Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê: Em ketine serdema koçberiya avhewayê

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku em bi awayekî fermî ketine serdema koçberiya avhewayê û diyar kir ku ger çalakiyên bi bandor neyên kirin, tenê li Afrîkayê heta dawiya salê 105 milyon kes wê bibin koçberên avhewayê.

Navenda Nûçeyan- Amy Pope ya ku wek Dîrektora Giştî ya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat hilbijartin, daxuyaniyeke nivîskî da. Amy Pope diyar kir ku Lûtkeya Avhewayê ya Afrîkayê dê di navbera 4-6’ê Îlonê de li Nayrobî paytexta Kenyayê were lidarxistin, ji bo çareserkirina kêşeyên guherîna avhewayê û tevgerên mirovan beriya lûtkeyê banga çalakiyên berbiçav kir.

‘Lûtkeya Avhewayê ya Afrîkayê dê bibe firsendeke nedîtî’

Amy Pope diyar kir ku lûtke di dîroka parzemînê de wê bibe “Hevdîtina herî mezin” ya serokên welatên Efrîqayê, wezîr, nûnerên saziyên Neteweyên Yekbûyî, hevkarên mirovahî û pêşketinê, sektora taybet û ciwanan. Amy Pope diyar kir ku ev lûtke dê bibe firsendeke nedîtî ji bo ku bandorên zêde yên guherîna avhewa li ser tevgera mirovan li Afrîkayê were çareser kirin û got:

“Welatên Efrîqayê di nav welatên ku herî zêde ji bandorên guherîna avhewayê metirsîdar in û bi bandorên giran ên krîza avhewayê re rû bi rû ne, wek ziwabûn, lehî, germahiya zêde û bilindbûna asta deryayê. Di sala 2022’an de li Efrîqayê ji ber karesatên xwezayî zêdetirî 7,5 mîlyon mirov koçber bûn.”

‘Li Afrîkayê heta dawiya salê 105 mîlyon mirov wê bibin koçberên avhewayê’

Amy Pope got: “Em bi fermî ketine serdema koça avhewayê” û bal kişand ser pêdiviya çareseriyên lezgîn ên ku dê têkiliya di navbera guherîna avhewa û tevgera mirovan de li ser astek parzemînî çareser bike. Amy Pope bi bîr xist ku Banka Cîhanî ragihand ku tenê li Afrîkayê ji ber guherîna avhewayê heta sala 2023’an 105 mîlyon mirov wê bibin koçberên avhewayê, ger çalakiyên bi bandor û domdar neyên kirin. Amy Pope diyar kir ku IOM dikare bi bandorên domdar re tevkariyê bide têkoşîna domdar.

Amy Pope dê di 1’ê cotmehê de ji bo heyamek pênc salî rola Rêvebirê ji Antonio Vitorino bigire.