Serkeftina Kobanê li girê Miştenûr teqez bû

Li qûntara girê Miştenûr ku agirê Newrozê xwe lê dipêçe, şervanên YPJ`ê û YPG`ê xwe kirin parçeyek ji vî agirî û şahiya serkeftinê geş kirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Di şerê şervanên YPJ`ê û YPG`ê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, rêbaz û tektîkên şer yên nû pêşketin. Ji rêbazên herî balkêş û bi wate, çalakiyên fedayî ku bi pêşengiya şervanên YPJ`ê pêk hatin, derketin holê. Şervanan ji bo çalakiyên xwe deverên Kobanê yên pîroz û stratejîk hilbijartin.

Bajarê Kobanê ku bi erdîngariya xwe ya deştî tê nasîn, gelek girên dîrokî dihewîne. Lê girê herî navdar û bi wate, yê Miştenûr e. Girê Miştenûr ji bo gelê Kobanê bi hezaran bîranîn digre, lê bi taybet wargeha dadan û bilindkirina agirê Newrozê ye. Ev yek di bîra hemû niştecihên herêmê de hatiye rûnişkandin, dema behsa Newrozê dibe yekser Miştenûr bilêv dikin.

Agirê Newrozê yê xwe dispêre serkeftin, serhildan û azadiyê di berxwedana Kobanê de geştir bû. Li quntarên vî girî, neviyên Kawayê Hesinkar li dijî zordariya çeteyên DAIŞ`ê bedena xwe kirin agir û hêviyên serkeftinê geş kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo ku Kobanê bigrin, êrîşeke dijwar pêk anîn. lê di hinek deveran de bi taybet jî di girên stratejîk de hemû hêza xwe bi kar anîn. Dema ku êrîşên çeteyan gihîştin navenda bajar, devera herî stratejîk Miştenûr bû. Ev gir hakîmyeta xwe li ser Rojhilat, Başûr, Bakur û navenda bajarê Kobanê heye. Ji ber vê çeteyan bi çekên giran û tangan êrîş birin ser. Ji lewra beriya çalakiya Arîn Mîrkan ya fedayî bi dehan şervanên YPJ`ê û YPG`ê ji bo ku Miştenûr nekeve jiyana xwe ji dest dan.

Agirê Newrozê yê li Miştenûr bi berxwedana Arîn geş bû

Êrîşên herî dijwar di 5`ê Mijdara 2014`an de pêk hatin, wê demê çeteyan gir ji ailiyê Başûr ve bi temamî girtibûn û bi topbaraneke dijwar pêşve diçûn. Şervanan heta kêliya dawî parastina gir kirin ku nekeve. Şervana YPJ`ê Arîn Mîrkan (Dîlara Kînc) ya ji herêma Efrînê, çalakiya fedayî pêk anî ku bi dehan çete hatin kûştin û gelek çek hatin rûxandin. Ev çalakî rengekî nû da berxwedanê û heta bandoreke mezin li ser hêza pêşveçûna DAIŞ kir.

Keça agir û rojê Arîn Mîrkan li ser axa ku bi salane agirê serkeftin û azadiyê lê tê dadan, canê xwe feda kir. Agirê Newrozê yê li Miştenûr, bi berxwedana Arîn û rêhevalên wê re geş bû.    

 Bi çalakiya Arîn Mîrkan re îsrara DAIŞ ya girtina Miştenûr zêdetir bû, ji ber vê di navbera çend rojan de girtin. Pişt re êdî tang û sîwqastên xwe lê bicih kirin. Ji ber vê çete ketin naveda bajar û êdî bi rengekî fermî şerê bajar destpê kir.  

Miştenûr b3u sembola serkeftinê

Girê Miştenûr di roja 126`an ya berxwedana Kobanê de, di encama operasyoneke berfereh ya şervanên YPJ`ê û YPG`ê gir bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin. Bi rizgarkirina Miştenûr e, bajar ji sedî 70 hat paqij kirin.

Miştenûr ji bo her kesî bibû sembola serkeftinê. Bi taybet jî ji bo malbatên ku li ser sînor weke mertalên zindî diman, hemû bûyer, êrîş û şerê ku li Miştenûr diqewimî bi çav didîtin. Her wiha dema ku şervanên YPJ`ê û YPG`ê gir rizgarkirina û bi alên xwe xemilandin, gel bawerkirin ku wê Kobanê vergere.