Bi dengbêjiyê re çîrok û efsaneyên resen li hev dihûne

Gulçîn Hemo ya bi dengê xwe yê zelal stranan dibêje, bi dengbêjiyê re çîrok û efsaneyên resen tîne ziman û li hev dihûne. Gulçîn dibêje dema ku jinan berê xwe didan zozanan û bi rê ve diçûn stran digotin, loma jî yên çandê diparêzin jin in

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Her jinek xwediya çîrokeke cuda ye, bi sedan dayikên mîna dayika Gulçîn Hemo bi hestên xwe dîroka Kurdan tînin ziman. Hemû pêvajoyên ku gelê Kurd tê re derbas bûne, di dîrokê de hatine nivîsandin û dayikan bi dengbêjiya xwe ev mîras parastine. Di dema civaka xwazeyî de jin xwedawend bûn û civak bi rê ve dibirin, her cureyên dermanan bi destên xwe çêdikirin. Yên jinan nas bikin û bi wan re bijîn wê bizanibin jin jiyanê diafirînin û li ser lingan dihêlin. Gelek jinên hunermend bêyî ku dengê xwe derxin derve di hundir malê de stran û lorîkan digotin, bi vê qehremaniya xwe ev çand heya roja îro parastin.  
Gulçîn Hemo ya 61 salî dayika 8 zarokan li bajarê Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî.  Gulçîn di 15 saliya xwe de bi Berkel Nebo re dizewice, hevserê Gulçîn di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Gulçîn di temenekî biçûk de ji dayika xwe hînî dengbêjiyê dibe, ji wê demê heya niha vê yekê diparêze. Dema Gulçîn derdikeve kolanan û bi jinan re dicive dest bi dengbêjiyê dike. Têkildarî mijarê dayika Gulçîn Hemo wiha behsa dengbêjiyê ji me re dike.
“Dengbêjî bêhna min fireh dike”
Dema jinan berê xwe didan zozan û deştan di nava gelî û newalan de di rê de ji xwe re stran digotin û bi vî rengî êdî ev çand zindî dibû, ji bo ev çand neyê jibîrkirin û her tim di bala mirovan de be dayikan erka pêşengiyê kirin. Gulçîn Hemo wiha qala demên berê dike: "Di demên berê de hemû jinan hirî dirêsandin û tevn çêdikirin. Bi rêka van amûran çanda xwe zindî dihiştin. Di mala min de hemû amûrên kevneşopiyê hene, tevî êrîşên li ser bajarên me hatin kirin di şerê Kobanê de min ev kevneşopî parastin. Dem û dewrana me gelekî xweş bû, hemû jin li hev diciviyan û dest bi xemilandina cil û bergan dikirin. Dengbêjî ji bo min jiyan e  ji bo wê heya rojek ji temenê min hebe ez ê çanda xwe biparêzim. Bi dengbêjiyê re çîrok û efsaneyên reseniya çandî û neteweyî tînim ziman û li hev dihûnim. "