çand û hûner
-

“Ez jineke bi hêz im û destûr nadim bi çavên dilşewat li min binêrin”
Najat dibêje ku ew tu carî têgehên wekî "feqîr, lawaz, ne gengaz, dijwar" di wêneyên xwe de naxwaze û ji bo cih nede wan çi ji destê wê hatiye kiriye wiha got: "Tevî zehmetiyên ku ez dibînim jî ez difikirim ku karê min ew e ez wan derbas bikim. Ez hewl didim bi hunera xwe cîhana erênî di serê xwe de bi wêneyan xêz bikim. Ez hez nakim çavên dilşewat li derdora xwe de bibînim.”
-

Pêşengeha wêneyan ya teqîna reng bi dawî bû
Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi durşma "Teqîna reng", ku ev sê rojin li navenda Baqî Xido ya çand û huner a Kobanê hatibû li dar xistin bi dawî bû.
-

"Pêşengeha teqîna reng cihê hêviyê ye"
Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi dirûşma "Teqîna reng" li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê tê li dar xistin.
-

Hena Dawûd Pirtûka xwe ya "Çil binkeftin û ez" imze kir
Nivîskar û Helbestvana Kurd Hena Dawûd bi merasîmekê pirtûka xwe ya çaremîn a bi navê "Çil binkeftin û ez" îmze kir û da nasîn.
-

Girê keçikan ked û dîroka jinan e
Girê keçikan di serdema Aşuriyan de ji aliyê 750 jinan ve hatiye avakirin, di hundirê vî girî de wêneyên jinan hebûne. Ev gir bibû cihê zanyar û lêkolîneran lê gir niha di bin avê de maye.
-

Pirtûka ‘Raywanîya Rojawa de’ derket
Pirtûka Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket.
-

Kesa ku zorê da quralên nenivîsandî yên Yeşilçamê: Edîle Naşît
Sîbel Oz, nivîskara pirtûka "Di Sîstema stêrkê ya lîstikvan-Yeşilcamê de anî-stêrk: Edîle Naşît", "Edîle Naşît wekî kesayeteke ku rêzikên nenivîsandî yên Yeşilçamê dide zorê" pênase dike. Edîle Naşît hewl da ku qanûna zagona hunera spî, tirk, sunî û zilam ne ji rêzêbûyîn, bi hunera xwe wê asayîbûyînê ferz bike. Rolên wê yên dayika naîf, hinek înad, hinekî çîroka ku wê çawa serdema pergala star têk biriye û gav bi gav rêwîtiya xwe domandiye vedibêjin...”
-

Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin derket
Rojnameya jinan, Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket.
-

Solînê hêvî, xeyal, hezkirin û pêşeroja xwe bi şêwekariyê re pêk anîn
Solîn Osê wêneyan xêz dike, di tabloyên xwe de êşa koçberiyê dertîne holê bi taybetî balê dikşîne ser jin û zarokan, ji ber ku ew pir bandorê ser wê dide çêkirin. Solîn dibejê: “Bila malbat û derdor hêviyan ji bo pîşeyên zarokên xwe xurt bikin, li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bikin. Ger hêvî zindî be, teqez dê pêk were.”
-

Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmanc
Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin.
-

Ji sehneyan heta diyarê çîrokan: Serpêhatiyên Berayê
Jinên ciwan ên li Sûriyeyê, ji siyasetê heya hunerê di her qadê de çalak û li pêş in. Ew jiyana di nav hilweşandinên ku ji ber şer çêbûne bi hunera azad, tev didin. Gelek jinên ciwan, hin lîstikvan, hin gîtarîst, hin kemanger… Beraa Hesen yek ji wan e. Xeyala Beraa pêşvebirin û gerdûnîbûna şanoya Kurdî û çêkirina şanoya kolanê ye.
-

“Hewesa min belgekirina xwarinên Iraqê ye”
Mîrat, çand û berdewamkirina adet û kevneşopiyan e ku rewşa civakê yan wî welatî îfade dike û belgekirina qonaxên guherîna dîrokî û cudahiya nûbûnê ye. Xwarinên gelêrî jî yek ji van hebûnên çandî ye ku dibe beşek ji mîrata gelan
-

Pêşangeha “Her kes baweriya xwe bi destê xwe xêz dike”
Enê Fartîvaryan xewna keça xwe Xaya ya ji hunerê hez dikir û dixwest di pêşengahên hunerî de cihê xwe bigire dewam dike.
-

"Femînîzma Wekhevîxwaz" dest bi weşanê kir
"Femînîzma Wekhevîxwaz", ku ji hêla jinên femînîst ve hate amadekirin, li ser înternetê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
-

Li Seyîdsadiq mêhrîcanana hunerê jinan
Jin û ciwanên Seyîdsadiq bi mêhrîcanekê li seyrangeha Serwa hunerê xwe nîşandan.
-

Şanoya Piyên Xas li dijî desthilatdariyê serhildanek e
Jinên di koma şaniyê ya Piyên Xas de dilîzin dibêjin: “Jin li vê erdnîgariyê û cîhanê her dem bi zorî û zehmetî ji bo mafên xwe têkoşiyane. Li dijî desthilatdariyê, bi piyên bêxas be jî jinan her dem serî rakirine. Navê me yê ‘piyên pêxas’ ji ber vê yekê ye. Şano me hînî têkoşîna bi desthilatdariyê re dike.”
-

Di pêşengeha hunera şêwekariyê de her tabloyek çîrokek cuda ye
Şêwekarên jin ên ku beşdarî pêşengeha hunera şêwekariyê bûne diyar kirin ku xêzkirina tabloyan îfadeya hêstan e.
-

Li Qamişlo 5’emîn pêşengeha Hunera şêwekariyê hate vekirin
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Hemerengiya me jêdera bedawî û hêza me ye, bi hev re em ê hunerê bikin buhara dilan” 5’emîn pêşengeha Hunera şêwekariyê li bajarê Qamişlo vekir.
-

Mîrata çandî ya Sûriyeyê ji aliyê jinan ve tê parastin
Sara Behbûn dibêje ku di parastina çand û veguhestina wê ji nifşek ji bo yên din re, roleke girîng a jinan heye. Di demên berê de, her jina ku temenê heftê salî derbas dikir, vebêjera çîrokên gelêrî bû, ev yek jî ji ber hebûna înternetê îro ji dest derketine.
-

Tiştên ku nikare bi lêv bike bi xêzkirina nîgaran tîne ziman
Roşan Sîno ya ji 8 saliya xwe de karê nîgarvaniyê dike dibêje: "Tiştê ku min nikaribû bi lêv bikim, min bi wêneyên xwe vedigot. Min kesayeta xwe di pîşeya wênexêziyê de dît."