Pêşangeha jinên Filistînê ya “Neynikên Filistînî18”

Li Xezayê pêşangehek hunerî ya bi navê “Neynikên Filistînî18” ji bo jinên Filistînê hat vekirin ku projeyên biçûk ên jinan tîne cem hev û bi hev re dike xwedî hêz

Li Xezayê pêşangehek hunerî ya bi navê “Neynikên Filistînî18” ji bo jinên Filistînê hat vekirin ku  projeyên biçûk ên jinan tîne cem hev û bi hev re dike xwedî hêz
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Bi dehan jinên xwediyê pirojeyên biçuk li Xezayê kom bûn ji bo amadekariya destpêkirina pêşangeha "Neynikên Filistînê 18" li hev kombûn. Pêşangeha jinan a duh despêkir îro jî heta êvarî dewame. Ji bo derfetê bidin karsazan ku bikarin berhemên xwe yên cihêreng bigihînin dîdaran pêdivî bi vê pêşangehê dîtin. Di pêşangehê de gerokek dikare bala xwe bide cihêrengiya hilberînan û rastbûna çêkirina wan, ji mûmê bigire heya kincan, xwarinên bitendurist, goşeyên bijîjkî ku tê de hin kirem û hilberînên lênihêrîna laş hene. Ev hemî goşeyên biçûk bûn ji bo jinên Filistînî yên ku beşdarî pêşangehê bûn da ku tekezî li ser girîngiya rola jinan di dîtina çavkaniya debara xwe de bikin. 
“Pêşangeh derfeteke ji bo jin berhemê xwe bidin dîtin”
Rêvebira Cîbicîkar a Pêşangeha Neynikên Filistînî Dîma El-Şerfa, dibêje ku di pêşangehê zêdetirî 60 goşe û komên beşdaran dihewîne, ku piraniya wan ji bo jinên karsaz in ku dest bi projeyên xwe yên biçûk kirine ji bo debara xwe û malbatên xwe û wiha didomîne: "Ev jin her dem bi rêya malperên tora civakî bi bihêzkirina rûpel û naveroka xwe û zêdekirina hejmara şopînerên xwe têne piştgirî kirin, da ku rola yekgirtî ya pêşangehê were ku derfetê dide wan ji bo berhemên xwe bifiroşin û tekezî li ser kalîteya berhemê bikin di nav hebûna berfireh a tameşevanan de.”
Goşeyê Cûmana jî yê gerdenî û xemilane 
Cûmana Sîsalêm, xwediya goşeya "Kokteyl Jojo", diyar dike ku ew beşdarî pêşangehê bûye da ku berhemên xwe bifiroşe ku gerdenên neqişandî û her cure zêran dihewîne, ji bilî berîkan û hejmarek berhemên din. Yek ji wan zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimîne nebûna madeyên xav e ku ji bo çêkirina karên destî hewce ne û buhabûna wan, lê domandina projeya wê a teybet dimîne armanca wê a sereke ku ber bi berdewamiyê ve dibe.
Projeya "Çîroka Kêfxweşiyê"
Îslam El-Şerfa jî da zanîn beşdarbûna di pêşangehê de derfetek e ji bo firotina berheman, ji ber ku projeya wê, "Çîroka Kêfxweşiyê" ya ku pispor e di pêdiviyên dawet û boneyan de, wek belavkirin, koşa, gustîl û pêvekên din, dibe ku ji xerîdar hewce bike ku dest bavêje van tiştan da ku qalîteya wan û heqê mîktara darayî ya ku ew daxwaz dikin piştrast bike, berevajî rûpelên malperên tora civakî û wêneyên ku dibe ku ji mebestê re nebin.
Di goşeya "Yên şîrîn" de jî xemlên xweşik hene
Li aliyekî din Amanî Beşîr a ku beşdarî goşeya bi navê "Yên şîrîn" ji bo cil û bergên jinan bûye, rewşa dijwar a aborî li Xezayê û ji lawazbûna pêvajoya firotina berhemên xwe êş dikşîne. Ji ber ku projeya wê ya ku ji 8 meh berê de vekirî ditrise ku ew wê bigire û vegere rewşa xwe ya berê li ber bêkarîya asê ya ku jinên ciwan li Xezayê jê êş dikînin, vê yek jî hişt ku beşdarî pêşangehê bibe bi hêviya ku ew bikare mişteriyên nû bibîne.
Dikana Tenduristiyê"
Jina ciwan Fîda Siyam jî dixwest ku fikra projeya wê cûda be, ji ber vê pisporî di xwarinên tendurist ên bê şekir ên wek rûn, kajo, loz û hemî xwarinên din de kir, zêdeyî giringî bi gogên enerjiyê da û wiha behs dike: "Min navê projeya xwe kir "Dikana Tendurist" ji ber ku taybetmendiya herî girîng a hilberên min  ji bo zarokan û şopînerên sîstema xwarinê a tendurist guncew e. 
Çêkirina muman
Xwendekara Dadrêsiyê ya Zanîngeheke Filistînê Lama Abu Oun jî xwest zu dest bi projeya xwe ya çêkirina mûman e, bike, da ku çavkaniya xwe ya dahatê peyda bike li ser xebatên xwe wiha dibêje: "Xwendina min li pêş min nabe  asteng ji ber ku ez dizanim çawa dema xwe bi rêxistin bikeim. Karkirina ji malê û nezanîna xerîdar ji berhemên destçêkirî yek ji wan zehmetiyên herî girîng e ku pê re rû bi rû me.
Atolya necariyê
Nûnera Komela Hevkarî ya Zeyne ya Jinan Eman Selama dibêje ku ew îro beşdarî pêşangehê bû û ji bo ku hin berhemên jinan ên wek bûkel û hin berhemên darîn bifroşin ku komele pispor e di hilberîna atolyeyên taybet ên wekî kargeha necarî û dirûtinê ku nêzî 27 jin tê de dixebitin. Biha di destê her kesî de ye û beşdarbûna jinan di pêşangehan de afirîneriya wan di çêkirina berhemên ku pêşkêş dikin de nîşan dide, lewra komeleya wan di seranserê salê de beşdarî gelek pêşangehan dibe.