Pirtûka ‘Dîroka Rojnamegeriya Helebce’ hat nasandin

Bi merasîmekê danasîna pirtûka ‘Dîroka Rojnamegeriya Helebce’ ku ji aliyê rojnameger Nizar Kerîmî ve hat nivîsandin, hat kirin.

Helebce - Duh li Helebceyê Sendîkayên Rojnamegerên Kurdistanê û Navenda Geşepêdana çalakiya Welat, li baxçeyê Navenda Geşepêdan çalakiya welat merasîmek ji bo danasîn û bexşîna pirtûka Dîroka Rojnamegeriya Helepce’ ku ji aliyê rojnameger Nizar Kerîmî ve hat nivîsandin, hat kirin.

Pirtuk ji aliyê nivîskar û rewşenbîr Necmedîn Gûryan ve hat nasandin, piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.

‘Rojnamegerî û dîrokek kevin li vî bajarî heye’

Nivîskarê pirtukê Nizar Kerîm wiha got: “Ev pirtuk der barê dîroka rojnamegerî û lêkolînên li ser rojnamegeriya Kurd dîtine, bihîstiye û xwendine de li Helebce ji sala 1953’an heta Gulana sala 2023’an li 82 dezgehên rojnamegrî hebûn, ji derveyî nûnertiya kanalan niha tenê 14 dezgeh berdewam dike. Armanca me bi belavkirina vê pirtûkê ew e ku dîroka rojnamegeriya kevin heye destpêkê avakirina rojnamegerî li vî bajarî hebû, em dikaribûn dîroka vî bajarî tomar bikin.”