Navçeya ku şopên dîrokê li ser e: Cindirêsê

Navçeya Cindirêsê dergûşa herêma Efrînê ye. Ew jêdera aborî ya bingehîn a herêmê ye her wiha di dirêjahiya dîrokê de şahidî ji gelek şaristanî û mîrateyan re kiriye.

HESNA MIHEMED

Şehba – Cindirês, dergûşa dîrok û şaristaniya rojavayê Kurdistanê ye, hemû dîrok û şaristaniyê di nava xwe de dihewîne. Bi hemû wateya xwe baxçeyek bedewiya xwezayê ye, bi deşta xwe ya fireh a kesk. Li derdora Cindirêsê bi dehan gundên Kurdan hene ku her yek ji wan xwedî çîrokek bi dîrok û şaristanî ye di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de.Yekem navçe ye li herêma Efrînê di warê çandinî, aborî de xwediyê jêderek bingehîn a herêmê ye. Di vê nûçeya xwe de em ê behsa dîrok, nasname, çand û adetên xelkê navçeya Cindirêsê bikin.

Erdnîgariya navçeya Cindirêsê

Navçeya Cindirêsê ji aliyê bakur-rojava ve 80 km. dûrî bajarê Helebê ye, li dawiya başûrê navçeyê rêzeçiyayê Cebel El-Ekrad heye. Di deşteke bi bereket de li kêleka bakurê çemê Efrînê, bi dûrahiya 3 km. ji rojava heta deşta kûr dirêj dibe. Berê bi navê Deşta Antakyayê dihat nasîn û lûtkeyên çiyayê Amanosê vê deştê ji deryaya Navîn vediqetîne. 50 km. li bakurê rojavayê Cindirêsê Kendava Îskenderûnê ye. Bajarokê Cindirêsê 18 km. ji aliyê bakur-rojavayê ve dûrî bajarê Efrînê ye.

Berhemên arkolojîk ên li Cindirêsê

Cindirês li deşteke tijî şûnwarên arkeolojîk e. Li derdora Cindirêsê 15 girên arkeolojîk hene û girê Cindirêsê jî yê herî mezin e, bi rûbera xwe nêzî 15 hektar û bilindahiya xwe 20 metre ye. Li aliyê bakur-rojavayê Cindirêsê cihê Padîşahiya Alalakh heye ku niha jê re dibêjin Til Al-Atşana. Ev padîşah di sala 2700 berî zayînê, di serdema Hûrî-Mîtaniyan de yek ji padişahiya herî dewlemend bû. Cindirês heta sedsala şeşan a zayînê korîdoreke stratejîk bû ku deşta Antakyayê ya li herêma Dîlokê û herêma Rihayê di ser çemê Firatê de girê dide.

Agiro yan Cenderos

Di zimanê Kurdî de peyva "Agir" hebû û heta roja îro ev peyv tê bikaranîn. Navê bajêr bi "Agiro" dihat nasîn, ew jî tê wateya mandegeha agirî, ji ber ku Kurdên Xorî Yazdanî bûn û xwedayê herî pîroz li ba wan bû. Agir jî di ola me de gelek pîroz bû ji ber wê Kurdan di hemû perestgeh/ madegehan de agir dadan lewra ev nav li bajêr hat kirin. Li aliyekî din dibêjin navê bajarê bi "Cinderos" hatibê binavkirin, li gorî belgean û peyvsaziyê zimanê latînî ev nav ji du beşan pêk tê, beşa yekem "Cend" tê wateya leşker û ya duyem "Êrîs" di zimanê Yunanî de tê wateya "Xwediyê hêzê" û heya roja me ya îro bi navê "Jenderes, Cindrêsê, Cinderos" tê naskirin. Lê di demên niha de piranî bi navê Cindirêsê di nav civakê de tê nasîn.

Tora rê û bazirganiyê ya Cindirêsê

Tora riyan di navbera hemû bajarên kevnar ên bakurê rojavayê Sûriyeyê de bi taybetî di serdema Selewqî de hatibû girêdan û yek ji girîngtirîn riyên ku Antakyaye bi bajarên aliyên bakur-rojhilatê wan ve girê dide. Ji ber di wê demê de pêwîstiya bazirganiyan bi rawestgehekê hebû heta ku ji Antakya derbasî Kûros bibin ev qereqol li Cindirêsê bû. Ji ber ku di navbera her du bajaran de bû.

Jêderên bingehîn ên jiyanî li Cindirêsê

Cindirêsî karekî girîng ê çandiniyê dikin ew jî çandiniya dexlê ye. Her wiha navçeya Cindirêsê yek ji girîngtirîn deverên berhemanîna çandiniyê ye li herêma Efrîn û yek ji girîngtirîn zeviyên çandiniyê jî çandina darên zeytûnan e ku di rêza yekem de ye. Li Cindirêsê 36 maçên zeytûnan tên peydakirin ku 22 ji wan li ser sîstemeke navendî kar dikin, ji bilî vedîtina kargehek ji bo tirî. Piştî zeyta zeytûnan li wê deverê dexl, rez, baxçeyên sebze û fêkiyên cur bi cur tên çandin. Di heman demê de bi çandina titûnê dewlemend e, yek ji gundên navçeya Cindirêsê ku bi çandina titûnê navdar e gundê Celemê ye. Li seranserê herêma Efrînê navçeya Cindirêsê xwedî xebatek aborî ya girîng e, bi taybetî di bazirganiya zeytûnan de.

Cindirês ji aliyê îdarî ve girêdayî bajarê Efrînê ye û 33 gund girêdayî wê ne. Li wan gundan li gorî axa her gundekî cureyên sebze û fêkiyan tên çandin. Yanî Cindirês bi jêdera aborî ya bingehîn a herêma Efrînê tê nasîn.

Çanda alîkariyê di nava xelkê Cindirêsê de navdar bû

Jina bi navê Esmehan Rasûl ku temenê wê 53 e û ji xelkê navçeya Cindirêsê ye qala xweza û çanda Cindirêsê kir û got: "Navçeya Cindirêsê bi xweza û şînahiya xwe dewlemend e. Bi taybetî bi çandina darên zeytûnan gelek navdar e li seranserê herêma Efrînê. Li aliyê başûrê navçeyê me baxçeyên sebzeyan diçand. Ji ber ku av li derdora Cindirêsê gelek bû sebzeyên wê jî baştir berhem didin. Gundê Celemê jî bi çandina titûnê tê nasîn, piştî titûnê dexl jî diçandin. Demên berê gundî bi hev re diçûn nava erdan û karê hev dikirin. Çanda alîkariyê li navçeya Cindirêsê gelek belav bû. Jinên her gundî li hev diciviyan û bi cîranên xwe re karên çolê dikirin. Dema ku em li mala xwe bûn gelek bi kêf bûn. Gundên ku diketin bakurê Cindirêsê bi çandina cureyên fêkiyan navdar bûn. Hemû cureyên sebze û fêkiyan li navçeya Cindirêsê ji navçeyên din dewlemendtir bûn."

‘Cindirês ji bo me bûka Efrînê ye’

Di dawiyê de Esmehan Resûl bal kişand ser adet, çand û kevnşopiya welatiyên Cindirêsê û wiha pê de çû: "Demê ku me dawet li dar dixistin xelkê gund hemû beşdar dibûn bi dev û zirne ew dawet bi dawî dibûn. Her wiha bi cilên xwe yên folklorî û kurmancî jin û mêr diçûn dawetan. Me bi cilên folklorî bûk hene dikirin. Di heman demê de dema kesek diçû rehmetê xelkê gund bi ruhekî li kêleka mala mirî disekinîn û şînê digirtin. Berê gel êş û şahiya hev hîs dikir, xwedî li hev derdiketin. Cindirês ji bo me bûka Efrînê, cihê kal û dapîrên me ye."

Di şoreşa rojava de Cindirêsê mohra xwe li dîrokê da

Navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîn herî zêde para xwe ji şoreşa rojavayê Kurdistanê yê ku sala 2012'an hatiye destpêkirin, girt. Di nava salên şoreşê de Cindirêsê destkeftiyên mezin bi dest xist. Yekem tabûra Yekîneyên Parastina Jin sala 2013'an bi navê Ş. Rûken li wir hate avakirin û jinan cihên xwe di warê leşkerî de xortirkirin. Her wiha xelkê Cindirêsê bi taybet jinên wê li hember êrîş û hewildanên dewleta tirk a dagirker ji bo derbasbûna xaka Efrînê berxwedanek bê hemba li seranserî salên şoreşê dan meşandin û li ser xetên sînor bûn mertalên zindî. Weke tê zanîn jî navçeya Cindirêsê û gundewarên wê ji sînora dewleta tirk nêz in. Li kêlek avakirina tabûra YPJ'ê yekem guristana pakrewanên azadiyê li herêma Efrîn jî yê bi navê Ş. Seydo li çiyayê Qaziqlî ya navçeya Cindirêsê hate avakirin. Cindirêsê di şoreşê de mohra xwe li dîrokê da û afsaneyên dîrokî nivîsand. Di Berxwedana Serdemê de jî weke her car di dîrokê de berxwedana xwe nîşan da û li hember dagirkeriyê bê têrs û teslîmkarî heya roja dawiyê ji qunaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê dewamkir.

Piştî dagirkeriyê nasnameya wê hate wêrankirin

Piştî berxwedana 58 rojan a bajara Efrîn û navçeyên wê ve di 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrîn ket bin serweriya dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê. Ev bû pênc sal Cindirêsê bi xweza, dîrok, şûnwar û xelkê xwe ve bi kiryarên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin. Girê Cindirêsê ku dîroka wê vedibêje hate talankirin. Guristana pakrewanên azadiyê ya Ş. Seydo ji aliyê çeteyan ve hate wêrakirin û bi dehan cihên şûnwarî û çiyayên Cindirêsê hatin tecewizkirin. Jin bi revandin, qetilkirin, destavêtin û êşkencekirinê re li Cindirêsê rojane dimînin.

Para xwe ji feleketa erdhejê jî wergirt

Dagirkerî û wêraniya Erdoxan û çeteyên wî ve ne bes bû, heta ku karesta mirovî ya 6'ê Subatê vê salê çêbûye, navçeya Cindirêsê herî zêde li Efrînê ziyanên madî û canî dît. Tevahî avahiyên Cindirêsê ji ber bandora erdhejê hilweşiyan û ji ber ku dewleta tirk û çeteyên wê ve nedihêştin alîkariyên mirovî û tîmên hewarçûnê derbasî navçeyê bibin ta ku bi lez xelkê ji kavilan rizgar bikin gelê wê di bin kavilan de bi rojan man û bû sedema mirina bi sedan kesên sivîl. Di heman demê piştî demek dirêj alîkariyên mirovî gihêştin navçeyê lê ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve weke her car hatin dizîn. Ev jî yek ji siyaseta qirkirina Kurdan nîşan dide. Di heman demê de gelê ku ji erdhejê rizgar bûne di bin navê alîkariyê dewleta tirk xwest guhartina demografîk li wir berdewam bike ew jî vi rêya vedana konan ji milet re weke yekîneyên niştecihî û heya roja îro kiryar û guhartinên demografîk li Cindirêsê bê navber didome.