Nivîskar û helbestvanên jin di mihricanê de hatin ba hev

Gelek jinên nivîskar û çîrokbêj ku beşdarî Mihrîcana Wêjeyê ya Firatê bûn bi helbest û kurteçîrokan çanda qedîm a Sûriyeyê, bi ser xistin ku di nivîsên xwe de peyama aştiyê dan.

Reqa – Nivîskar û çîrokbêjin jên ên Sûriyeyê, peyamên xwe yên aştiyê di dema salên krîzê yên li welat de winda kirine, di berhemên xwe de wê careke din zindî bikin, pêşengiya jinan di qada wêjeyê de erka ku rastiya civakê bigihîjînin dinyayê derdixin holê. 

Bi dirûşma ‘Ji bo aştiyê Murekepa Sûriyeyê’ desteya Antîka û Çandê ya Herêma Reqayê Bakur  Rojhilatê Sûriyeyê, di 24’ê Gulanê de yekemîn Mihrîcana Wêjeyê ya Firatê dest pê kir. Mihrîcan bi beşdariya nivîskar û çîrokbêjên jinên ji hemû bajarên Sûriyeyê wê sê rojan bidome. 

Mihrîcan bi pêşkêşiya panaromaya ku xebatên 8 salan ên çand û desteya antîk digre nava xwe dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyê de, pêşandanên bi dîmen ên wêje, helbest, dîrokî hatin pêşkêşkirin. Beşdar hatin nasandin. 

Nirxên ku pêwistiya Sûriyeyê pê heye

Di mihrîcanê de çîrokbêj Îzdihar El-Hatib ku ji Laziqiye beşdar bûye axivî û bi kurteçîroka xwe ya bi navê ‘Eşq û Aştî’ di çalakiyan de cih girt. Diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekem e beşdarî xebatek çandî bûye got: “Çîroka min li ser karektera jinan, rastiya Sûriyeyê vedibêje. Armanca min balkişandina ser rewşa jinan e û dixwazim di dilê xwendevanan de vîzyonek rast ava bikim. Peyama bingehîn a çîroka min, li Sûriyeyê piştî 14 salan şer û pevçûnan, tişta herî zêde pêwistî pê heye eşq û başbûn e. Em bi murekeba pênûsa xwe dikarin eşqê û aştiyê careke din zindî bikin, ji bandorên krîzê rizgar bibin, em ê bikaribin Sûriyeya nû ava bikin.”

Îzdihar El-Hatib bal kişand ser girîngiya jinan di wêjeyê de û wiha got: “Jinên Sûriyeyê di dîrokê de bingeha şaristanî, edebiyat û çandê bû. Tevî hemû hilweşînan bi pênûsa xwe têkoşiyan. Jin peyama aştiyê didin. Ji ber vê wêje û helbest neynika rastiyê ne û çareseriya pirsgirêkên civakî ye.”

Rola jinên nivîska a di civakê de

Nivîskar û çîrokbêj Felak Muhammed Hayir ji Şamê bi çîroka bi navê ‘Serdanên şevê’ beşdarî mihrîcanê bû. Diyar kir ku di çîroka xwe de jiyana şervan û helbestvan Antara bin Şedded di demên borî de kiriye mijar û got: “Min xwest rewanbêja Ereb ku di demên berê de jiyaye û wê dema xweşik û çanda şerker bidim jiyîn. Ji ber vê min tercîh kir ku çîroka xwe bi aliyê cesaretê li bajarê Reqa pêşkêş bikim.”

Felak Muhammed Hayir bal kişand ser rola jinên nivîskar di civakê de û wiha got: “Jin, çand, kêrhatiyên mezin û bi fikrên azad xwedî wê hêzê ye ku dikare civakê rake ser piyan. Bi firçeya xwe şaristaniya welatê xwe û çanda xwe bi nivîsan dikare careke dinexşîne.”

Bêrîkirina welat

Çîrokbêj Nejah Îbrahîm ku ji Humusê bi kurteçîroka bi navê ‘Jina nexşeyan’ beşdarî mihrîcanê bû, çîroka koçberek ku xwe spratiye welatên rojava, jinek ku li ser wê gomlekek li ser nexşeya dinyayê heye bi kelecan dişopîne dike mijar. Karekterê mêr, dema li pey jinê dimeşe, li welatê xwe yê winda bûye digere. Nejah Îbrahîm wiha dibêje: “Bi vê çîrokê, min xwest çîroka koçberên Sûriyeyê ku ji ber krîzê neçar mane biçin derveyî welat, li wê derê biyanîbûn, êş û bêrîkarina welat û daxwaza wan a piştî aştiyê vegerin welatê xwe biteyîsînim.” 

‘Beşdariya jinan gelek girîng e’

Nejah Îbrahîm da zanîn ku xala herî zêde bala wê kişandiye, beşdariya zêde ya jinên nivîskar û helbestvan e û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di qada wêje û çandê de bêyî astengiyan, bi azadî û hezkirin têkoşînê didomînin. Beşdarbûna jinan di vê qadê de gelek girîng e. Ev jî hêza jinan, xuliqkariya wan û hezkirina wan a li hemberî xakê û baweriya wan derdixe holê.”
Nejah Îbraîm bal kişand ser bandora krîzê ya li ser wêjeyê û wiha got: “Krîza Sûriyeyê bi awayeke cidî bandorê li qada wêje û çandê kir û eleqeyê kêm kir lê belê tevî hemû zoriyan, nivîskar û helbestvanên jin ên Sûriyeyê qet dest jê bernedan. Bi pênûsên xwe, bi riyên cuda domandin. Bi taybetî ji bo êşên ku jinên Sûriyeyê dikşînin ji cîhanê re ragihînin hewldanên mezin dan û îro li pey hezkirina welatê xwe û bi daxwaza ku welat careke din rakin ser piyan hestên xwe tînin ziman.”