çand û hûner
-

Projeya Pargîn jêdera parastina çand, kelepûr, kevneşopî û serpêhatiyên Kurdan e
Pargîn ew kolanên parastinê li derdora konê koçeran e û dezgeha yekemîn ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê lêkolîn û belgekirina çand, kelebûr, kevneşopî û folklora Kurdî de ye. Her wiha Pargîn pira danûstandina di navbera dîrok û pêşerojê de ye.
-

Henaseya helbesta Erebî Lamia Abbas jiyana xwe ji dest da
Helbestvana Îraqê Lamia Abbas Emara di temenê 92 salî de jiyana xwe ji dest da.
-

Jinên Efrînê hermel berhev dikin
Gihayê hermelê di nava civaka Kurd de kevnar e û dayikên Efrînê yên hermel berhev dikin wiha dibêjin: "Em çanda hermelê ji dayikên xwe hîn bûn û hermelê ji bo başiyan bi kar tînin."
-

Mîhrîcana jinan a Fîdan Dogan 3 yê Tîrmehê despêdike
4'emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) 3 yê Tîrmehê li Parîsê dê were lidarxistin.
-

Henan û Yasmîn wêneyên jinên navdar li ser cilan xêz dikin
Henan û Yasmîn du jinên ciwan ên ji Mexribê, ên hevalên hev in bi rêbazên nû wêneyan li ser cilan xêz dikin. Ji bo vê hunera xwe li Mexribê bi pêş bixin û rihekî nûjen û nû bidin modaya cilên jinan bi baldarî karê xwe dikin. Hezkirina wan a ji xêzkirinê re bi riya firçe û rengan, xeyalên xwe yên afrîneriyê di warê dirûtina cilan pêk anîn.
-

Li Şengalê Pêşengeha wêneyan
Li Şengalê bi pêşengiya jinan di çarçoveya hamleya ‘dem dema azadiyê’ ye de pêşangeha wêneyan hat vekirin.
-

Alla Nagorsky û ekîba wê hêkek mirîşkê ya 1000 salî dîtin
Zanyaran ragihandin ku wan di sala 2019’an de li Îngîltereyê hêka mirîşka herî kevn a cîhanê dît û di rojên derbasbûyi da tîma bi serokatiya Alla Nagorsky ya Îsrailê ragihand ku wan hêkek mirîşkê ya 1000 salî dîtine.
-

Şêwekareke bê dest, bi tiliyên lingên xwe xêz dike
Dûa El-Bestatî ya ku ji zaroktiyê de bê dest çavên xwe li cîhanê vekiriye, destûr neda ku bêdestiya wê li hemberî cîhana dixwaze bijî, bibe asteng.
-

Bi hest û ramanên jinê: Pêşangeha “Rengên hêviyê”
Li Fasê di pêşangeha "Rengên Hêviyê" ya ku ji aliyê Janan El Sabil ve di 4’ê Hezîranê de hat lidarxistin de; gelek wêne hatin pêşkêşkirin. Wênesaz Şehrazad a tevli pêşangehê bû got ku huner ramanên xwe ji xwezayê deyn dike.”
-

Êşên gelê Filîstîn û Lubnanê bi mîhrîcana “Filistîna di dil de” tên pêşandan
Salonên sînemayê li Lubnanê, pêşî ji ber teqîna Lîmanê dûre jî ji ber pandemî û krîza aborî demeke dirêj girtî man. Li Lubnanê jiyana rojane hêdî hêdî asayî dibe û ji bo hestiyariya bi Filîstînê re sînemayên Lubnanê perdeyên xwe vedikin. Di navbera 4 û 12’ê Hezîranê de bi pêşengiya Komeleya Sînemaya Metropolîs li kampên ku penaberên Filîstînê lê ne û gelek salonan bi sernave “Filistîna di dil de” mîhrîcana fîlman tê lidarxistin.
-

“Ez jineke bi hêz im û destûr nadim bi çavên dilşewat li min binêrin”
Najat dibêje ku ew tu carî têgehên wekî "feqîr, lawaz, ne gengaz, dijwar" di wêneyên xwe de naxwaze û ji bo cih nede wan çi ji destê wê hatiye kiriye wiha got: "Tevî zehmetiyên ku ez dibînim jî ez difikirim ku karê min ew e ez wan derbas bikim. Ez hewl didim bi hunera xwe cîhana erênî di serê xwe de bi wêneyan xêz bikim. Ez hez nakim çavên dilşewat li derdora xwe de bibînim.”
-

Pêşengeha wêneyan ya teqîna reng bi dawî bû
Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi durşma "Teqîna reng", ku ev sê rojin li navenda Baqî Xido ya çand û huner a Kobanê hatibû li dar xistin bi dawî bû.
-

"Pêşengeha teqîna reng cihê hêviyê ye"
Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi dirûşma "Teqîna reng" li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê tê li dar xistin.
-

Hena Dawûd Pirtûka xwe ya "Çil binkeftin û ez" imze kir
Nivîskar û Helbestvana Kurd Hena Dawûd bi merasîmekê pirtûka xwe ya çaremîn a bi navê "Çil binkeftin û ez" îmze kir û da nasîn.
-

Girê keçikan ked û dîroka jinan e
Girê keçikan di serdema Aşuriyan de ji aliyê 750 jinan ve hatiye avakirin, di hundirê vî girî de wêneyên jinan hebûne. Ev gir bibû cihê zanyar û lêkolîneran lê gir niha di bin avê de maye.
-

Pirtûka ‘Raywanîya Rojawa de’ derket
Pirtûka Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket.
-

Kesa ku zorê da quralên nenivîsandî yên Yeşilçamê: Edîle Naşît
Sîbel Oz, nivîskara pirtûka "Di Sîstema stêrkê ya lîstikvan-Yeşilcamê de anî-stêrk: Edîle Naşît", "Edîle Naşît wekî kesayeteke ku rêzikên nenivîsandî yên Yeşilçamê dide zorê" pênase dike. Edîle Naşît hewl da ku qanûna zagona hunera spî, tirk, sunî û zilam ne ji rêzêbûyîn, bi hunera xwe wê asayîbûyînê ferz bike. Rolên wê yên dayika naîf, hinek înad, hinekî çîroka ku wê çawa serdema pergala star têk biriye û gav bi gav rêwîtiya xwe domandiye vedibêjin...”
-

Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin derket
Rojnameya jinan, Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket.
-

Solînê hêvî, xeyal, hezkirin û pêşeroja xwe bi şêwekariyê re pêk anîn
Solîn Osê wêneyan xêz dike, di tabloyên xwe de êşa koçberiyê dertîne holê bi taybetî balê dikşîne ser jin û zarokan, ji ber ku ew pir bandorê ser wê dide çêkirin. Solîn dibejê: “Bila malbat û derdor hêviyan ji bo pîşeyên zarokên xwe xurt bikin, li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bikin. Ger hêvî zindî be, teqez dê pêk were.”
-

Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmanc
Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin.