Yekemîn car li Qamişloyê Sersala Kurdî hat pîrozkirin

Komîteya Şilêr a Zarokan, Sersala Kurdî yekem car li kolanên bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Qamişlo – Bi armanca pîrozkirin û pêşwazîkirina Sersala Kurdî ya ku sembol û cejneke girîng a gelê Kurd e, Komîteya Şilêr a Zarokan bi reng û dengê xwe li kolanên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriyan.

Roja sersala Kurdî 13 roj piştî ya Mîladî dest pê dike û jimara rojên salê 365 e. Roja 13’yê Çileya pêşî êvarê sersala Kurdî ye. Her sal vê rojê dema roj diçe ava, Kurd sersala xwe pîroz dikin, li nava malan digerin û tiştên xwarinê berhev dikin û van gotinokan dibêjin: “Serê salê binê salê Xwedê bihêle hûr û girên vê malê… Serê salê binê salê Xwedê azadiyê bide vê malê” û hwd. dibêjin.

Her wiha piştî avabûna rojê, kevirên pehn li gorî hemara kesên malê, her yek bi navê xwe li ser banê xanî li hawidorê kulekê datînin û sibehê zû diçin li binê wan keviran dinihêrin ka kêzikek an kurmikek di binê kîjan kevirî de heye. Dema kêzek an kurmek di binê kevirê kîjan ji wan de hat dîtin, bawerî ev e ku “Şensê malê ew e.”

Zarokan cil û bergên neteweyî li xwe kirin

Komîteya Şilêr a Zarokan jî xwest ku kêfxweşiyê bixe dilê zarokan û di heman demê de munasebetên xwe yên dîrokî û pîroz ji bîr nekin. Lewma zarok li derdora xwe kom kirin, cil û bergên Kurdî li xwe kirin û bi senaryoyeke kevnar wekî heyamên berê dan avakirin ku karektereke bedew li kolanên Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşî civakê kirin.

Zarokan jî ev gotin digotin:

Dest bavêjin ber kulînê… Para qirdik bi xwe re bînê, yê bide; Xwedê dide, yê ku nede mar pê ve bide.

Serê salê binê salê Xwedê azadiyê bixe her malê.