"Cîhana hindirîn ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet dixebite"
Rêvebera navenda Cîhana Zaroktiyê ya zarokên xwedî pêdiviyên taybet Şîrîn Elî eşkere kir ku navend ji bo alîkarî û dermankirina zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatiye vekirin, ji bo ku ji wan re warekî baş ava bike. Her wiha hêvî ji malbat û civakê kir ku bi wan re bibe alîkar ji ber ku rewşa wan hesas e û baldarî ji bo wan girîng e.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Zarokên xwedî pêdiviyên taybet ew zarok an jî kes in ku nikarin hin çalakiyan bikin û bi rêbazên ji bo mirovên asayî peyda dibin ezmûnan bi dest bixin. Perwerdekar diyar dikin ku ji ber nazikiya zarokan, divê têgînên neyînî ji bo rewşa wan neyên bikaranîn loma rewşa wan bi hevaka hewcedariyên taybetî tercîh dikin. Têgînên seqetî û yên din ku di nava civakê de tên bikaranîn û pêşverûtiyê nîşan didin, dibin sedem ku xwe ji civakê cuda û kêm bibînin. Li gorî rewşan jî kategoriyên kesên xwedî pêdiviyên taybet dikarin di sê kategoriyan de bên kurtkirin; kesên bi astengiyên bedenî yan derûnî, mirovên jêhatî û mirovên awarte.
"Perwerdeya pispor ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet"
Di sala 2015’an de bi serpereştiya Desteya Jin a Herêma Cizîrê navendeke bi navê Cîhana Zaroktiyê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Di vê navendê de cureyek perwerdeya pispor ji bo hînkirina zarokên xwedî pêdiviyên taybet hat avakirin. Di nav de şêwazeke ji xizmet û bernameyên perwerdeyê û guherandina di bername, rêbaz û awayên hînkirinê de ji bo bersiva xwedî pêdiviyên taybet ên hemû şagirtên ku nikaribin li gorî kesên din bi xwendinê bimeşin. Ev cureyê perwerdeyê hewcedariyên zarokan bi awayekî ku cudahiyên ferdî yên di navbera zarokan de di warê asta astengdariyê de li ber çavan digire û armanca perwerdeya taybet ew e ku alîkariya xwendekaran bike da bigihîjin asta herî zêde ku materyalên wan rê didin serkeftinê. Der barê vê mijarê de, rêvebera navenda Cîhana Zaroktiyê Şêrîn Elî ji me re axivî.
"Armanca avakirina navenda Cîhana Zaroktiyê"
Şêrîn Elî qala destpêkirin û avakirina navenda Cîhana Zaroktiyê kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Desteya Jin a Herêma Cizîrê pêdivî bi navendeke bi vî rengî dît ji bo civakê, di sala 2015’an de navenda Cîhana Zaroktiyê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Ji ber ku tu sazî û navendên ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet hembêz bikin tunebûn. Hejmara zarokên xwedî pêdiviyên taybet zêde ye û cihên ku wan bihewînin jî tunebûn. Ji vê yekê ev proje derket da ku xwedî li van zarokan derkevin. Tevî ku navend nû bû, rêjeya malbatan ji bo derbasbûna zarokên wan ji vê navendê re mezin bû. Hejmara zarokên ku cihê xwe di vê navendê de digrin 21 zarok in, temenê ku navend wan digre ji 3 salî heya 10 salî ye, ji ber ku zarok di vî temenî de dema derbasî navendê dibin û derman digrin, îhtîmala başbûnê mezintir dibe. Ew dikarin tiştan bi dest bixin, tevli civakê bibin, rewşa wan baştir dibe û di heman demê de dikare derbasî dibistanê bibe.”
"Rewşên ku navend li ser wan disekine û rêbazên dermankirinê"
Şêrîn Elî rewşên ku navend wan digre û rêbazên dermankirina wan wiha parve kir: “Rewşên ku em digrin, ji aliyê bijîşkan ve tên teşhîskirin. Her wiha em jî rewşê teşhîs dikin û li gorî teşhîsê dest bi bernameya tedawiyê dikin. Navenda Cîhana Zaroktiyê hemû rewşên mîna sendroma down, ker û lal, otîzim, paşvemayîna derûnî û rastkirina axaftinê ji bilî rewşa astengiya tevgerî qebûl dikin, ji ber ku zarokên astengiya tevgerî dijîn, rewşa wan pir taybet e û gelek kar ji wan re lazim dibe û derfet li cem me kêm in di vî milî de. Bernameyên dermankirinê yên taybet em didin zarokan, her zarokek li gorî rewşa xwe planek tê dayîn û dema planê jî 3 meh in. Planên dermankirinê heftane û mehane tên nirxandin û ji vî alî ve plan her 3 mehan carekê tê guhertin. Plana dermankirinê berfireh e û aliyên wekî serxwebûn, akademî, werzîş, perwerde û xizmetên alîkariyê jî dihewîne. Awayên taybet ji bo baldariya zarokan tên bikaranîn wekî ku li cem dayik û bavê xwe bin û mamoste dibin dayik ji bo wan ji saet 8 heya 2’yê nîvroyê bi wan re ne. Dibe ku dema perwerdeya zarokan kin be lê di vê dema kin de em hewl didin feydeyek li wan bikin û sîstemeke serkeftî ji bo dermankirina wan bimeşînin.”
"Di rewşa zarokan de pêşketineke berbiçav heye"
Şêrîn Elî destnîşan kir ku ji ber xebata wan a dijwar, pêşketineke berbiçav di rewşa zarokan de çêdibe û wiha pêde çû: “Hin zarok hene rewşên wan cuda ne, zarok in jê bîr dikin û hobiyên wan hene û em dixwazin vê yekê bi pêş bixin, di heman demê de zarok hene ku tu car ji malê dernakevin û fêrî tevlibûna civakê nebûne. Dema zarok roja yekem derbasî navendê dibin, tirs li cem wan çêdibe heya ku fêrî sîstem û cih bibin. Ji bo vê yekê di vî milî de gelek baldarî heye. Helbet ji ber ku em bi dijwarî kar dikin di rewşa zarok de pêşketineke berbiçav heye ger ku ne bi temamî jî be ji ber ku rewş hene dermankirina wan zor e lê di tevgera zarok de pêşketineke girîng heye. Di van zarokan de xwestekek xurt a hînbûnê heye, ji ber vê yekê encameke erênî ya berbiçav bi wan re heye û asta wan baş e. Di rewşên zarokan de nakokî heye, ji ber ku hinek rewş hene zû başkirina wan zehmet e, di axaftinê de zehmetiyê.”
"Pêwîst e nêrîna paşverû ya li hemberî van zarokan bê guhertin"
Şêrîn Elî hêvî ji civak û malbatan kir ku bi wan re alîkar bin û bi nêrîneke neyînî li van zarokan mêze nekin ji bo ku bandora xirab li ser derûniya wan çênebe û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dema zarok bi nêrîneke biçûk lê tê mêzekirin, wê demê daxwaza wan a hînbûnê yan jî pêşveçûnê kêm dibe. Ji bo vê yekê pêwîst e malbatên van zarokan jî bi me re alîkar bin da em sûdeke baş ji wan bigrin û di encamê de ev zarok baştir bibin. Dema malbat û bi taybetî dayik bi me re alîkar bin di pergala dermankirinê de pêşketin çêdibe. Ji ber ku barê herî giran û erka herî mezin ji dayikê tê xwestin. Zarokên xwedî pêdiviyên taybet pir hesas in, civaka me jî nêrîna wê ya şaş û hişmendiya pêşverû di gelek tiştan de rû dide. Nêrîna civakê ji van zarokan re ew e ku ev zarok dîn in û ne dirust in û zarok ji vê nêzîkatiyê dişkên û lawaz dibin. Em bi hêvî ne ku civak xwe ji van zarokan nede alî û bi wan re alîkar be da ku ev tiştên wiha bandoreke nebaş û berdewam li ser derûniya wan nede avakirin.”