Hine di çanda gelên Rojhilata Navîn de hebûna xwe diparêze

Zahîda Kenan der barê çanda hineyê dibêje ku hine mîrateyeke hêja ye û feydeyên wê ji bo tendirustiyê hene û got ku ev çand bi destên jinan hatiye parastin û hêvî kir ku jinên ciwan boyaxên kîmyewî bi kar neynin.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Hine bi gelemperî yek ji navdartirîn peyvên mîrateyê temsîl dike. Tevî guhertinên mezin ên ku civakan di van salên çûyî de kişandin, hine statû û hebûna xwe domand ku bi rîtuelên şahî û pîrozbahiyê re têkilîdar e, çi di munasebetên civakî yan cejnan de. Hine weke amûrek xemilandinê belav bûye û bi xwe jî weke dermanek tê bikaranîn. Her wiha hine ji bo jinan merasîma dawetê ya herî sereke ye li cem Kurdan û gelên li Rojhilata Navîn. Di heman demê de hine ji bo serêşê, ango di ling de nexweşiyek derkeve derman dike. Ji bo xemilandina dest jî rêbazeke sereke ye. Lê di dema niha de bikaranîne hineyê kêm bûye heta nifşên niha bi kar naynin. Jin bi xwe hine çêdikin, pelên kesk ên hişkirî yên dara hinê hûr dikin û bi ava germ nerm dikin. Ji bo ku em hîn zêdetir feyde û çanda hineyê fêr bibin jina bi navê Zahîda Kenan ji me re axivî.  
"Feydeyên hineyê yên ji bo tendirustiyê"
Zahîda Kenan a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, dibêje ku gelek feydeyên hineyê hene û wiha pê de çû: "Hine li cem me çandek e, ji zaroktiyê ve dayika me porê me hine dikir. Beriya şevekî hine tê nermkirin û roja din jî me li porê xwe û destê xwe dida. Heta roja îro jî hine ji mala min kêm nabe û ez her çendê carekê bi kar tînim. Hine ji demên berê ve weke amûrek xemilandin û bedewbûnê tê nasîn. Kesên ku porê xwe hine dikirin, me bi navê porsor ew bi nav dikirin. Di hineyê de hêmanên boyax, asîdên xwezayî, vîtamîna C û K peyda dibin û koka por qewîm dike. Di heman demê de êşa serî dibire. Pelên hineyê ji bo çêkirina dermanên şîfayî tên bikaranîn. Dema ku demek dirêj ez hineyê li porê xwe nedim êş dikeve serê min. Ez yekser ferq dikim ku ne rehet im, çavên min dixwirên û guhên min tên girtin, heta dengê min tê guhertin. Dema ez hineyê çêdikim, hermel, qaşûlên pîvazê jî tevli dikim û bi kar tînim."
"Çanda hineyê, weke mîrateyek e"
Zahîda bal kişand ser cudahiya hineyê ji boyaxên kîmyewî û wiha got: "Me hineyê di rîtuelên şahî û pîrozbahiyan de bi kar dianî. Dema em biçûna serdana malbatekê, destpêkê me porê xwe hine dikir ku dihêle rengê mirovan pê vebe û ji bo porê spî jî dihat bikaranîn. Her wiha adetek hebû, dema ku hinek ji gundiyan diçûn ser dilovaniya xwe, jinên gund heta demeke dirêj hine li porê xwe nedidan, wekî rêzgirtineke di navbera mirin û hineyê de hebû. Gelek cudahî di navbera hine û boyaxên por yên kîmyewî de hene, ez li dijî boyaxên wiha me ji ber ku zirarên wê li ser porê hene û por dişewitîne. Hine jî por bi hêz dike û dirêjiyê didê wê û ez bi hêvî me ku ciwan berê xwe nedin boyaxên kîmyewî. Çandeke hineyê heye û ji bo me weke mîrateyek e."
"Divê ku çanda hineyê bê parastin"
Zahîda got ku pêwîst e çand neyê windakirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelek kes hene ku heta niha jî hineyê bi kar tînin. Divê her dayikek çanda hineyê fêrî zarokên xwe bike da ku neyê jibîrkirin. Gelek cureyên heneyê weke çapan, kîsê telîsî û mûsilî hene. Wekî her tiştî di hineyê de jî gelek tişt hatine guhertin û weke xwezayî nayê firotin. Jinên ku hine bi kar tînin dikarin zeyta zeytûnan û qehwe jî beşdar bikin gelek feydeyê dide mirovan. Her wiha hinek jî mast tevli hineyê dikin da ku por nerm bike. Hinek jî rayê xernûbê tevli dikin da ku rengê wê sortir bibe. Di demên borî de me du roj li ser hev li serê xwe dida da ku sorbûna wê tarî bibe. Bi destên dayikan ev çand dê mayinde bibe, ji ber ku dayikan nehişt ev çand winda bibe. Ez bi hêvî me ku jin rê nedin windakirin û helandina vê çandê."