Çîrokek ji penaberiya wargeha Mexmûrê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi hezaran jinên xwedî çîrokên berxwedanê hene. Yek ji wan jî Kerîman Kanat e ruxmê bi wargehê re penaber nebûye jî ji ber ku ji îrade û berxwedana vî gelî bi bandor bûye berê xwe daye Mexmûrê.

BERJÎN KARA

Mexmûr- Yek ji qadên berxwedan û têkoşînê Wargeha penaberan a Mexmûrê ye ku bi qasî 30 salan e şêniyên wê di nava koçberiyê de ne. Sal 1994, gelê Botanê koçber dibe û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Ev war li wan biyanî û nenas dihat, heya wê demê nizanibûn ku ev der xaka wan û warê wane. Vê nêzîkatiyê dijmin xistibû nav wan. Ev yek encama polîtîkaya parçekirina Kurdistanê bû. Vê polîtîkayê hiştibû ku gelê Kurd ji bilî xaka ku lê dijî parçeyên din ên Kurdistanê wek welatê xwe nebînin. Di fikir û ferasetê de hatibûn dabeşkirin. Her çar parçeyên Kurdistanê di nav dagirkeriyê de bû. Dijmin heman polîtîkaya înkar û tunekirinê li ser gel ferz dikir. Rastiya ku dijmin di serê gelê Kurd de dabû avakirin ew bû ku tevahî dijminên xwe nas nedikirin. Tenê digotin dijminekî me heye ew jî dewleta Tirk e. Ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk reviyabûn û koçberî Başûrê Kurdistanê bûbûn lê ne di ferqa dijminê xwe yê navneteweyî de bûn. Tenê dewleta Tirk ji xwe re dijmin didîtin ji bo wê xwe ji gelê li wir ne didîtin.

Ger mirov dîroka xwe baş nas neke dikeve nav gelek şaşîtiyan, her çiqasî yek qewm bûn jî taybetmendiyên gelê Bakur û Başûr pir ji hev cuda bûn. Di hatina Başûr de gelek zehmetî kişandin. Di wan riyan de birçî, tî û tazî man. Dayik xemgîn bûn, bi rojan tiştek nexwarin ji ber wê nikaribûn şîr jî bidin zarokên xwe. Hêstirên wan weke morîkan lib lib ji çavên wan dibarîn ber bi lêvên wan ên zuha ve. Dibe ku ji ber têkiliya di navbera dayik û zarok de be zarok jî xemgîn bûn. Kêfxweşiya wan li gund mabû. Warê wan ji wan hatibû standin. Qutbuna wan a ji warê wan wek birînek bêderman bû. Tu derman ne dikarî birîna wan baş bike. Zarokên ku li ber lorînên dengê dayikan xew dikirin bûbûn hedefa topên dewletên dagirker, ji bo wê tarîkirina cîhana zarokan bêmafiya herî mezin e. Wan mirinê dabûn ber çavan lê qutbûna ji war qet nehizirîbûn. Jin, zarok, ciwan û kal hemû bi hev re dest bi meşek dirêj kiribûn, di rê de pir zehmetî kişandin lê berxwedana wan zarokên biçûk hêvî û moral dida her kesê.

Di gelek cihan re derbas bûn li hin cihan bi rojan, li hinek cihan jî bi mehan man wek Bihêrê, Bêsîvê, Etrûş, Nînova û Nehdara. Li van cihan jî bi zorî, zehmetî û zilma dijmin re rû bi rû man. Di dawiya vê meşa dirêj de li Mexmûrê, wargeha penaberan bi cih bûn. Meşa wan a dirêj bi dawî bû, ji bo ku bigihîjin armanca xwe hemû mal û milkê xwe şewitandin, li ser her xaka ku derbas bûne re xwîn rijandin û şehîd dan. Ji Rêberê xwe û şehîdên xwe hêz digirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re bi taybetî jina Kurd û jinên wargehê re felsefeya jiyanê afirand û pêşeroja wan ronî kir. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû jiyana wan hat alandin û pêçan. Sedema berxwedana di nav vê koçberiyê de, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Yek ji jinên wargeha Mexmûrê Kerîman Kanat ku ev 20 sal in li wargehê dijî ruxmê ku bi gelê wargehê re koçber ne bûye jî hêz, berxwedan û baweriya vî gelî wê ber bi vê xakê ve herikand. Bi malbata xwe re ji bo ku ji bin zilma dewleta Tirk rizgar bibe û jiyana azad bijî berê xwe da wargeha Mexmûr. Kerîman, qala jiyana xwe, zorî û zehmetiyên ku derbas kirine û hevgirtina gelê wargehê ya di nav penaberiyê de kir.

‘Jiyana wê demê wek xewnek tê ber çavên min’

Kerîman Kanat di destpêka axaftina xwe de qala zarokatiya xwe ya li gund kir û wiha kêfxweşiya xwe ya wê demê anî ziman: “Jiyana di temenê min ê biçûk de niha jî wek xewnek tê ber çavên min. Em çend hevalên hev keç û kur bûn û em bi hev re diçûn zomê, diçûn nav pez, rojên cejnê jî em bi hev re diçûn. Jiyana gundan ji ya bajaran xweştir bû. Bindestî, zorî û zehmetî tunebû, her kes bi kêfa xwe bû. Hemu şêwazên baxçeyan, fêkiyan hebû, biharan diçûn zozan û çiyayan ji xwe re karî, bîg, heliz, soryaz û tiştên wek wana di anîn. Em biçûk bûn, me di nav lawiran de di nav pez de jiyana xwe derbas kir.”

"Digotin me 'hûn bi Kurdî naaxivin’ "

Kerîman Kanat diyar kir wan li gund li ruxmê hemû zextên dewleta Tirk tu caran cerdevanî nepejirand û wiha got: “Dema ku derbasî salên 93’an bû dewleta Tirk zorî li me kir, digot bibin cerdevan, çete û ji bo dewletê sîxuriyê bikin. Gundên me çend car ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin, hevjîn, bav, mam û birayên me girtin. Hemûyan dibirin di dibistanên li gundên me de li wan didan, îşkence dikirin û diranên wan dişikandin. Hemû zextên dewletê li ser me bû, digotin hûn ê bikevin bin xizmeta me yan jî PKK’ê ji nav xwe de derxin. Zimanê me hemûyan Kurdî bû, em Kurd bûn lê digotin hûn bi Kurdî naaxivin. Gundê me li pişta Katoyê bû, bavê min bi xwe dewlemendên gundê Qewalê bu, gelek firoşgehên me hebûn û me gelek caran alîkarî dida PKK’ê. Kesên ku girêdayî hikumeta Tirkiyeyê bûn diçûn me şîkayet dikir û ew jî dihatin zilmê li me dikirin. Îşkence dikirin lê didan, digirtin û bi tu şêwazî rê nedidan em aliyê rêxistinê ve biçin. Hemû gundan rakirin, gotin ên ku bibin cerdevan wê bimînin ên nebin bila derkevin biçin. Malbata min bi xwe nebûne cerdevan, hemû derbasî Colemêrg, Gever, Antalya û Mêrsînê bûn. Bavê min hat Colemêrgê û jiyana xwe li wir derbas kir. Jiyana gundê me wisa bû. Gundê me weke bihuştê bu lê dewleta Tirk nehişt em lê bijîn û xweşiyê bibînin.”

‘Bêhna Kurdîtiyê jî ji te bihata dihatî girtin’

Kerîman destnîşan kir ku ew piştî ji gund çûne bajaran jî zexta dewleta Tirk li ser wan kêm nebû got: “Li bajaran jî eynî zilmî û zorî hebû, em ditirsiyan biçin Newrozê, 8’ê Adarê, em nikaribûn em ji xaniyên xwe derkevin. Tu diçû ku derê zilmî hebû, girtin, binçav kirin hebû ango di bajaran de jî heman tişt hebûn. Te serê xwe rakiribûya yan jî bêhna Kurdîtiyê jî ji te hatibûya te digirtin. Bavê min çend caran li Colemêrgê hat girtin, gelek caran birin Wanê. Pismamê min li çiya bû digotin bavê min kanê biraziyê te û ji ber wê bavê min du caran hat girtin. Carna mehek carna jî du mehan dihat girtin.”

‘Ev 20 sal in ez li wargehê me’

Kerîman Kanat a ku li ruxmê ne bi gelê wargehê re penaberî Başûrê Kurdistanê bûye jî heman êş û zilmê kişandiye wiha qala hatina xwe ya wargehê kir: “Ez di sala 2003’an de hatim wargehê. Navê Mexmûr hebû me bihîstibû lê me bi çavên xwe nedîtibû lê em hatin wargehê û me dît. Mirovên xerîb jî bê di nava vê civakê de digrin nava xwe. Na hêlin xizan bibin û herkesê digrin nava xwe. Mirovên me hemû li Ewropayê hebûn, li Mêrsîn û bajarên Tirkiyeyê kes û karên me hebûn. Lê gotin Mexmûr heye, min tenê navê wê bihîstibû heta ku em hatin vê derê û me jiyana xwe bivî gelî re derbas kir. Ev 20 sal in ez li vê derê me, rêxistina jinê heye, mirov tên perwerdekirin û her kes dikare xwe li vir rêkûpêk bike û jiyana xwe derbas bike. Şêwazê jiyanê heye, şêwazê her tiştî heye. Niha em li cihek din bûna em nikaribûn wisa bûna. Ez ne li gel vê civakê penaber bûme, kesek gundiyê min li vir nîn e, ez tenê yek malim û penaber bûme. Lê belê ev mal hemû yên me ne, em diçin malên kê wekî ku ez keça wan bim. Jiyana wê demê ne wek ya niha bû, yekê ku derfetên wê hebûya xwe bi rêkûpêk dikir lê yên ku derfetên wan tunebûya jiyana wan zor bû. Em jî wek jin diçûn ji derve me ji xwe re kar dikir. Bi wî şêwazî me jî jiyana xwe derbas kir. Çûyîna Hewlêrê ji me re qedexe bû wê demê, em diçûn Mûsilê. Wê demê tenê diçûn wir ji bo tiştek ji xwe re bikirin û bijîn.”

‘Pariyek nan hebûya me bi hev re parve dikir’

Kerîman Kanat da diyarkirin ku li ruxmê hemû zorî û zehmetiyan jî wargeha Mexmûrê her dem hevgirtî bû û wiha got: “Wê demê hevgirtin hebû, pariyek nan an jî kêmek ava yekê hebûya bi hev re parve dikirin. Ne wek metropolên Tirkiyeyê bû yek di mala xwe de jiyana xwe jî ji dest bide xebera kesê jê nîn e. Hinek jî av hebûya min dida cîranên xwe, pariyek nan hebûya min dida cîranên xwe.”

‘Perwerde wek nan û avê ji bo mirov pêwîst e’

Kerîman Kanat diyar kir ku wek jinek wan li Bakur nekarin xwe du peyvan jî bînin gel hev lê bi perwerdeya li wargehê tê dîtin ew bi rehetî dikarin xwe îfade bikin û got: “Me li Bakur nedikarî du peyv jî baxivin lê niha li vê derê tu dikarî 2-3 saetan xwe îfade bikî. Ji ber ku xwe bi rêxistin kirin li vê derê heye, rêxistina jinan heye, perwerde kirin heye û tu çiqas werî perwerdekirin ewqas bi feyde ye. Perwerde wek nan û av ji bo mirov pêwîst e, tu dikarî li beramberî sed zilaman jî xwe îfade bikî. Li Bakur polîsek dihat hemberî em nikaribûn xwe biparêzin lê ev fikrên me yên niha yê berê bûna sed polîs jî li hemberî me bûna nikaribûn tiştek bikin. Em ditirsiyan bi polîsek re biaxiviyana. Rêxistina jinê li vir heye, em xwe perwerde dikin, em dizanin em jin in, mafên me heye, em hêvî dikin bila hemû jin xwe perwerde bikin.”

‘Divê nasname û zimanê dayikê neyê jibîrkirin’

Kerîman Kanat destnîşan kir ku ew zarokên xwe bi ziman û çanda Kurdî mezin dike û wiha got: “Sê zarok hene, zarokekê min li Bakur ji dayik bûye herdu yên din jî li vir ji dayik bûne. Herdu zarokên min ên li vê derê min bi zimanê vê derê wan perwerde kiriye û li vir dixwînin. Gelek caran ez bi malbata xwe re diaxivim dema zarokên wan bi Tirkî diaxivin ez dibêjim wan em Kurd in, bila zarokên we bi Kurdî biaxivin. Çanda me çi ye em ê bi wê çandê mezin bin, zimanê me çi ye em ê bi wê zimanî mezin bin. Divê em nasnameya xwe û zimanê dayika xwe ji bîr nekin. Bila em hemû zimanan bizanin, ez jî sê zimanan dizanim lê bila mirov zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe winda neke. Zarokek min diçe navîn 3, yek jî diçe seretayî 4 û bi zimanê xwe dixwînin. Mirov li ku derê be nikare bi zimanê xwe bixwîne lê li vê derê mirov zimanê xwe, çanda xwe, exlaqê xwe, sîstema li vê derê, mirov çawa dizane rabe û rune, mirov dixwîne xweştire. Zarokek yê min dema dibistan diqede dibe havîn diçe şano, dîlan û sazê. Li Bakur û Ewropa bi zimanê xwe xwendin nîn e, bi zimanê biyanî dixwînin.”