‘Ez dixwazim peyamên jinên Rojava ji cîhanê re ragihînim’
Derhênera belgefîlman Yasemen Şerefimenês ku ji bo têkoşîn û peyama gelê Rojavayê Kurdistanê bigihîjîne cîhanê belgefîlmek amede dike got: “Bi saya jinên ronakbîr, Rojava bû yek ji civakên herî pêşketî yên Rojhilata Navîn.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Rojava ne tenê navê herêmek e; çîroka têkoşîn, azadî û jiyana jin û gelan e. Derhênera belgefîlman Yasemen Şerefimenês, piştî xebatên xwe yên bi salan li ser Rojavayê Kurdistanê meşand, hewl dide vê çîrokê û van ezmûnan, bi taybetî jî têkoşîn û rola jinan a di afirandina civakek nû de, bi belgefîlmek ji cîhanê re ragihîne.
Derhênera belgefîlman Yasemen Şerefimenês, diyar kir ku ji sala 2019’an û vir ve weke derhênerek hemû bala xwe daye ser Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku biryar daye ji bo têkoşîn û peyama gelê Rojava ji cîhanê re ragihîne belgefîlmek amade bike. Yasemen Şerefimenês wiha axivî:
"Zêdetirî 8 sal in bala min li ser Rojava ye. Ez dixwazim hemû cîhan rewşa mirov û jinên li wir û şiyanên wan bizanibe. Lewma projeya min li ser sê sernavên sereke hatiye avakirin. Ev sernav berxwedana jinan û bandora ku gelê Rojava li ser gelê Kurd û cîhanê çêkiriye ye. Ez hêvî dikim bandora ku wan li ser cîhanê çêkiriye di fîlm de jî bê nîşandan. Dema ku min serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bandorek mezin li ser fikir û giyanê min çêbû. Ez xwe pir bi şans hîs dikim ku derfeta min çêbû biçim Rojava.”
‘Jinên wêrek û bihêz ên Rojavayê Kurdistanê têdikoşin’
Yasemen Şerefimenês, da zanîn ku tevî hemû astengiyên civak li pêşiya jinan derdixe jî jinên wêrek û bihêz têdikoşin. Yasemen Şerefimenês, destnîşan kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê her wiha di qada çand, huner û jiyana mirovî de jî têkoşîna xwe didomînin, ji bo vê yekê dixebitin û got: “Divê em tiştên li Rojava yên jiyîn nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku mirov têkoşîna wan û jiyana wan bibînin."
‘Jinên Rojava lûtkeya ronakbîriya gelê Kurd in’
Yasemen Şerefimenês, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku jinên li Rojava behsa azadî û demokrasiyê dikin û destnîşan kir ku ev yek di şert û mercên şer de û di dema parastina axa xwe de çêbûye. Yasemen Şerefimenês, axaftina xwe wiha domand:
"Dema ku min serdana Rojava kir, tiştek bala min kişand. Dayîkek temenê wê mezin li mala xwe rûniştibû û pel dipêça lê ji min re qala azadî û demokrasiyê dikir. Dayîkê xwendin û nivîsandinê nizanibû û qet derfeta çûyîna dibistanê nedîtibû. Ev çîrok asta ronakbîriya jinên Rojava nîşan dide. Jinên Rojava li seranserê Kurdistanê bûne lûtkeya ronakbîriya gelê Kurd. Li gorî min Rojava îro bi saya jinên ronakbîr, yek ji civakên herî pêşketî yên Rojhilata Navîn e. Ev ji ber bandora Şoreşa Rojava ye. Jin armanc dikin ku bi vî awayî bikaribin maf û hêza xwe nas bikin."
‘Jin ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin’
Yasemen Şerefimenês, da zanîn ku dema behsa Rojava dike, hesteke taybet dijî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Min hestên herî xweşik ên jiyana xwe li Rojava jiya. Rêzdariya ku li wir ji jinan re tê nîşandan, li tu devereke din a cîhanê ji jinan re nayê nîşandan. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin û di vê yekê de jî bi ser ketin."