Bi kartonan fototerapî ji neviya xwe re çêdike

Ferîde Weysî ji bo neviya xwe ji nexweşiya zerikê tedawî bike, bi afrîneriyek mezin li mala xwe bi derfetên heyî bi kartonan fototerapî çêdike.

 
FERÎDE ZADE
Şehba- Nexweşiya zerik di encama zêdebûna bilirubin ji perçebûna şaneyên sor ên xwînê çêdibe. Bilirubûn madeyeke di encama hilweşîna şaneyên sor ên xwînê de ku hêmanên xwînê ne pêk tê. Nîşaneya nexweşiya zerikê, spîka çav zer dibe, xwira laş, westandin, êşa zikê, kêmbûna kîlo û germahiya laş e bi nexweş re çêdibe. Her wiha ev made di tevahî mirovan de heye lê dema rêjeya bilirubûn zêde be, dibe nexweşiya zerikê. Piraniya vê nexweşiyê dema pitik nû ji dayik dibin tê dîtin. Di rewşên giran ên zerikê de pitik yekser divê biçe naxweşxaneyê da ku di fototerapî derbas bibe. Fototerapî cîhazeke roniya wê pir e û ji bo nexweşiyên sedef, bîrov û zerikê tên bikaranîn. Her wiha dema ku pitik nû ji dayik dibin ji bo wan tê bikaranîn.  
Welatiyên Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji ber dagirkeriya dewleta tirk neçar man koç bibin û niha li Kantona Şehbayê dijîn. Ji ber rewşa koçberî û aloziya heyî, welatiyên Efrînê li gor derfetên xwe jiyana xwe bi rê ve dibin. Her wiha gelek dayik û jin hene bi afrîneriyeke mezin pêdiviyên jiyanî pêk tînin. Di heman demê de rejîma Sûriyeyê li hember gelên koçber ên li Şehbayê dijîn ambargo pêk tîne û şênî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Piştî koçberiyê li Şehbayê, ji bo welatiyên Efrînê nexweşxaneya Avrîn hat avakirin. Her wiha ji bo pitikên ku nû ji dayik dibin cîhazek tenê ya fototerapî heye. Jina bi navê Ferîde Weysî ya 60 salî ji gundê Merso yê navçeya Şêraya Efrînê ye. Ferîde li gorî derfetên heyî ji bo neviyên xwe li mala xwe bi qartonan fototerapî çêdike, encamek baş ji fototerapiya ku çêkiriye dibîne û nêviyên xwe ji nexweşiya zerikê xilas dike. Ferîde der barê afrîneriya xwe de nêrîna xwe parve kir. 
"Piştî koçberiyê zehmetiya jiyanê"
Ferîde piştî koçberiyê li Kantona Şehbayê bi cih dibe û wiha behsa zehmetiyên ku jiyane kir: "Beriya Efrîn were dagirkirin, min cihê xwe di hevserokatiya komîna gund de digirt. Jiyana me li Efrînê gelek xweş bû û tu astengî li pêşiya me tunebû. Piştî koçberiyê jiyana me gelek zehmet bû, heta em nikarin pêdiviyên xwe jî bi cih bînin. Efrîna me wek bihuştekê bû û niha em di malên xirakirî de ku di encama êrîşên DAIŞ'ê de xirab bûne bi cih bûne. Ez bi kurê xwe re dijîm û sê zarokên kurê min hene."
"Ji bo nêviya xwe baş bike bi qartonan fototerapî çêdike"
Ferîde wiha behsa afrîneriya xwe dike: "Nêviya min dema ji dayik bû yekmehî bû, bi nexweşiya zerikê ket. Dema zerika wê xeter bû me yekser rakir nexweşxaneyê û sê rojan ji cîhazên fototerapî me derbas dikirin. Ji ber hejmara zarokên ku bi vê nexweşiyê ketibûn zêde bû, em neçar man neviya xwe ji nexweşxaneyê derbixin. Piştî wê ji bo ez neviya xwe baş bikim, gelek hizirîm. Min biryar da ku ez bi kartonan fototerapî li gorî pêdiviyên heyî çêbikim. Paşê min bi karton, lazera malê û bi qumaşan fototerapî ava kir. Min di destpêkê de karton li gorî mezinahiya neviya xwe çêkir, piştre me lazer bi kartonê ve girêda û bi qumaşan aliyek kartonê girt û aliyê din jî qumaşek tenik danî ser da neviya min bikaribe nefes bigire." 
Neviya xwe ji nexweşiya zerikê xilas kir
Ferîde Weysî herî dawî diyar dike ku bi riya tecrubeyên xwe neviya xwe ji nexweşiya zerikê xilas kiriye û wiha bi dawî kir: "Dibe ev fototerapiya min bi kartonan çêkiriye ne wekî ya li nexweşxaneyan be lê heta asteke baş neviya min ji nexweşiya zerikê baş bû. Dema min amade kir me sê roj li ser hev neviya xwe xist navê piştî sê rojan me tehlîla neviya xwe çêkir û me encamên erênî girt. Berê dema zarok nû ji dayik dibin me 7 dendikên sîrê pêdixistin ew zarok ji nexweşiya zerikê rehet dibibûn."