Sînemaya Kurdî çand û rastiya civakê digihîne ser dikê

Endama Rêveberiya Komîna Fîlim a Rojava derhêner Nadiya Derwêş girîngiya pêşketina beşa Sînemaya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pênase kir û got: “Pêwîst bû em bi xwe fîliman li ser çîrokên civaka xwe çêbikin, ji ber em nav de jiyane bêtir dikarin dateyên wê bînin ziman. Her wiha diviyabû beşek dîtbarî, sînemagerî û fîlim werin çêkirin, dema naveroka fîlimekî xweşî û nexweşiya vê civakê pênase bike, ew rehetî bi civakê re çêdike û dihêle ji sînemayê hez bike.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Meseleya konsepta tixûbên sînemaya Kurdî bi awayekî zelal nehatiye eşkerekirin. Ji bo wê heya niha gavên avakirinên wê yên destpêkê nehatine zanîn. Yekemîn fîlimê Kurdî bi navê ‘Zarê’ di sala 1926’an de li Ermenistanê bi derhêneriya Ermenan Hamo hatiye çêkirin. Ev fîlim di dîroka sînemayê de behsa çîrokên evîna Kurdan dike. Bi demê re bi pêşnegiya hin sînemager û hezkiriyên sînemayê li welatên derve fîlim dihatin çêkirin lê wekî niha rastiyê pêşan nedidan. Bi pêşketina beşa sînemaya Kurdî re li Rojavayê Kurdistanê di 14’ê Tîrmeha sala 2015’an de derfetên girîng hatin pêşxistin ku dîsa civak li çanda temaşekirina sînemayê vegere. Ji ber em hemû dizanin di salên berê de bi şewata Sînemaya Amûdê re gel ev çand di nava xwe de helandin û wisa sînema wekî bîranîneke nexweş ji bo wan derbas dibû. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Komîna Fîlim a Rojava derhêner Nadiya Derwêş girîngiya sînemayê di parastina çanda Kurdewarî de pênase kir.
Pêwîstiyên pêşketina beşa sînemayê li Rojavayê Kurdistanê
Nadiya pêwîstiya pêşketina beşa Sînemayê li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di demên berê de li Rojavayê Kurdistanê salonên sînemayê hebûn û gel li pêşandana fîliman temaşe dikir lê bi demê re ev çand hat helandin, bi taybetî bi şewata Sînemaya Amûdê re. Êdî gel ditirsiya biçe salonên Sînemayê. Ji ber ku di wan deman de rejîma Sûriyeyê serwer bû û metirsiya gel ji kiryarên wan hebû. şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe re guhertinên bingehîn çêkir û lingekî wê yê esasî jî huner e. Hinek mirovên sînemager, hezkiriyên sînemayê û yên bi beşa sînemayê re mijûl dibin pêwîstî dîtin ku di Rojavayê Kurdistanê de beşeke dîtbarî, sînemagerî û fîlim werin çêkirin. Bi vê armancê Komîna Fîlim a Rojava hat damezrandin. Di herêma me de pir bûyer û çîrok dibûn mijara fîliman ji ber xaka me nû hatibû rizgarkirin, pir bûyerên şer, şehadet, koçberî û wekî din aliyên wê yên çandî, civakî û rêxistinî bi pêş ketin. Dibe ev bûyer di raya giştî û cîhanî de tenê weke nûçe û dîmen hatibin belavkirin lê me xwest em bi rengê dîtbariyeke xweşik û bi zimanê sînemayê ku bikaribe hemû aliyên wê bigre dest bidin pêşandan. Ji gelek welatên derve sînemager hatin fîlim, belgefîlim û kurtefîlim li ser berxwedan û rola jinan di vê şoreşê de çêkirin lê ya girîng ew e gelo çiqas dikaribûn me bidin nasîn di wan fîlimên xwe de.  Wisa wekî çavekî derve li me mêze dikirin, di nêrîna min de ev yek ne têrker bû. Pêwîst bû em bi xwe fîliman li ser çîrokên civaka xwe çêbikin, ji ber ku em di nav de dijîn û bêtir em dikarin detayên wê bînin ziman. Em çand, têkoşîn, şervan û civaka xwe bêtir nas dikin û dikarin heya asteke mezin di vê xebatê de serkeftî bin.”
Pêşxistina çanda sînemayê ji bo civaka me gaveke girîng bû
Nadiya bal kişand ser derfetên avakirina beşa sînemayê li Rojavayê Kurdistanê di aliyê beydakirina kadroyên wê, lîstikvan û alavên wê yên teknîkê û wiha domand: “Gavên destpêkê hin sînemageran xwestin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji bo gelê li vir dijîn tiştekî nû biafirînin. Bi vê armancê perwerdeyên sînemayê hatin birêxistinkirin û dest bi nîşandana fîliman hat kirin. Ev yek gaveke pir girîng bû ku piştî ewqa salan dîsa çanda sînemayê di civaka me de hat pêşxistin. Yekemîn perwerde li akademiya şehîd Yekta Herekol hat dayîn, heya salekê endamên me perwerde tê de didîtin. Her endamek senaryoyek nivîsand û bû derhênerê/a wan senaryoyên xwe û bi pêşketinan re êdî bi xwe fîliman çêkir. Her wiha beşa nîşandana fîliman jî pir girîng e, rast e heya niha salonên me yên sînemayê tune ne lê em di hemû navendên xwe yên çand û hunerê de, li gund û taxan fîlimên xwe pêşkêş dikin. Aliyê din jî nêrîna gelê me li ser fîliman ji bo me pir girîng e û ji bo qezenckirina baweriyeke mayinde me hinekî zehmetî di vî alî de kişand. Her wiha civaka me cesaret nedikir ku zarokên xwe bişînin sînemayê ji bo di fîliman de rol bigrin. Niha guhertinên pir mezin çêbûne, ji ber ku dema naveroka fîlimekî xweşî û nexweşiya vê civakê pênase bike, ew rehetî bi civakê re çêdike û dihêle ku jê hez bike.” 
Di sînemayê de rola derhêner û lîstikvanên jin 
Nadiya bal kişand ser rola derhênerên jin di sînemayê de her wiha pêşketina tevgera lîstikvanên jin jî nirxand û wiha pêde çû: “Helbet sînemaya ku rola jinan tê de pêşeng nebe, aliyê wê yê pênaseyî kêm dimîne. Ji bo wê derhênerên me yên jin roleke pêşeng di sînemayê de dilîzin lê bi rastî hejmara wan kêm e. Min anî ziman ku civaka me destpêkê ne bawer bû jinan bişînin karê sînemayê, vê yekê zehmetî bi me re jî da jiyîn. Ji ber ku dema me digot lîstikvanên jin ji me re pêwîst in pir malbatan qebûl nedikirin keçên xwe bişînin êdî ev yek jî hat derbaskirin û niha piraniya lîstikvanên me jin in. Niha di sînemayê de derhênerên me yên jin mijarên ku çêdikin li ser jin in û lîstikvanên sereke yên jin in. Mînak fîlimê Berbû Derhêner Safînaz Evdikê senaryoya wê nivîsand û derhêneriya wê kir. Naveroka wê jî li ser dagirkeriya bajarê Serêkaniyê bû ka jinan çi kiryar û êş kişandin. Di fîlimê Berbû de derhêner, alîkara derhêner, kamerevanên wê, lîstikvan, makyos, kesên cil û berg amade dikirin (kostum) û yên deng bi giştî jin bûn. Bêtirî 20 kurtefîlm, zêdetirî 7 belge filîm û 5 fîlim hatin çêkirin û heya niha jî berdewam dikin. Hin jê montaja wan bi dawî nebûye. Mijarên me jî li ser çand, jin, ziman, berxwedaniya şervanan, dengbêjî û hemû mijarên ku civaka me vedibêje bûn. Fîlimên me li hin mîhrîcanên navneteweyî jî hatin nîşandan û xelat girtin. Ya din me beşeke nû beşa mîhrîcanê li komîna fîlim a Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Destpêkê weke mîhrîcanek biçûk di 13’ê Mijdarê de me pêşkêş dikir, paşê bû mîhrîcanek navneteweyî gelek welatên derve fîlimên xwe şandin mîhrîcana me û me li vir pêşkêş kirin.”
Lîstikvan û mekanê kişandina me naveroka fîlimên me vedibêje
Nadiya cudahiya sînemaya Kurdî ji sînemaya derve şîrove kir û wiha got: “Sînemaya derve dibe piraniya senaroyên wan ji xeyalên derhêner be û cihê kişandina fîlim jî ew bi xwe dekorên wê çêdikin ji bo ku li gorî wî fîlimî be, cudahiya me jî ew e senaroyên fîlimên me piranî rastiya vê civakê tînin ziman. Pir caran dema me fîlimên xwe çêdikirin êrîş li ser herêmên me hebûn di nava kişandina filîm de dengê gule û bombebaranê dihat me. Em di kişandana fîlimekî de bûn li Efrînê wisa êrîş çêbûn lê me karê xwe bê rawestandin berdewam dikir, ji ber em di nava wê rastiyê de bûn. Di fîlimên me de lîstikvan piranî rola xwe dilîzin yanî wan bi xwe ev çîrok an bûyer jiyane û di fîlim de wê pêşkêş dikin. Lîstikvan rola xwe dilîzin xwe nakin roleke cuda ji bo me jî aliyê wê yê erênî heye em zehmetiya wê nakişînin. Heya cihê kişandina me ya fîliman jî şûnwarên wê bûyerê ne yanî em dekora wê çênakin ew bi xwe wisa ye. Mînak fîlimên li ser berxwedanê û şer dema em cêdikin em li bajarekî ku rastî êrîşan hatiye çêdikin bi rengekî ku ew mekan bi xwe naveroka fîlimê vebêje.”
Plansaziyên beşa sînemaya siberojê
Nadiya plansaziyên xwe yên dema pêş eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Niha fîlimek di destên me de heye senaryoya wê amade ye û di van mehên li pêşiya me de em ê amadekariyên wê bikin. Her wiha rêzefîlimek jî li pêşiya me heye em ê di dema pêş de aliyên wê eşkere bikin. Her wekî din perwerdeyên me yên der barê hemû beşên sînemayê de berdewam dikin. Hêviya me ew e ku di dema pêş de salonên taybet ji bo sînemayê werin avakirin û bi rengekî rehet em fîlimên xwe ji gelê xwe re li wan mekanan pêşkêş bikin wisa wê mereqa civakê jî ji sînemayê re geştir bibe.”