Bi bîranînan hêviyên xwe yên vegera li axa xwe zindî dihêlin

Li ser dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve 5 sal derbas bûn. Gelê Efrînê yên ku di dema dagirkeriyê de hin kelûpelên ku ji malên xwe bi xwe re anîn, hêviya xwe ya vegera Efrînê zindî dihêlin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Li ser dagirkirina Efrînê ya di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve 5 sal derbas bûn. Têkoşîna gel û hêzên YPG-YPJ’ê ya 58 rojan ji dîrokê re weke “Berxwedana Serdemê” derbas bû. Şêniyên Efrînê yên ku piştî dagirkeriyê neçar man cih û warên xwe biterikînin, bawerdikin ku çiqas dem derbas bibe jî ew ê dîsa vegerin.

'Koçberbûna me hezkirina me ya ji bo axa me kêm nake'

Jinên ku ji Efrînê koçî bajarên Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine, hin eşyayên aîdê malên xwe re anîne û bîranînên xwe zindî dihêlin. Hejar Hesan a ji gundê Kantara ya girêdayî navçeya Mobata ya Kantona Efrînê ye, diyar kir ku evîn û dilsoziya jinên Efrînê ya ji bo axê tê zanîn û wiha got: "Tê zanîn ku ji bo zindîkirina vê hezkirinê me gelek bedel da. Koçberbûna me hêzkirina me ya ji bo axa me kêm nake. Bîranînên ku min ji Efrîna ku bêhna zeytûnan jê tê anîn Şehbayê gelek bi qîmet in. Dibe ku nirxa wan ya madî kêm be, lê eşyayên ku ji bo na min pir tê wateya hildigre ye.”

Di her meha Adarê de heman cilê li xwe dike

Hejar Hesen diyar kir cilê ku li Efrînê ji bo pîrozkirina Cejna Jinê ya Cîhanê û Newrozê çêkiribû her meha Adarê de li xwe dike, anî ziman ku lixwekirina cil û bergên wê yên bimotîfên Efrînê di heman demê de ji dagirkeran re bersivek e. Hejar Hesan wiha got:

"Li ser li xwe kirina van cilan 5 sal derbas bû, di vê pêvajoyê de cil û bergên min kevin bûn. Ev yek bû sedem ku gelek kesên li derdora min bi lixwekirina wan cil û bergên min sûcdar bikin an jî bawer bikin ku ez feqîr im. Ji ber vê yekê cilên nû teklîfa min dikin. Lê piştî bihîstina çîrokê û fêrbûna girîngî û wateya wê ya ji bo min, vê yekê  teqdîr dikin û bandor dibin. Ev tiştên basît dê şûna xaniyên ku me li dû xwe hiştine negre. Em ê heta serkeftinek mezin bi dest bixin û Efrînê ji terorê rizgar bikin, li ber xwe bidin û wan veşêrim.”

'Min mifteya mala xwe nedaye wan'

Ji gundê Hecîko ya girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê Hayat Prim, bûyerên di dema êrîşên dagirkeriya Tirk de qewimîn wiha got: "58 rojan li esmanê herêmê bombe nesekinîn. Erd dihejiya û herder hilweşiya. Ji ber êrîşên bejahî û hewayî em neçar man ku ber bi navenda navçeyê ve biçin. Dema ez derdiketim mala xwe kilît kir û mifta xwe neda wan. Min li gel xwe anî.”

Heyat Prim diyar kir ku bi pêkanînên dagirkeriya dewleta Tirk re bi giştî îradeya gelê Efrînê û bi taybetî ya jinên Efrînê nayê hejandin û israra wan a di parastina wan de zelal û eşkere ye.