Rêwîtiya 83 salan ji Nînowayê ber bi Xabûrê ve…

Xena Yûnan dapîreke 83 salî ye ji gundê Til Şamîran e lê li navçeya Til Temirê dijî, ji me re behsa rêwîtiya jiyana xwe dike û dibêje ku ew li ser vê axê ji dayik bûye wê li vir jî bimîne û bijî.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Du gel û çarenûseke hevpar gelê Kurd û Aşûrî, li seranserê dîrokê heya roja me ya îro ji aliyê hêzên hegemonîk û bi taybetî dewleta tirk a dagirker ve rastî polîtîkayên hovane yên qirkirin û nijadperestiyê tên. Her du gel ji kevintirîn netew in li ser axa Mezopotamyayê jiyane û xwedî li çand û dîroka xwe derketine û hebûna xwe parastine. Aşûrî ji Colemêrgê heya Nînowaya Iraqê û Sûriyeyê hatine lê rêwîtiya wan her bi şer re rû bi rû maye. Carna bi şûran carna jî bi darvekirin û çekên giran. Ji her alî ve şerê wan tê kirin û dixwazin wan biqedînin û koka wan ji cîhanê hilînin. Çawa Kurd ne Kurdên berê ne, Aşûrî jî wiha ne Aşûriyên îro ne wekî duh in. Gelek malbatên Aşûrî li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Xena Yûnan yek ji wan dapîran e ku li navçeyê tevî kurekî wê yê nexweş dijîn. Xena 83 salên xwe li vir derbas kiriye, vê carê me xwest rêwîtiya wê bizanibin û bi xwendevanên xwe re parve bikin.

Ji zarokatiyê ve stûna malê bû

Xena Yûnan di destpêka axaftina xwe de behsa kok û zarokatiya xwe dike û dibêje: "Em bi eslê xwe ji Iraqê ne lê ez bi xwe li gundê Til Şamîran hatime dinyayê. Her wiha li Til Temirê jî zewicî me keçek û 4 lawên min hene, yek ji wan nexweş e niha tenê ez û wî li malê dimînin. Min ji zaroktiyê ve ji dibistanê hez nedikir, her ku min dişandin ez direviyam. Paşê dema ku hinekî ez mezin bûm min pembo çand û avdanî kir. Ji ber bavê min wefat kiribû, birayên me jî tune bûn, xwişka min a mezin zewicî bû û tenê ez û ya biçûk mabûn. Me genim jî diçand û min traktor diajot û erd cot dikir. Berê jî patos tunebûn, me bi dasê genim radikir. Di saetên êvaran de jî bêra min li ser milên min bû û min avdanî dikir. Heya niha tê bîra min ji 12 saliya xwe ve min dest bi karê çandiniyê kir û erdên me pir bûn. Di xwezaya min de heye ev tişt ku ez pir ji kar pir hez dikim. Ji bo cîranên xwe jî di rojê de min 7 çêlek didotin ji bo ku mast û şîr bifroşin."

Têkiliyên gelê Kurd û Aşûr

Xena Yûnan behsa têkiliya Kurd û Aşûriyan dike û vî tiştî dibêje: "Piştî ku ez zewicîm û hatim Til Temirê min Kurd nas kirin û êdî em bi hev re jiyan. Niha ez herim ku derê jî cîran û nasên me yên Kurd gazî min dikin û em civatan li dar dixin. Ji bo min ferqa Aşûriyan ji Kurdan tune ye, hemû jî wekî zarokên min xwişk û birayên min in. Di şîn û şahiyan de em li kêleka hev in her wiha di cejnan de jî em serdana hev dikin. Li vir 50 sal zêdetir e em bi hev re dijîn."

Rêwîtiya jiyana me bi komkujiyan re derbas bûye

Xena Yûnan got ku rêwîtiya wan ji Tirkiyeyê dest pê kir ber bi Iraqê ve hatine û li Sûriyeyê bi cih bûne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "DAIŞ'ê di sala 2015'an de êrîşî gundên me kir û gelek ji malbat û mirovên me revandin, paşê hatin berdan. Her wiha gund hemû talan kirin û xirab kirin, di heman wextê de jî dêrên me teqandin. Ev çeteyên DAIŞ’ê ji ku derê derketin, bûn belayê serê me em nizanin. Aşûriyên li Tirkiyeyê rastî êrîşan hatin, berê xwe dan Iraqê li wir jî nefilitîn vê carê berê xwe dan Sûriyeyê. Li vir jî xweşî nedîtin, dîsa bi êrîşan re rû bi rû man. Jiyana me bi komkujiyan derbas bûye, ji dapîrên me bigre heta bigihîje me."

"Li kêleka avjeniyê ez masîvaneke pir zîrek bûm"

Xena Yûnan behsa çend bîranînên xwe yên ku hê ruxmî temenê wê yê mezin di bîra wê de ne dike û dibêje: "Ji te re behsa çi bikim û çi nekim. Min dar çandine, baxçe çêkirine, genim çandiye û avdanî kiriye û traktor ajotî ye, ev hemû ne gotin in lê belê di van gotinan de gelek bîranînên min hene. Li ber qiraxên çemê Xabûrê gelek darên cuda hebûn, av diherikî û her der şîn bûbû. Lê niha bûye axa sor, çem miçiqî ye û av êdî naherike li kêleka koçberiya çend malbatên Aşûrî. Gelek caran lehî radibû û av heya ber mala me dihat. Em niha bi hesreta wan rojan in. Berê piştî ku me xwarin dixwar, em diketin nava çemê Xabûrê, me avjenî dikir. Min ev ji bîr kiribû; li kêleka avjeniyê min masî jî digirtin, ez masîvaneke zîrek bûm û 7 sinareyên min jî hebûn. Me av bi bîdonan li ser pişta xwe dikişand malê. Niha Xabûr zuha bûye, tenê axa sor maye. Mirovek ji derve were lê binêre, wê nas neke ku ev der Xabûr e, cihê vejandina jiyanê. Du caran ez çûm ser Xabûrê, min rojên berê anîn bîra xwe, têra xwe geriyam û hatim. Tiştek ji destê me nayê, niha çem miçiqiye."

"Ez ê li vir bimînim"

Xena Yûnan bal kişand ser koçberiya li derveyî welat û ev tişt anî ziman: "Ger ku min li vir bikujin jî ez dernakevim derveyî welat û dest ji Sûriyeyê bernadim. Ger ez derkevim derve jî ziman nas nakim, civaka wir jî xerîb in û danûstandinên wir jî kêm in. Em ê çi sûdê ji derketina xwe bigrin, herî kêm li vir têkiliyên civakî hene. Heta mirovên hev naçin û nayên cem hev li wir. Her saetek li vir hêjayî Emerîka, Avustralya, Kaneda û Elmanyayê ye. Hebûna min li vir bes e. Ez li vir dijîm, ez ê li vir jî bimînim û hebim."