Sosin Seydo: Helbesta min helwesta min e

Endama çand û hunera Sitiya Nexşa Sosin Seydo, li ser berxwedana hebûn û rûmetê yê gelê Rojavayê Kurdistanê helbestek bi navê ‘Bi Ronahiya Keziyan’ nivîsand û got; “Helbesta min helwesta min e.”

Zehra Şengalî

Şengal – Li Rojavayê Kurdistanê berxwedana hebûn û rûmetê berdewam dike. Her çiqasî di 30’ê Çilê de peymanekî di navbera QSD’ê û çeteyên cîhadîst HTŞ’ê de hatibe çêkirin jî, lê dorpêça li ser bajarê Kobanê hîn bi hemû dijwariya xwe didome. Gelê Kurd li her deverê bi ruhê yekîtiya netewî, bi çalakiyên xwe xwedî li şoreşa Rojava û destkeftiyên wê derdikeve. Li Şengalê jî xwedî derketina li şoreşa Rojava bi çalakiyên rengîn berdewam dike. Endama çand û hunera Sitiya Nexşa Sosin bi helbestekê ku hestên jin û civaka Êzidî yê ji bo şoreşa Rojava tîne ziman nivîsand û diyarî gelê berxwedêr yê Rojavayê Kurdistanê kir.

‘Min xwest ez bi helbestê hestên xwe bînim ziman’

Sosin Seydo, li ser armanca nivîsandina helbesta xwe ji ajansa me re axivî û wiha got; “Dinya hemû dît ku şerekî çawa hovane li ser gelê Rojava, li ser dayîk û zarokan hate meşandin. Ew dîmenên wê şerî li min jî bandorekî mezin kir. Ew êrîşên hovane carekî din di hest û bîra me de fermana 74’an anîn serê civaka me zîndî dibûn. Di wê fermanê de dayîkên hatin kuştin, keç û zarokên me hatin revandin. Em ferqekî di navbera wê ferman û êrîşên niha de nabînin ji ber ku yê ku êrîş dikin heman çete ne. Zihniyeta wê demê û niha yek e. Ew rondikên çavê dayîkan dema ku min temaşe dikir ez gelekî pê diêşiyam. Ev tiştê hatin jiyan kirin hişt ku ez helbest binivisîm. Min xwest ez helwesta xwe bi hestên xwe bînim ziman. Em heya dawiyê jî li pişt gelê Rojava ne.”

‘Jêkirina keziya wê şervanê bandorekî mezin li nivîsandina helbestê kir’

Endama çand û hunera sitiya nexşa Sosin Seyda di dawî de wiha behsa kêliyên nivîsandina helbestê kir; “Di helbestê de gotina herî destpêkê dibêje bi ronahiya keziyan, ji ber ku dema ew keziya şervana YPJ’ê jêkirin ez gelekî pê bandor bûm. Lê li du wê keziyê, bi hezaran kezî hatin hunandin. Bandora wê dîmenê jî li ser nivîsandina helbesta min gelekî mezin bû. Mirov çiqasî bandor dibe ewqasî cîhana hestan di mirov de şiyar dibe.  

Eger deriyê Rojava vebibe, em ne tenê bi helbestekê, em dikarin biçin li kêleka şervan û gelê xwe bisekinin. Di dawî de bangawazî li hemû civaka xwe dikim bila ji bo Rojava rabin ser piya. Piştevaniya xwe ji bo gelê Rojava bidomînin. Ji ber ku êşa me û wan yek e.”