‘Komîn bersiva deynên Rêber Apo ye’

Cîgira Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Madlên El-Ibêd da zanîn ku komîn bersiva deynên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got ku Şemiya Komînê perçeyek vê yekê ye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Rêveberiya Xweser di destpêka Hezîranê de biryar da ku roja Şemiyê bibe roja komînê. Wate; di vê rojê de hemû endam, rêveber, hevserok, karker, endezyar, parêzer û hemû karmendên Rêveberiya Xweser dadikevin komînên xwe.

Li Til Temir ev Şemiya destpêkê ye ku karmend û endamên hevserokên komînê li hev dicivin. Hevserokên meclîsa bajarê Til Temirê serdana komîngehên taxên bajar kirin.

Li ser serdana komînan û girîngiya pêkanîna vê biryarê Cîgira Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir Madlên El-Ibêd axivî.

‘Desthilatdarî û çînîtiyê ji hole radike’

Madlên El-Ibêd got ku bi roja komînê re çîn tên şikandin û her kes wek hev ji bo tax û pergalê xizmet dike û wiha dom kir: “Komînên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke şer û di nav êrîşan de hatin avakirin.  Her çiqas êrîş jî hebûn, pergala me ya komînê jî pê re rûniştandin. Kurt û kêmasiyên komînê hebûn, ev rastiyeke ji ber ku bi çavê ku komîn tenê komîneke xizmetguzarî ye lê dihat nihêrtin. Biryara ku roja Şemiyê bibe roja komînê, bêtir nirx dide hebûna pergala komînê. Lêvegera her hevserok an jî parêzerek komîn e û dibe endama/ê wê komînê jî. Em li vir desthilatî û çîna ku tê avakirin pûç dikin.”

‘Bi nîqaşê rêyên çareseriyê ava dibe’

Madlên El-Ibêd got ku bi vê biryarê re ew ê komîteyên ku di hevpeymana civakî de hatine zêdekirin ava bikin û wiha pêl da gotina xwe: “Em ê komîteyên ku hatine zêdekirin bi demê re ava bikin. Bi aktîvkirina komîteyan re pergala komînê temam dibe. Her komîteyek xwedî erkek e û dibe pirek di navbera daxwazên endamên komînê û saziyên pêwindîdar re, ev pergala perwerdê dibe an jî saziyek din. Her wiha bi avakirina komîteya ol û baweriyan re rêzgirtina li hember netewan û hezkirinê zêdetir dike û rê ji mezhebperestiyê re venake.

Ji lewra karmendên Rêveberiya Xweser yên wê roja Şemiyê li komînên xwe bin, wê pirsgirêkên civakê yên civakî, hûnerî, perwerdehî, aborî, ol û bawerî, pirsgirêk û dozên jinan ji nêz ve jin û gel bibînin û nîqaş bikin. Bi nîqaşê rêyên çareseriyê ava dibe û hevgirtina civakî û Rêveberiyê jî qewîntir dibe. Ji sedî 50 me dikarîbû di pêvajoya 14 salan de pirsgirêkên civakê çareser bikin û 50’yê din jî li benda çareseriyê ne.”

Makanîzmeya karê roja şemiyê komîn diyar dike

Madlên El-Ibêd bibîr xist ku Meclîsa bajar serdana komîngehan kirine û wiha dewam kir: “Her gava destpêkê bê guman zor û zehmetî û kêmasiyên wê hene, ji lewra Şemiya yekem e ku karmendên rêveberiyê li komînê kom dibin. Me serdana komîngehên bajar kir, li gorî şopandina me ji sedî 70 baş bû, karmendên rêveberiyê li komînên xwe bûn û ev gaveke pozîtîv e. Ji lewra civînên me yên bi hevserokên komînan re û danasîna makanîzmaya kar didome. Her komînek xwedî taybetmendiyek cûda ye, ji lewra her komînek bi xwe pilansaziya karê xwe diyar dike û bi karmendan re pêk tîne. Bi vî rengî jiyaneke komînalîtir li ser bingehê hevgirtina civakî dûrî desthilatdariyê ava dibe.”

Jiyana gundan a komînal li bajaran bi rêya komînên taxan zindî dibe

Madlên El-Ibêd da zanîn ku pergala rêvebirina civakê ji kilanên destpêkê heta komînên îro hiştiye nirxên civakê bên parastin û destdirêjî lê çênebe û girîngiya parastina vî nirxî wiha bilêv kir: “Jiyana gundan jiyana herî komînal e ku hiştiye civak hevgirtî bimîne, ji ber civakeke hev dû hîs dike û di her kêliya tê xwestin de li kêleka hev in. Gava meriv dibîne li taxê jiyaneke komînal tê avakirin, mirov bi hêvî dibe. Em kêfxweş dibin gava dibînin jiyana gundan a komînal êdî li bajaran bi rêya komînên taxan re zindî dibe.”

‘Serkeftina her komînek bersiva deynên Rêber Apo ye’

Madlên El-Ibêd bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku yê herî zêde dihêle ku ew li komînê vegerin û karê komîna xwe bikin nirxandin û nêrînên wî û hêviyên wî ji komînê ye. Madlên wiha pêl da gotina xwe: “Her kesek di komînê de xwedî gelek erk û berpirsiyartiyan in. Gava ku her yek ji me tişta ku Rêber Apo dibêje û ji komînê hêvî dike di kesayet û komîna xwe de pêk bîne, wê asta komînên me û karê ku dike ji karê dewletan ji bo civaka xwe jî derbas bike. Serkeftina pergala komînan wê bibe bersivdayina ked û xebata Rêber Apo ya 26 salan. Ji ber ku ev 26 sal in Rêbertî ji bo civakê di girtîgehê de têdikoşe, gava ku em serkeftina komînan mîsoger bikin, em ê wiha deynên Rêber Apo bidin.”

Madlên El-Ibêd di dawiya axaftina xwe de got ku hevgirtina wan bersivdayina mezhebperestiyê ye û wiha got: “Em bi yek dest welatê xwe ava bikin û bi hevgirtinê xebata xwe bipêş bixin. Da ku em rê ji dijminan re venekin ku destê xwe dirêjî civak û nirxên me bike. Lêvegera me komînên me ye, em komînên xwe biipêş bixin.”