Cejna Êzî: Ji bo xêr û bereketa hilatina rojê

Destpêkirina cîhanê ya zivirîna li dora rojê re li ser rûyê erdê heta li hemû gerdûnê ji bo hemû zindî, werz, meh, roj, ji bereketa rojê jiyanê ava dike. Cejna Êzî ya piştî rojiya sê rojan tê pêşwazîkirin cejna xêr û bereketa hilatina rojê ye.

SITÎ ROZ

Şengal - Xweza ji bo mirovan xwedî zanabûneke pir bi hêz û xurt e. A ku wisa dike ku mirov xwezayê fam bike, ruhê civakî û civakîbûnê ava dike, bi baweriyê re dike yek. Ji bo nasîna heqîqeta xwezayê mirov bi rîtûelên ayîn ve ji dîrokê heta roja îro gihandine. Têgîna baweriyê ya Êzidiyan destpêkê, Êzidî ji wê bawer dikin ku mîna Ariyan e. Hevpariya bawerî, jiyan, heqîqeta xwezayê li hev tîne, hucreyên kokê yên civakîbûnê pêk tîne.

Di Ezdatiyê de yek ji cejnên esasî ya ku piştî rojiya sê rojan tê pîrozkirin ceja Êzî ye. Civaka Êzidî ji wê yekê bawer dike ku di her wexta mirov ji bo reb (xweda)  rezaya dilê xwe ava dike, dikare rojiyê bigre. Êzidî ji bo reb navê Ezda bikar tînin. Êzidî ji wê yekê bawer dikin ku Ezda ya yek ji navên Reb e, ji bo Êzidiyan hatiye dayîn. Dibêjin ku Reb tevahî navên xwe ji sir û kerameta xwe girtiye. Ji bo vê Êzidî, rojiyên xwe yên Êzî ji bo sir û kerameta Reb a di gerdûnê de digrin. Ango rojî ji bo Ezda, reb tê girtin.   

Sê rojan xwîn narije, gul û dar nayên qutkirin

Li ser rojiya Êzî û dîsa cejna Êzî me li gel Dayê Meyan Şengalî axivî û dayê Meyran Şengalî ev yek ji bo me vegot: “Rojiya Êzî di serê Çarşema yekem a meha 12’an tê girtin. Ev jî rastî hilatina rojê tê. Demê rojiyê mirovên zana alim dizanin. Hemû rojî û cejnê me alimê demê dizanin û ji bo van mirovên alim zana tê gotin. Ev kes yên herî zêde ji zimanê xwezayê fam fikin in. Ji bo rojiya Êzî roja Sêşemê amadekarî tê kirin. Dema rojiyê ti lawir nayên kuştin, yanî di nava 3 rojên rojî û roja cejnê yanî 4 rojan divê xwîn neyê rijandin. Ji bo vê berî roja Sêşemê ango rojiyê pezê bê serjêkirin tê serjêkirin, ji bo xwarinê amadekarî tên kirin, goşt tên çêkirin. Qet dar û gul û çîçek nayê qutkirin.”

Riya cîhanê ya li dora rojê dizivire

Wateya Rojiya Êzî: Destpêkirina cîhanê ya zivirîna li dora rojê re li ser rûyê erdê heta li hemû gerdûnê ji bo hemû zindî, werz, meh, roj, ji bereketa rojê jiyanê ava dike. Mirov li rojê dinêre demê rojê diyar dikin. Civaka Êzidî jî avakirina cîhanê di vê pêvajoyê de naskirine, bawerî ji hemû pêkhateyên gerdûnê anî. Li cîhanê ji pêkhatina çar werzên salê mina nîmeteke mezin dîtin. Girêdana rojê ya bi erdê re pîroz dibînin. Bawerî bi vê yekê anî ku jiyan li ser gerdûnê bi rojê dibe, ji derveyî wê jiyan nabe. Di nava salê de meha 12’an ku roj herî kin e, di hefte yekem de ji bo xwe weke felaketê dibînin. Wisa fam kirin ku roj ji jiyanê xeyidiye, mirov çavbirçî nêzîk dibe, her tişt fizûlî dimezêxe, di asta gunehê de xweza hatiye xirakirin. Nexasim cîhan li asîmanan di asta herî nizmim de, zivirîna cîhanê ya li dorî rojê lez dibe û rojên kin pêk tên. Ev meh jî li gorî demê nîşaneya destpêkirina werza zivistanê ye. Ev jî tê wateya 20-21’ê Kanûnê. Êzidî ne li gorî salnameya heyî li gorî rojê dihesibînin. Ji bo wê Çarşema yekem a meha Kanûnê esas digirin.

Xêr û bereketa li ser erdê

Êzidî kurtbûna rojê weke destpêkirina karesatê dibînin, ji bo rastbûna rewşê jî dest bi rojiyê dikin. Civaka Êzidî li ber Tirbên mûqedes ji bo Ezda dua dikin, berê xwe didin rojê û qewalan distirin, duayên mîna ‘me bibexşîne, mirov û xwezayê ji felaktê biparêzin’ dikin. Dema rojiyê digirin, bi hilatina rojê re şiyar dibin, bi vî rengî xwe nêzî rojê dibînin. Bi dawîbûna roja yekem a rojiyê re, rojavabûn 10 deqe, di roja duyemîn de dem dibe du qat, di roja sêyemîn de jî 3  qat roj dirêj dibe. Êzidî wisa bawer dikin ku rojê cîhan efû kiriye, wê dubare xêr û bereketa xwe li ser erdê bibarîne, ev yek jî wan pir kêfxweş dike. Ji bo cejna tê pîrozkirin jî navê wê danîne ‘Cejna Êzî’.

Çarşema ewil a meha Kanunê

Dayê Meyan Şengalî bal kişand ser girtina rojiya Êzdî ya li nava civak Êzidî û diyar kir ku rojiya Êzî di serê Çarşema yekem a meha 12’an de ji aliyê Feqîran ve tê girtin û wiha got: “Em bi Feqîran re digirin. A esasî em ne Feqîrin. Feqîr li gorî heqîqeta rojiya Êzî di demê wê de digirin. Em jî ji vê bawer dikin, ji bo wê bi wan re digirin.

Rojiya Êzî berê hemû Êzidiyan bi hev re digirin. Lê bi demê re ev yek ji aliyê Bavê Şêx ê ku mercihê herî mezin ê rûhanî yê Êzdatiyê ye ve hate guherîn. Êzidiyan ji bo rojiya Bavê Şêx diyar kirî dbêjin; ‘Rojiya Welatî’. Ev rojî ne li gorî heqîqeta rojê li gorî salnameya ku dewletê diyar kirî ye. Rojiya Welatî di Çarşema ewil a meha 12’an tê girtin.”

Çerx û hilatina rojê

Hinek Êzidî jî dibêjin ku ev parçeyî ne ji aliyê Bavê Şêx ve ji aliyê Şêx Elyas ku berî niha 50-60 salî piştî encama lihevkirineke li Misrê pêkhatî, bûye. Êzidiyên ku biyaniyên têkiliyên siyaset û dewletê ne, pir  zêde watê nadin vê peymana ku ji aliyê Şêx Elyas ve hatiye kirin. Êzdiyên ku vê biryara Şêx Elyas rast dibînin, Rojî û Cejna Êzî li gorî hesabê Misrê digirin û pîroz dikin. Tebeqeya Feqîran jî li gorî çerxa rojê û hilatina rojê rojî digirin, cejin û rojiya herî bi wate bawer dikin.

Dayîka Meyan Şengalî li ser rîtûelên di Rojiya Êzî de jî tên kirin, qal kir û ev got: “Rojî li gorî cîrantiyê tê destnîşankirin. Yanî eger ku cîranê te ji Tebeqeya Feqîran be, wê demê tu jî wê rojiyê bigirî, ji Tebeqeya Feqîran nebe, eger ku cîranê te rojî digirin tu jî wê rojî bigirî. Heq û hiqûqa cîrantiyê li ba Êzdatiyan girîng e.”

Xêra ji bo miriyan: Atiye

Di dema rojî tê girtin de xwarina ji bo xêra miriyan ango bi navê ‘atiye’ hatiye navkirin, ji bo malên ku xwedî pêwîstî ne tên belavkirin.

Ji bo her rojeke ya rojiyê xwarinên cihê tên amadekirin. Roja yekem goştê sor, cîran û dost tên vexwendin. Roja duyemîn hema bêje li her malê kutilk tên çêkirin. Roja siyemîn jî hûr û rûvî  tên çêkirin.

Zayîn

Di vê rojiyê de li gorî rîtûelekê divê ‘Zayîn’ ango dayik keça xwe ya dayî zewicîn bîne mala xwe. Jin rojiya xwe li mala dayika xwe digirin. Wataya ‘Zayînê’ jî yanî keça malê ye. Jin 20 sal zewicî jî be, dema hate mala dayîka xwe dibe ‘Zayîn’. Eger ku weke ‘zayîn’ neyê jî, di cejnê de tê mala dayika xwe. Xelat tê dayîna ‘Zayînê’ û dawiya roja cejnê jî dikare biçe mala xwe.

Hinek Êzidî ‘Zayîn’ ji ‘Za’ hatiye, ango bawerî bi wê yekê tînin ku dayikbûne. Dayikbûna jinekê wê dubare bibe rehma jinê. Ev jî tê wateya ku baweriya jinê ya nêzî vê heman demê tê wateya ku nêzîkbûna rehma dayikê.

Dema roj hiltê berê xwe didin Zehmeran û dua dikin

Piştî rojiya 3 rojan cejin tê pîrozkirin. Dayê Meyan Şengalî qala kêfxweşiya cejna Êzî kir û got: “Di roja dawî ya rojiyê de, serdana ‘Zehmen’ ango goristanan tê kirin. Bi çûyîna roj avabûnê re jî li ser goristanan find tê pêxistin. Berê Êzidî bi hespek û kerekê diçûn ser merqebên pîroz, şert û merc giran bûn. Ji ber wê hê roj hilnehatî berê xwe didan ser ‘Zehmeran’ dua dikirin. Niha ji ber şert û mercên baştir rê hatine çêkirin ji bo hemû merqebên pîroz û li Şengalê hemû Êzidî serê sibeha cejnê diçin serdana goristanan. Dema diçin ser ‘Zehmeran’ gelek xwarin li gel xwe dibin, wê xwarinê didin kesên serdana goristanê kirine û dîsa ‘Mucevîran’ yên nobedariyê li merqebên pîroz dikin.

Li dora baweriyê dibin yek

Di tevahiya rojiyê de xeyîdî li hev tên, di cejnê de xeyidî hev himêz dikin.

Dayê Meyan Şengalî daxwaz û hêviya xwe kir ku divê hemû civaka Êzidî li dorî baweriya xwe bibe yek û wiha domand: “Dijminan gelek fesad xistin nava me. Dixwazin me bikin dijminên hev. Divê li ber vê rabin. Bê sûc û guneh gelek Êzidî û dostên me girtî ne, bi vê wesîleya vê cejnê daxwaza azadiya wan dikim. Cejna Êzî li hemû Êzidiyan pîroz be.”