Efrîn an Avrîn bajarek xwedî dîrokek dirêj e

Bajarê Efrînê bi bin erd û ser erdê xwe dewlemend e. Her wiha mora xwe li dîrokê xistiye û bûye xwedî mîrat.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bajarê Efrînê di nava devereke çiyayî de ye li aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê dikeve nava sînorê Sûriye-Tirkiyeyê. Ji aliyê rojava ve dikeve deşta El Umiq, li navçeya Îskenderûnê û çemê Reş li Efrînê ku xeta sînor li wê deverê xêz dike. Ji aliyê bakur ve xeta tenê ya bi Meydan Ekbez ve ber bi Kilîsê, ji rojhilat ber bi deşta Ezazê û ji başûr ve jî herêma Çiyayê Semaanê ye. Herêma Efrînê herêmeke çiyayî ye û bilindahiya wê di navbera 700-1269 m. de ye, lûtkeya wê ya herî bilind navê wê Çiyayê Mezin e ku beşek ji rêzeçiyayê Torosê li Sûriyeyê ye. Firehiya Efrînê ji rojhilat ber bi rojava ve 55 km. ye û dirêjahiya wê ji bakur ber bi başûr ve 75 km. ye. Bi vî awayî rûbera wê bi qasî 3850 km.2. yanî ji % 2 ji rûbera giştî ya Sûriyeyê ye.

Erdnîgarî û niştecihên wê

Herêma Efrînê ji aliyê erdnîgariya xwe ve di navbera deşt û çiyayan de cihêreng e û çemê Efrînê tê re derbas dibe ku li Sûriyeyê 85 km. dirêj dibe û ev çem û şaxên wî yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê yên vê herêma çandiniyê tê hesibandin. Herêma Efrînê ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Helebê û navenda wê bajarê Efrînê ye ku 85 km. dûrî Helebê ye. Her wiha ev herêm ji 7 navçeyan (Şera, Bilbilê, Cindirêsê, Reco, Mabeta, Şiyê û Şêrewa) pêk tê û 366 gund girêdayî wê ne. Efrîn ji ber erdnîgariya xwe ya stratejîk herêmeke ji bo çandiniyê bi bereket e. Her wiha çandiniya herî girîng a ku herêma Efrînê pê navdar û sembol e zeytûn in ku li sernaserê navçeyên herêmê tên çandin. Li kêleka çandiniya zeytûnan hemû cureyên fêkî, sebze û dexil li ser axa wê tên çandin.

Nav û dîroka wê ji ku hatiye.

Efrîn an Avrîn peyveke Kurdî ye û bi wateya afirandin û dayînê ye. Çemê Efrînê bi ava xwe ya herikbar, hê jî çavkaniya jiyanê û berdêlê ye. Dîroka Efrîn vedigere serdema Romayê û Fransiyan di sala 1923'an de ew kirin bajarekî nûjen, niştecihên yekem ên bajarê Efrînê ji Kurd û mîrên Êzidî bûn her wiha beşek ji Ermeniyên ku ji zilma Tirkan direviyan dijiyan û dêra wan li bajêr hebûn. Di serdema dagirkeriya Fransayê de piştî avakirina navçeya Kurd Dag hat avakirin. Hêjayê gotinê ye ku navê Kurd Dag jî Osmanî ye û ev jî di serdema Osmaniyan de girêdayî bajarê Helebê bû, bi Erebî bi navê Cebel El Kurd dihat nasîn.

Şûnwarên dîrokî li ser erd û bin erd gelek in û dewlemend in. Weke ku me di çend nivîsên xwe yên berê ku behsa navçeyên Efrînê kir de, anîn ziman û dîroka wan bi lêv kir. Di navenda Efrînê de çerxeriya Kawaya Hesinkar, çarxeriya Wetanî û Newroz hene lê mixabin dema ku bi armanca guhertina demografîk û çewisandina nasnameya herêmê dewleta tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de Efrînê dagir kir hemû nasname û dîroka Efrînê da guhertin.

Efrîn gelek xweş bû

Şêrîn Ehmed ku ji niştecihên navenda bajarê Efrînê ye behsa jiyana bajêr û adetên wê kir û wiha got: "Adetên Efrînê yên sereke ew e ku hezkirinek di nava şêniyên wê de tê dîtin. Efrîn di nava Sûriyeyê de bi xweza û darên xwe yên çiyayî navdar e. Ew bi navê bûka Kurdistanê tê nasîn. Efrîn bi fêkiyên cur bi cur tê naskirin her wiha sembola wê zeytûn in. Dema ku şêniyên hev ziyaret dikirin zeyt û zeytûn didan hev, ev jî çanda parvekirin û wekheviyê nîşan dide. Ji ber ku Efrîn bi ava xwe navdar e, di havînê de şêniyên wê derdiketin seyranê. Rojên xwe bi hev re weke malbat li ber avê derbas dikirin. Gelek kesan ji derveyî Efrînê dixwestin derbasî herêmê bibin û erdnîgarî û xwezaya wê nas bikin. Jiyana xweş li Efrînê dihat jiyîn, bi taybetî piştî şoreşê Efrîn weke tabloyek mozayîk dihat dîtin ji ber hembêzkirina hemû pêkhateyên civakê û di nav xwe de gelek rengan dihewand. Jiyana wekhev tê de dihat dîtin. Em bi hêvî ne ku ev jiyan li Efrînê careke din vegere û hesreta salan a şêniyên wê bi cih were.