Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê di lîsteya mîrateya cîhanê ya di xetereyê de ne

UNESCO yê Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê yên ku bi xebatên hikûmet û qeyûman hatin xerakirin, xist nava “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Di Xetereyê de.”

Navenda Nûçeyan - Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO yê de cih digirin, di “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Di Xetereyê de” de cih girtin. UNESCO, sûr û avahiyên bajêr ên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahiyên qeydkirî di bin navê “îmarê” de hatin hilweşandin û li şûna wan betonarme kirin, lêkolîn kir û pêşnûmeya biryara Sûr û Baxçeyên Hevselê amade kir. Di raporê de bal hat kişandin ser rûxandinên ku hatine jiyîn û biryar hat girtin ku ew di “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Di Xetereyê de” de cih bigre.

Biryara ku di qonaxa pêşnûmeyê de ye, tê payîn ku di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku wê di 9'ê Îlonê de li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî bê lidarxistin, bi dawî bibe.

‘Ez xemgîn im’

Midûrê berê yê Muzeya Amedê Nevîn Soyukaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Ez xemgînim! Tişta ku wê piştî van hemû rûxandinê û wêraniyan biqewime ev bû. Sûr li hundir bi awayekî plankirî û sîstematîk hat rûxandin. UNESCO biryar da ku Kela Amedê û Herêma Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hevselê ya mîrateya cîhanê bikeve Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên Di Xetereyê de.”