Çîroka berxwedana Edesa ya li dijî fermanan - 1

Çîroka Edesa yek ji çîrokên jinên Êzidî ye. Wan bi ruhê berxwedana dîrokî, di dilê xwe de gelek çîrok nivîsandin. Edesa li dijî hemû fermanan bi hilgirtina ala serhildanê ya di destên xwe de, wekî macerayek bijî fermanê û piştê wê jiya ye.

SITÎ ROZ

Şengal - Bi sedsalan e ji bo Êzidiyan di warê civakî û nirxên baweriyê de tune bikin, ferman hatin pêkanîn. Qetlîam, sirgûnkirin û avakirina bazarên jinan ên li ser Êzidiyan, di sedsala 21’ê de jî berdewam kirin. Tiştên ku di fermana 2014’an de hatin jiyîn, ji tiştên di serdema navîn de hatin jiyîn ne cuda bûn. Cihê ku qirkirin lê hat pêkanîn heman cih e. Heman qetilkirin, heman talan, destavêtina jinan, rêwîtiya sirgûnê ya nediyar û ji mêran re rewa dîtina mirinê.

Dîroka ku bi berxwedanan derbas bû, bi rasthatina qirkirinan hat tunekirin. Civaka Êzidî jî bi heman rengî ji dîrokê bêpar bû. Qetlîamên li dijî cewher û bereketa axê hatin kirin wan xilas nekir, perçe perçe kir. Êzidî dibêjin; “Qirkirinên li ser hebûna me ya li vê cîhanê tên pêkanîn, weke çarenûsa me qet pey me bernedan.”

Komkujî li ber çavên dewletên cîhanê hat kirin

Sala 2014 meha Tebaxê komkujiya ku hat kirin wekî tevahiya fermanên heta îro pêk hatine bû. Komkujiya li ser civaka Êzidi û talankirina wê cara yekem hat ditin. Li pêşberî çavên cîhanê hemû ev komkujî hat kirin. Têkoşîna ku li dijî qirkirinê hat dayîn, tiştên hatin jiyîn dan xuyakirin û ji ber ve bû rûyê hemû fermanên ku nehatine nivîsandin û heta yên ku hatin xwestin di rûpêlên bi toz ên dîrokê de bên tunekirin. Her çîroka îroyîn digihîjê çîrokên ku di nav rûpelên bi êş ên dîrokê de bi axê re bûne  yek e û nikare ji xwe re cihekî ku xwe vebibêje bibîne. Her çîroka aîdê fermanê, tiştên civaka Êzidî ku di fermanan re derbas bûne û jinên Êzidî jiyane vedibêje. Yek ji wan çîrokan jî çîroka Edesa ye.

Çîroka Edesa

Edesa, li hemberî hemû fermanan ala serhildanê di destên xwe de hildigre, wek macerayek bijî, ferman û piştê wê jiyaye. Me wê li Şengalê di milê wê de çeka wê, cilên wê yên leşkerî û bi rexta li ser milên wê dît. Me bi rûyê ken û ji ji dil pêşwazî dike. Bi me ra ji dil û samimî sohbet dike. Mîna ku me demek dirêj bi hev re jiyabe. Weke jineke ku sekna wê bêhna Êzdatiyê dide, me bi çîroka xwe re digre û dibe...

Ji bo zewicandinê hat mezinkirin...

“Ez Edesa Nûjiyan Gabar. Di sala 2002’an de li Şengalê hatim dinê. Ez ji eşîra Cuwanebî me. Cuvanabî eşîreke Êzidî ku ji welatê Xalta yanî ji Bakurê Kurdistanê hatine Şengalê ye. Zarokatiya min pir bê tevger û bêdeng derbas bû. Dema ez hêj biçûk bûm, ez ji hezkirina dayikê ya ku hewce bûm qut bûm. Gava ez gel dayika xwe bûm, ji bo min coşa jiyanê hebû û ev yek di lîstik û xeyalên min de jî xuya dibû. Dema bavê min, min ji dayika min girt û wan hev berdan, ji bo min her tişt guherî. Di cîhana min de bêdengiyek çêbû. Ez pir bi dayika xwe ve girêdayî bûm, ji dayika xwe qûtbûn ji bo min pir giran bû. Min nikaribû qebûl bikim. Bavê min beriya ku ez ji dayik bibim ji dayika min gotiye, “keç an jî kur be ew a te ye.’ Lê piştî ku ez dayik bûm û dayika min, min heta temenekî mezin kir, bavê min min ji dayika min digre. Bavê min ji dayika min û ji min re komplo çêkir. Îxanet li me herduyan kir. Ez wê nêzikatiya wî qebûl nakim. Nexwest ez herim wê bibînim. Ez her dem direviyam û diçûm gel dayika xwe. Dayika min li mala dapîra min bû, dûrî mala me bû mala wan. Dema ku ez ji dibistanê derdiketim, diçûm gel dayika xwe. Bavê min dema ferq dikir li min dixist. Dema ez piçûk bûm, bi min re muameleya keçika mezin dikirin û min ji bo zewicandinê amade dikirin. Mînak, bavê min her mêrê ku ji kolana me derbas dibû nîşana min dida û digot, 'Tu wî dixwazî, ez te bidim wî.' Min ji bo berjewendiyên xwe yanî li ser navê zewacê dixwest min bifiroşe mêrekî. Ez nikarim malbateke ku min tenê ji bo bizewicandinê û beranberê wê pere qezenc bike, mezin dike qebûl bikim."

Serpêhatiya wê wekî ya hemû zarokên Êzidî ye

Dema Edesa zarokatiya xwe vedibêje hem hêrs dibe hem jî hestiyar dibe. Kêliyêk bêriya dayika xwe dike û rojên ku di zarokatiya xwe de bê dayik derbas kiriye bi bîr tîne. Dibêje “Ji bo zarokek bê dayik mayîn rewşêk pir zehmet e.” Qey qedera wan zarokên li vê axê ew e ku yan bê dayik, an bê bav an jî bê ax mezin bibin. Bê guman li van axan hemû kes tunebûna tiştekî dijî. Hesta ku  Edesa dijî jî ew e. Bi gotina “Ez bê dayik mezin bûm” dibêje ku jinên bi baweriya xwe re bûbin yek, xwedî ruhê azad in vê yekê ji zarokatiya xwe girtine” behsa zarokatiya zarokên Êzidî dike. Di heman demê de ji bo me wek pencereyek ku ji zaroktiya me re vedibe bû.

Edesa dest bi vegotina tiştên yekem ên ku bi DAIŞ’ê re jiyaye dike:

“Tişta yekem ku min di sala 2014’an de bihîst gotina ‘em ê birevin’ bû. Hemû kesan vê hevokê digot lê min qet nedixwest birevim. Min dixwest ger çûyinek an mayînek hebe, bi dayika min re be. Min nedixwest bêyî wê biçim cihekî. Fikra ‘ger ku em birevin ez ê nikaribim careke din wê bibînim’ min diêşand. Di wê rewşê de min dixwest her dem biçim gel dayika xwe. Ji ber ku digotin DAIŞ wê her derê bigre dê jinan birevînin û mêran jî bikujin. Min ji xwe re digot ‘Ger DAIŞ dayika min bigre divê ez li cem wê bim.’ Min berê qet navê DAIŞ’ê nebihîstibû. Kes ji me nizanibû DAIŞ’î kî ne û çi dikin. Tenê tiştên di demên dawî de li derdorê dihatin gotin hebûn. Heta wê rojê min tenê hêzên PDK û Iraqê dîtibû û tenê wan nas dikir. Min ew jî li navenda Şengalê didît û di heman demê de mamekî min û bavê min jî pêşmerge bûn. Destpêke li ser wan gelek gotegot çêbûn û piştre DAIŞ bi xwe hat Şengalê. Ez wê rojê bi malbata xwe li gundê Niseriyê bûm. Serê sibê ji me re telefon hat û gotin DAIŞ ketiye Şengalê. Wê şevê ji ber dengê zêde yê seyareyan ji xew şiyar bûm û dema min ji bo dengê li derdor heye fêm bikim temaşe kir, dît ku seyare bi awayê konvoyan ji Şengalê derdikevin. Min pirs kir, ‘seyareyên diçin ên kê ne’ ji bilî min hemû kes dizanibû ku ew Pêşmerge ne. Ez jî paşê fêr bûm ku yên wê rojê reviyane pêşmerge ne lê me roja din piştî ku DAIŞ ket Şengalê, fêm kir ku ew çûyîna wan rev bûye.”

"Tu kesê alîkarî nekir"

Edesa ya ku bû şahida reva mirovan, dibêje ku tu kes alîkariya wan nekiriye.

“Beriya fermanê bû, hemû kesan behsa êdî DAIŞ’ê dikir. Digotin, ‘DAIŞ mirovan şerjê dikin, perçe dike, jin û zarokan jî ji bo xwe dibin.’ Vê yekê wek hemû kesan, min jî pir ditirsand. Hat gotin ku bi taybetî Êzidiyên ku dîl digrin bi zorê dikin misilman û yên nabin misilman jî dikujin. Fikara min a sereke dayika min bû. Min nedixwest tu tiştên pêk bên bêyî dayika xwe bijîm. Sibeha fermanê hestên min pir tevlihev bûn, tirs û hesreta dayikê di nava hev de bû, min şahidî ji her derê reva mirovan re dikir. Ev hemû ji bo min pir zêde dihatin. Lê ne ez û ne jî kesek din nikaribû xwe ji van tiştên tên jiyîn xilas bike. Hemû malbatan xwe amade kirin û derketin, jinmama min bi destê min girt û got ‘De were em diçin.’ Êdî min fêm kiribû ku ji bo me nezelaliyek dest pê dike. Ji ber ku seyareya me tunebû, em bi meşê ber bi çiyayan diçûn. Piştî ku em demek meşiyan, kamyonek hat pêşiya me, ew jî yek ji ya mirovên me bû, bi kamyona xwe hewl didan kesên ku wesayîda wan tune ye xilas bikin. Me û bi dehan kesên din ên dimeşiyan girtin seyereya xwe. Em hemû siwar bûn. Bavê min pêşmerge bû, wê rojê tu pêşmergeyek alîkariya me nekir û ji wan tu kes nemabû. Piştî min reva pêşmergayan dît, bendawarî nedikir ku alîkariya me bikin. Di kamyona ku em tê de bûn de dengê lorîkên jinan û gîrîna zarokan bilind dibû, vê yekê nîşan dida ku kesên reviyane venagerin û alîkariya me nakin.”

“Her ku em ber hildikşiyan çiyayan dengê zêmaran bilind dibû”

Edesa ya ku dîmenên di dema reva wan de di hişê wê de mane yek bi yek vedibêje, hewl dide bi vegotinên xwe bîne ber çavên mirov ku lezek çawa hebûye.

“Mirov di nava lezek wisade  ji mala xwe  derketibûn ku destên hinek jinan bi hevîr bû, hinek jî bi lingên tazî hatibûn lê tevî vê av û xwarinê anîbûn. Li pişt kamyonê ewqas kes hebûn ku ez hejmara wan nizanim lê yekane tişta tê bîra min, hejmara me wisa zêde bû ku em tev li ser piyan bûn û cihê kesê tunebû ku rûnê. Ji bo min her tişt yekem bû, me nikaribû ewqas fermanên ku behsa wan dihat kirin xeyal jî bikira lê min ew roj fermana ku me nikaribû xeyal bikira dît. Her kesê bi awirên şaş û bi tirs li hev mêze dikir û dema me hev didît, me fêm dikir ku rewş çiqas giran e. Piştre kamyona ku em tê de bûn gihîşt quntara çiya û em hemû jê peya bûn, rasterast me berê xwe da çiya. Her kesê xwarin bi xwe re anîbû, ber bi nîvro ve diçû, her ku dem dibuhurî hewa germtir dibû. Axa ku me pê lê dikir wek agir bû, her kesê bi gavên bi lez berê xwe da Çîlmêra. Dema me dest bi meşê kir, her kesê dest bi avêtina barên xwe yên ku hilgirtibûn kirin. Tenê bîdonên biçûk ên avê li gel xwe hiştin. Nizanim çend saet derbas bûbû lê ji bo min wê rojê meşa herî dirêj bû. Ji ber ku her kes pir ditirsiya, bêyî ku li paş xwe binêre dadiket jor. Min jî digot 'em zû xwe bigihîjînin Çilmêrayê dê werin me bigrin.’ Her ku em diçûn jor nalîna jinan zêde dibû û qîrîna zarokan jî qet bi dawî nedibû. Ji ber ku piraniya kesên ku gihîştin jorê gelek kes li pey xwe hiştibûn.”

“Me heman çarenûsê bi hev re jiya” 

Edesa dibêje ku bi wan re Ereb jî reviyane, nakokiyên ku di tevahiya rê de jiyaye jî tîne ziman.

“Erebên ku bi me re reviyan jî hebûn. Fistanên reş li ser wan hebûn û rûyê wan nixumandî bû. Tenê çavên wan xuya bûn. Dema min Ereban dît, bi min re nakokî çêbû. Dihat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên hatine Ereb in lê yên ku xwe bi me re spartin çiyayan jî Ereb bûn. Min ji dilê pirsa “Ev çawa dibe?” dikir. Min nakokiyên di serê min de ava dibûn bi kesê re parve nedikir. Di beşeke zarokatiya min de Ereb hebûn. Li dibistana ku ez diçûm hevalên min ên Ereb hebûn. Dîsa dema em havînan diçûn bexçeyên Rabîayê, em bi Ereban re dixebitîn û hem me di gelek mijaran de alîkariya wan dikir û hem jî wan alîkariya me dikir. Min fêm nekir çima ew ber bi cudabûneke wiha tûj ve çûne. Dibe ku min paşê fêm kir ku kî, çima tovên dijminatiyê di navbera me de diçînin lê dema ku min ji bo hemû zehmetiyên ku me di wê rojê de derbas kirin, li hebûna DAIŞ'ê, fikirîm, min nikaribû Erebên li kêleka me jî nefikirim. Roja fermanê em û Ereb bi hev re di wan riyên dijwar re derbas bûn û me li Çilmêra bi hev re heman çarenûsê jiya. Ez cara yekem daketibûm çiyayan. Dema min ji lûtkeya Çilmêra temaşeyê Şengalê dikir, min digot ‘eceba em ê dîsa vegerin Şengalê gelo Şengal azad dibe?’ Yekê ji gel re digot li nêzî Çilmêra sikeft hene û li nêzî sikeftan av heye. Em hemû li pey wî çûn û gotina wî rast derket. Li wir sikeft hebûn, bi dehan malbatan xwe spartin wan sikeftan, em ketin yekî. Her çiqas ne nêzî me bû jî kaniyek ku em dikaribûn avê jê bînin hebû. Nizanim kî bû wê şikeftê nîşanî me da lê ji her kesê re xêrek mezin kiribû. Em hefteyekê li wir man.”