Berxwedana ku ji Dimdimê dirêjî Kobanê bû

Di şerê 134'an ê şervanên Kurd li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de, efsaneyên dîrokî hatin jiyîn. Berxwedana ku beriya 400 salan li Kela Dimdimê ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, şervanên Kurd di sedsala 21'emîn de li Kobanê dan dijîn.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Li ser singê axa Kurdistanê dîrok bû şahidê gelek berxwedanên bê hempa. Lewra ne tenê axa wê ya di oxira azadî, bidestxistina hebûn û nasnameyê bû şahidê şerê bê eman; hemû kevir, dar û riyên ku gelek berxwedêr ên serbilind li ser rêkên wê meşîyane, hemu kanî, zozan deşt û çiyayên wê bi henaseyên ji bo azadiyê li berxwe dane û bûne çavên vê çanda berxwedanê. Berxewana Kelha Dimdimê ya di 1609'an de li Rojhilatê Kurdistanê hat jiyîn bû nav û nasnameya li dijî dagirkerî û êrîşên Sefewiyan a ji bo guhartina demografya Kurdistane. Li Kobane ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê 134 rojan berxwedanek bê hempa hat jiyin, li avahiyek çar qatî ya ku 4 şervanên YPG-YPJ 3 mehan tê de li berxwe dan navê Kelha Dimdimê ya Kobanê hilgirt.

Kelha Dimdimê

Destana Kelha Dimdimê yek ji navdartirîn û kevintirîn destanên Kurdî ye. Dimdim navê keleheke dîrokî ye ku ji sembolên şer û berxwedaniya Kurdan a li hember siyaseta Sefewiyan a guhertina demografiya Kurdistanê ye. Ev destan di navbera salên 1605-1609 li herêma Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye. Berxwedana Kelha Dimdimê dîrokî û efsûnî ye ku xwe dispêre rûdaneke rasteqîn. Bûyereke ku di encama têkoşîna gelê Kurd a ji bo hebûn, azadî û serxwebûna xwe hatiye jiyîn.   

Ev destan serpêhatiye mîrê herêma Biradostê yê Kurd Emîr Xanê Lepzêrîn e ku ji bo parastina malbat, êl û neteweya xwe ji qirkirinê keleha bi navê Dimdimê ava dike. Şah Ebasê Sefewî û artêşa xwe bi rengekî dijwar êrîşî Keleha Dimdimê dikin. Keleh bi planeke ku hinek kesên di kelehê de îxanetê li Mîrê Lepzêrîn dikin û sira kelehê didin dijmin, tê dorpêçkirin. Ji ber vê jin û zarok ji kelehê derdikevin û berê xwe didin çiyayan. Parêzvanên kelehê bi pêşengiya mîrê xwe deriyên kelehê vedikin û şerekî bêhempa didin meşandin. Mîrê Lepzêrîn li gel şervanên xwe di oxira parastina hebûna xwe de jiyana xwe ji dest didin. 

Ev destan heta roja îro weke sembola serhildan, qehremanî û berxwedaniya gelê Kurd tê destgirtin ku bi dehan pirtûk, roman û helbest li ser hene.

Di ser vê destanê re 400 sal borîn lê di dirêjahiya van salan de şerê li ser singa axa Kurdistanê ranewestiyaye. Ji ber vê heger bi dehan dostên naskirî hebin, bi qasî wê jî yên veşartî hene.

Li avahiyek 4 qatan berxweda mehan a 4 şervanan

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di 2014-2015`an de berxwedaneke bi qasî ya Keleha Dimdimê pêk hat. Çeteyên DAIŞ`ê di sedsala 21`emîn de weke xetertirîn rêxistinên teror û hovîtiyê hatin naskirin. Ev çete bi êrîşeke mezin û dijwar berê xwe dan Kobanê. Şervanên YPJ`ê û YPG`ê ji bo parastina Kobanê qehremaniyeke mezin nîşan dan. Di her mewziyekê de destanek hat nivîsandin. Yek ji bûyerên ku di berxwedana Kobanê de derket holê ku beriya niha bi 400 sal li Rojhilatê Kurdistanê qewimî ye, lehengiya 4 şervanên di avahiya bi navê "Keleha Dimdimê" de ye.

Ev avahiya ku ji 4 qatan pêk tê bi du kolanan dûrî deriyê sînor ê Murşîdpînarê ye û li aliyekî wê, 2 şervanên YPJ`ê û li aliyê din jî 2 şervanên YPG`ê bê navber 3 mehan mewziya wê digrin.  

Dîrok, Sorxwîn, Dilovan û Rojhat mewziya xwe bi çeka doçka bi şev û roj diparêzin. Ji ber ku çeteyan dixwestin deriyê sînor bigrin, bi rengekî dijwar avahiyê hedef digirtin. Dilovan bi çekên giran jiyana xwe ji dest dide, Rojhatê ku wî navê avahiyê kir Keleha Dimdimê bi êrîşa sekvaniyê jiyana xwe ji dest dide. Şervanên di avahiyê de mayî dest ji Keleha Dimdimê bernedan, bi berxwedaniyeke mezin avahî parastin û nehiştin bikeve destên çeteyan.

Li muzexaneya Kobanê wê destanê zindî dihêle

Avahiya ku navê Kela Dimdimê lê hat kirin bi hemû cureyên çekan hat hedefgirtin, piraniya avahiyên li derdora wê hilweşiyan lê Dimdim ma. Ev avahî weke semboleke balkêş di muzexaneya berxwedana Kobanê de ye, heta niha tevî ku 8 sal di ser wî şerî re borîn jî mirov heta niha wê lehengiyê hîs dike. 

Şervanên YPJ`ê û YPG`ê 3 mehan di avahiya bi navê Keleha Dimdimê de şer kirin. Bi berxwedana xwe dîroka qehremaniya Kurdan a li Keleha Dimdimê ya dîrokî ku beriya sedsalan pêk hat, vejandin û vê carê li Rojavayê Kurdisatanê dubare kirin.