Xelatên Mêhrîcana Jinên Derhêner diyar bûn

Îsal çaremîn Mêhrîcana Navnetewî ya Jinên Derhêner wê were li darxistin, di vê mehrîcanê de yên ku hêjayî xelatê hatine ditin diyar bûn. Xelata Kedê Sevin, Okyay, Xelata Serkeftinê Eylem Atakav û Xelata Şanaziyê jî Tmara Kotevska girt.

Navenda Nuçeyan- Çaremîn Mêhrîcana Navnetewî ya Jinên Derhêner ku ji aliyê Weqfa Jinên Derhêner ve hatî li darxistin, ji 30 welatan 150 filman serlêdan ji bo mêhrîcanê kiribûn. Di nava wan de wê 45 li Tirkiyê û 85 filim wê bi temaşevanan re werin gel hev. Di hilbijartinên Balkanan de filmên ku cih girtine, ji wan 27 ji promiyerên cîhanê wê cara yekem li Tirkiye were pêkanîn. Ev Mêhrîcan wê jinên sinemevan û kedkarên sektoran binin gel hev, jinên derhêner û jinên kedkar yên sektoran armanc dikin ku bi ditinên xwe alikariyê bidin. 
Xwediyên xelatan hatin diyarkirin
Di berfirehiya nêzbûna mêhrîcanê de xwediyê xelatên kedê, serkeftî û şanaziyê hatin diyarkirin. Xelata kedê li Tirkiyê dan yekem rexnegira sinemayê Sevîn Okyay, xelata serkeftinê layiqî derhênera Profesor. Eylem Atakay ya li zanîngeha East Angia di derbarê film, jin û medya yê de xebatan dide meşandin hat dîtin. Xelata şanaziyê jî layiqî Tamara Kotevska ya bi belgesela bi navê Welatê Hingivin (HoneyLand) ku ber endamtiya oskarê qazanç kirî hat dîtin. 
Merasîma xelatan wê li Seferîhisar bê lidarxistin
Di berfirehiya bernameyên Mêhrîcanî wê di navbera dîroka 1-7’ê Adarê de Bernameya yekem ya filman li Tirkiyê, Bêrîtanya û Kosova bi awayek online were nîşandan. Bernameya duyem jî wê fînalistên pêşbirka navnetewî, berbijêrên netewî û finalistên pêşbirka Balkanan wê di 25’ê Nîsan- 5’ê Gulanê de wê li Tirkiyê bi awayek Online were şopandin. Di mêhrîcanê de ji derveyî pêşandana filman wê panel, hevpeyvîn û çalakiyên atolyeyan jî werin li darxistin. Wê merasîma xelatdayîna mêhrîcanê jî di navbera dîroka 25-30’ê  Hezîranê de li Seferîhisarê were li darxistin.