terektora li pêşiya me jî tejî cenazebûn”

Emîre Fetah da diyarkirin ku dema helepçe kimyabaran kirin ji bo ku kes sax jê nemîne balefir li esr esmanê wê digeriya û her der di nava dumana gazê de windabû û wiha dom kir: “Me wê demê nedizanî em kude biçin. Xelkan ji min re gotin ku divê em jî ber bi gundê Hewar ê sînorê Îranê ve biçin. Em jî ber bi gundê Serken ve rêketin, terektorek cenaze têde hebû, dema ku min pirskir hunê kude biçin, got van cenazeyên ku ji ber çekên kimyayî emê bixin gorek komî de.”

“Zaroka min ya 21 rojî li ber milê min bû”

Emîre Feteh bibîrxist ku ew bi zaroka xwe ya 21 rojî ve ket nava hewarê û ber bi sînorê Îranê ve diçun û wiha berdewam kir: “Di rê de zaroka min ya 21 rojî li ber milê min bû, pasdarên Îranê rê girtin û gotin ev zaroke çiyê teye? Min got zaroka mi di vereşe, nehlan derzî lê bidim, di gotin ma çiye ger bi mire jî weke van hemû kesên mirin, pişte me rêya xwe dewam kir em çun Daretu û Şêxan û piştre jî bi zehmetî heta em gihan Orduga ya Sînor em bi cih bûn. Min di rêde jinek dît wê zaroka wê çêbûya, min alîkarî dayê, kesê alîkarî nedida, min navga zarokê birî û hinek cilên zaroka xwe ya 21 rojî dayê.”

“Kimyabaranê tenê laşê me birîndar nedikir, aqlê mirovan jî têk dibir”

Emîre Feteh wiha behsa gazên di kimyabaranê hatî bikaranîn kir: “Ew gaza ku bi me ketî laşê me birîndar ne dikir, me gelek kes didîtin xwe û zarokên xwe di avêtin, yan jî her digriyan, ji ber gazê bandor li ser mejiyê mirovan dikir. Helepçe ber bi hilweşanê ve diçû heta sala 1991’an piştre em vegeran, di dema serhildanê de em koçber bûn, ji ber wê divê hertim xizmet ji Helepçe re were kirin.”