Rûhiyê Ehmed: Huner îfadekirina hestan û dermanê stresê ye

Rûhiyê Ehmed a di navbera endezyarî û stranbêjiyê de riyek xêz kir, bi rêwîtiyek bêhempa ya serkeftina akademîk bi hezkirina hunerê re dike yek. Rûhiyê Ehmed, tevî helwestên civakî yên li hemberî stranbêjiya jinan stranan dibêje.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Dr. Rûhiyê Ehmed a li herêma Jorîn a Misrê, ligel hewesa xwe ya muzîk û stranbêjiyê, kariyera xwe ya akademîk didomîne. Rûhiyê Ehmed a li Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Sphinx mamosteya zanistên bingehîn e, di heman demê de di Koma Muzîkê ya Erebî ya Asyut de jî stranbêj e.

Têkiliya Rûhiyê Ehmed a bi stranbêjiyê re, di 7 salî de bi tevlîbûna koroya zarokan a Qesra Çandî ya Ebû Tîg dest pê kir. Rûhiyê Ehmed, heta salên dibistana amadeyî stranbêjî kir û piştre ji ber nebûna stranbêjên mezin ên li herêma xwe, berê xwe da lêxistina amûran.

Bi mamostehiyê muzîkê domand

Rûhiyê Ehmed a di salên amadeyî û zanîngehê de ji muzîkê dûr neket, li navendên çandî yên cûrbecûr ên wekî Qesra Çandî ya Ebû Tîg, Navenda Çandî ya Ehmed Bahaeddîn, Qesra Çandî ya El-Ghanayem û Klûba Dadwerên Asyut, dest bi hînkirina muzîkê ya ji zarokan re kir.

Piştî demekê, wê fêm kir ku hînkirina ji bo kesên din ne bes e û biryar da vegere perwerdeya xwe ya muzîkê û kariyera xwe ya stranbêjiyê. Yek ji xalên girîng ên werçerxê ya di jiyana Rûhiyê Ehmed de ew bû ku dema Rûhiyê zarokan fêrî stranbêjiyê dikir, bestekar Ayman Helmî wê bihîst û wê teşwîq kir ku vegere stranbêjiyê.

Piştre Rûhiyê Ehmed, beşdarî "Civîna Çandî ya Misra Jorîn a Duyemîn" bû, xebatên Koma Muzîkê ya Erebî dît û biryar da ji bo jêhatîbûna xwe bi pêş bixe tevlî wan bibe û bi awayekî çalak stranbêjiyê bike.

‘Jêhatîbûn ji bo serkeftinê enerjiyê dide mirovan’

Rûhiyê Ehmed, bawer dike ku xebata akademîk û stranbêjî bi nakokî nîn in û diyar kir ku jêhatîbûna wê ya hunerî tevlî serkeftina wê ya akademîk bûye, da zanîn ku di sala xwe ya ewil a zanîngehê de di beşa xwe de bûye duyemîn û di Zanîngeha Asyutê de jî bûye seyemîn. Rûhiyê Ehmed, di salên dibistana amadeyî de dema ku perwerdeya xwe berdewam dikir, beşdarî pêşbirkên muzîkê jî bû.

Rûhiyê Ehmed, da zanîn ku di heyamên ewil ên zanîngehê de bi şîreta hinek kesan hewl daye dev ji hunerê berde lê ev yek zêde nedomand û got: “Stranbêjî ji bo min ne tenê hobiyek e. Li gorî min muzîk cihekî girîng e ji bo nefesgirtinê, dihêle ji stresa jiyana rojane û kar dûr bikevim. Mijûlbûna bi hunerê re serkeftina akademîk kêm nake; berevajî vê yekê dikare ji bo afrînerî û balkişandinê enerjiya bêhtir peyda bike. Ez hewesa xwe ya muzîkê, bi xwendekarên xwe re parve dikim û hinek ji wan ji bo konser û çalakiyê li zanîngehê amade dikim.”

‘Xwendekarên ku beşdarî çalakiyên hunerî dibin serkeftina xwe ya akademîk jî diparêzin’

Rûhiyê Ehmed, diyar kir ku muzîk alîkariya wê dike ku bi xwendekarên xwe re têkiliyên nêziktir ava bike û destnîşan kir ku bi taybetî xwendekarên ji bajarên cuda, derfetên wan ên girtina perwerdeya muzîkê ya profesyonel kêmtir in. Rûhiyê Ehmed, da zanîn ku vîdyoyên konser û provayan li ser platformên medyaya dîjîtal ên mîna TikTok parve dike û ev dibe sedem ku xwendekarên ji fakulteyên cuda bigihîjin wê û ji bo pêşxistina jêhatiyên xwe yên stranbêjiyê alîkariyê bixwazin. Rûhiyê Ehmed, tekez dike ku xwendekarên beşdarî çalakiyên hunerî dibin, serkeftina xwe ya akademîk jî diparêzin û destnîşan dike ku hobî û huner li pêş serkeftinê ne astengî ne, hêmanên ku piştgiriyê didin wê ne.

‘Ez ji aliyê hinek xizmên xwe ve rastî nerazîbûnan hatim’

Rûhiyê Ehmed, di destpêka kariyera xwe de ji aliyê xizmên xwe ve re der barê stranbejiya jinan de bi nerazîbûnan re rûbirû maye li bi piştrastkirina ku hunera xwe di nava saziyên pêbawer û bi navûdeng de dişopîne, riya xwe domand.

Rûhiyê Ehmed, dibêje ku bi îsbatkirin û pêşkêşkirina li navendên hunerî yên navdar perspektîfa kesên li dora wê guheriye û bi demê re, nerazîbûn veguherîne teşwîq û piştgiriyê û wiha axivî: “Malbata min a nêz piştgiriyê da min li ji aliyê hinek xizmên xwe yên dûr ve rastî nerazîbûnan hatim.”

‘Wê strana min a çaremîn xwedî nirxeke hunerî û peyamek mirovî be’

Rûhiyê Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanc dike ji bo peyamên civakî bigihîjîne dengê xwe bi kar bîne û da zanîn ku ew berhemên xwedî nirx û wate û nirxandina hunerî ya civakê zêde dikin tercîh dike. Rûhiyê Ehmed, axaftina xwe wiha domand: “Ez ne li dijî stranên hestiyar im lê dixwazim bi muzîk, gotin û besteyên bi kalîte û bi nêzîkatiyek rêzdar pêşkêşî guhdaran bikim. Heta niha min sê stran pêşkêş kirin û strana min a çaremîn dê xwedî nirxeke hunerî û peyameke mirovî be. Huner ji bo îfadekirina hestan û reva ji stresa jiyanê, riyeke girîng e. Her wiha jêhatîbûn diyariyek e ku dihêle mirov hestên xwe veguherîne enerjiya afirîner.”

‘Muzîk derfetê dide min ku xwe îfade bikim’

Rûhiyê Ehmed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Huner qet alternatîfek ji bo perwerde û kar nîn e û bêrevajî vê yekê wan temam dike. Muzîk derfetê dide min ku xwe îfade bikim, bi xwendekarên xwe re têkilî deynim û bi riya hunerê beşdarî civakê bibim.”