'Nameyên ji Şengalê' ne fîlm e, heqîqet e...

Lîstokvana Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ Roza Mistefa derbarê film de destnîşan kir ku filma Nameyên ji Şengalê rastiya fermanê dibêje û ev film ji dîrokê re wek mîras maye.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-Amadekariya filma ‘Nameyên ji Şengalê’ di sala 2018’an de destpê kir. Film ji aliyê Produksiyona Nûjiyan û derhêner Dersîm Zêrevan ve hatiye kişandin. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ fikir, drama û hem jî belgefilm di hundirê xwe de dihewîne. Film ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek xuya dike. Film li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandan, her wiha niha jî li seranserî Ewrûpa tê pêşandan. Der barê naverok û mijara film de Lîstokvana Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ Roza Mistefa ve ji ajansa mere nirxand.

‘Film bi dest û fikrê jinê çêbû’

Roza Mistefa diyar kir ku dema navê wê weke lîstokvana sereke hate hilbijartin derbasî Şengalê bû û got: “Di gava yekem de dema navê min ji bo filma ‘Nameyên ji Şengalê hate hilbijartin,  min berê xwe da Şengalê. Di wan salan de hem ji aliyê hêzên Iraqê ve hem jî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve zext û zehmetiyek mezin li ser gelê Şengalê hebû,. Dixwastin ev tesîr û zext li ser filma me jî çêbibe, lê dema gel didît em berhemek ji bo wan gelan dikin, kêfxweş dibûn û dizanîn em êşa wan dighînin her derê. Filma me ji jinan pêk dihat û ji her aliyên Kurdistanê jin beşdarî vê xebatê bûn.”

‘Film rastî, çand, êş û berxwedana gelê Êzîdî tîne ziman’

Roza Mistefa da zanîn ku gel bi awayek xurt beşdarî kişandina filmê bûne û wiha dom kir: “Gelê Şengalê bi xwe jî dema ku dîtin fermana ku têde derbas bûne û film li ser tê çêkirin, ew bi xwe jî bi morelekê tevlî bûn. Dema senaryo xwendin û naskirin dîtin, ew film rastî, çand, êş û berxwedana wan îfade dike, gel bi awayek xurt beşdarî vê filmê bûn. Her wiha me morelek pir mezin ji gel digirt. Di gelek cihan de gel cihê xwe digirtin. Gel jî vê fermanê ji rêze nedigirtin. Xwestin ev film ji dîrokê re bimîne.”

‘Di film de yekitiya gel û şervanan xuya dikir’

Roza Mistefa destnîşan kir ku ew wek şervanek cihê xwe di filmê de girtiye û wiha got: “Rola min jî ez şervanek bûm û di destpêkê fermanê de bi gelê Şengalê re bûm. Dema tu diketî nava gel, şervanan banorek mezin li gel kiribûn. Ev şervan her bi gel re ye û tiştên ku gel jiyan dikir şervanan jî jiyan dikir. Dema min senaryoya vê şervanê xwend ji min re giran hat û rola ku diket li ser milê min divê ez keda wê şervanê baş bidim xuya kirin. Min xwest ez rola wê şervanê xweş û li gor keda ku di wan deman de daye pêk bînim. Di senaryo de êş û azar hebû, lê em ji bîr nekir ev ne fermana yekem bû. Ev film bandorek  mezin li kesayeta min kir. Ew şervan dixwast wê gelê bighîne cihê aram û li hember wê yekê şer dikir û gel diparastin. Her wiha di senaryoyê de moral, alîkarî û girêdanbûnek di navbera şervan û gel de hebû. Di heman demê de xuya dikir ku gel li pişt şervana ne, şervan jî piştî gel digirt ruh û morelek mezin di holê de hebû.”

‘Bi rêya vê filmê rastiya fermanê tê nîşandan’

Roza Mistefa herî dawî diyar kir ku hêviya wan ewe ku ev film bi awayek baş bê dîtin û got: “Em bi hêvî ne ev film li gor dilê gelê me be. Ev film ji bo her kurdekî ezmûneke. Ewqas fermanên mezin li ser gelê Şengalê hat û ser hat girtin, lê me nexwest ev fermana dawî li ser bê girtin. Îro ev film rastiya wê fermanê raber dike û ji dîrokê re weke mîrasekê ma. Em hemû jî êşa wê gelê dizanin û çi êş jiyan kirine. Em bi hêvî ne ev kare me herkes biecibîne. Me jî di dema kêşana filmê de gelek zehmetî jiyan kir û hêzên ku êrîşî gel dikirin, bandor li ser karê me jî dikir. Ruxmê wê jî bi îradeya gel û îradeya ekîba filmê ev film çêbû. Em bi hêvî ne ev film bi rengek baş bê dîtin û bi dilê herkesê be.”