Xelata Rojnamegeriyê ya Mazlûm Bagok îsal cih dan Nûçeyên Jin

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Malva Elî derbarê Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023'an de axivî û got ku wan îsal cihek taybet ji bo nûçeyên jin veqetandiye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Her sal bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) çalakiyan organîze dike. Îsal jî amadekariyê ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023'an dikin. Yekîtiyê şertên beşdarbûnê li ser malpera xwe ya fermî belavkirine û wê berhemên rojnemevanan ji 20'ê Adarê heya 5'ê Nîsanê werin pêşwazîkirin. Di 22'ê Nîsanê Roja Rojnemegeriya Kurdî de jî wê xelat û bawername li kesên ku di pêşbirkê de biserbikevin, werin diyarîkirin. Mazlûm Bagok yekem pakrewanê ragihandina azad li Rojavayê Kurdistanê di dema şopandina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî vê mijarê jî Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Malva Elî axivî.

'Xelata Rojnamegeriyê ya Mazlûm Bagok bibîrxistina keda rojnemevanan e'

Malva Elî Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnemegeran li seranserî Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Derbarê vê rojê de, her sal Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo Xelata Rojnamegeriyê ya cangorî Mazlûm Bagok birêve dibe, îsal jî wiha ye. Wekî bibîrxistina keda Mezlûm Bagok û bi dehan rojnemevanên ku di oxira gihandina rastî û heqîqetê de, canê xwe fedayî vê dozê kirin ev pêşbirik tê birêvebirin. Her sal bi awayekî tê birêvebirin, lê îsal me xwest ku bi awayê pêşbirkê pilansaziya wê bikin."

'Neheqiyeke ger em rojekê ji rojnemevanan re veneqetînin'

Malva Elî behsa armancên pêşbirkê kir û ev tişt anî ziman: "Armanca pêşbirkê jî da ku di nava rojnemevanan de ruhê pêşbaziyê derkeve pêş û bi taybetî jî di nava rojnemevanên Kurd de. Da ku her rojnemevan bikaribe berhemê xwe pêşkêş bike. Ev jî di kesayetê de gelek tiştan diafirîne û dikare di qada çapemeniyê de hîn bêtir xwe pêşbixe. Bê guman çapemenî qadeke vekiriye ji pêşketinê re. Dema ku rojnemevan jî bibînin xebatên wan tê nirxandin, pêşbirkek ji wan re tê organîzekirin û dikarin berhemên xwe pêşkêş bikin, bê guman ew ê jî li gorî wê biherikin û tiştên nû biafirînin. Pêşbirka Mezlûm Bagok ji xelat û bawernameyan zêdetir manewî ye. Rojnemevan dibin dengê civakê û xizmeta wê dikin, eger em rojekê ji wan re veneqetînin û nebêjin keda we tê dîtin û pîroz e, em ê neheqiyekê derheqê wan de bikin."

'Bi boneya 8'ê Adarê, me îsal cih dan Nûçeyên Jin'

Malva Elî da xuyakirin ku wan ji bo pêşbirkê 5 komîte sazkirine û wiha dirêjî da gotina xwe: "5 komîte ji bo nirxandina berhmên rojnemevan pêşkêş bikin hatine sazkirin. Ji nûçeyên Kurdî, Erebî, dosya, analîz, nûçeyên jin, nûçeyên bi dîmen û bi foto, radyo û gelek cûreyên din. Deriyê beşdarbûnê heya 5'ê Nîsanê vekiriye. Em jî bi kelecaneke mezin li bendê ne ku ecnamên baş bixwere bîne. Lê belê îsal me xwest em girîngiyê bidin beşê jin. Ji ber rojev, berxwedanî û têkoşîna tê kirin hemû jî jin pêşengtiya wê dike. Ev jî bi pênûs, kamera û îradeya jin pêk hatiye. Ger ku îro cîhan behsa jinên herêma me dike, ew jî bi saya çavê rojnemegeriya jin e a ku dikarîbû heqîqet û rastiya têkoşîna wê di şoreşê de derbixe holê. Ji lewra me xwest di belavkirina xelatan de heyzeke taybet a jinan hebe û beşê nûçeyên jin jî li ser beşê din zêde kir, da ku berhemên jinan êdî neyên veşartin û paşguhkirin. Êdî ne gengaz e ku jin ji Xelata Mezlûm Bagok bêpar bimîne, ev jî wê keda wê jî biparêze. Wekî pêşwazîkirina 8'ê Adara 2023'an me xwest ku reng û para jin jî di wergirtina xelatê de hebe."

Rojnamevanan di zehmetiyan de xebatên xwe dimeşînin

Malva Elî da payin ku di 22'ê Nîsanê Roja Rojnemegeriya Kurdî de wê xelat werin diyarîkirin û wiha pêl da gotina xwe: "Wê encamê pêşbirkê piştî nirxandinan di Roja Rojnemegeriya Kurdî de bi hebûna rojnemevanan, bi şahiyeke mezin werin eşkerekirin. Em jî li bendê ne, hêviya me mezin e ku rojnemevan ên heqdar û hêjayî xelatê ku ked di vê şoreşê de dane, wê biserbikevin. Rojnemevanên ku bi sal, meh û rojan bi zehmetiyan re rû bi rû mane heya ku berhemekî xweş çêkirine, wê layiq û hêjayî vê xelatê bin. Rojnemevan hemû jî layiqî xelatan in. Bê guman ew rojnemevanên ku biserbikevin nayê wê wateyê ku ew tenê yê jîr, zana û jêhayî ne, ji ber xelata me herî zêde manewî ye."