Pervîn Buldan: Newroz dê bibe starta guhertinên mezin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku tifaqa Newrozê dê bibe peymaneke mezin ya têkoşînê û got ku Newroz dê bibe starta guhertinên mezin.

Amed- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna çapemeniyê ya Deklarasyona Newroza 2023’an hat ragihandin de axivî.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna deklarasyona Newroza 2023’yan a li Amedê de axivî. Pervîn Bûldan da zanîn ku ew Newroza 2023’yan êşa erdhejê pêşwazî dikin û wiha got: “Careke din Xwedê rehmetê li hemû qurbaniyên erdhejê bike, ji xizm û hezkiriyên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazim. Ji hemû birîndaran re jî silametiya xêrê dixwazim. Hevalên me di daxuyaniyê de diyar kirin ku em ê Newroza îsal bi coşeke cejnê pîroz nekin. Em ê ne bi coşeke cejnê, lê li gor ruhê Newrozê pêşwazî bikin. Ji ber ku bi taybetî Newroz bi sedsalan yek ji cejnên kevnar ên gelê kurd e li ser vê axa qedîm hatiye pîrozkirin. Em ê îsal ne bi coşeke cejnê, lê di atmosfereke şînê de vê yekê bikin. Em hêvî dikin ku wê daxwazên hevpar ên gelên me tê de bên îfadekirin.” 

‘Emê di qadên Newrozê de peyamê bidin hikûmetê’

Pervîn Buldan anî ziman ku Newroz roja jiyana wekhev û azad e û got: “Newroz di heman demê de navê berxwedana li dijî xerabî, zilm, neheqî, qedexe, îstîsmar û hemû xerabiyên li Tirkiyeyê ye. Newroz rojek e ku li dijî polîtîkayên xitimandinê û tecrîdê îradeya têkoşîna demokratîk, çareserî û muzakereyê bi dengekî bilind tê qîrînkirin û îfadekirin. Newroz vejîna hêvî û hevdîtina bi wêrekî ye. Civîna hevgirtina gelan e, di îradeya yekitiya neteweyî de pêkvebûn e, hevpariya têkoşînê ye.”

Pervîn Buldan diyar kir ku wê ji qadên Newrozê peyaman bidin îktidarê û wiha axivî: “Em jî di serdemeke ku herî zêde wê hevgirtina civakî bilind bibe de dijîn û ji bo ku em karibin birînên gelê kurd bipêçin, divê em bi hev re bin. Erdhejê ji ber ku gelek wêranî anî. Em di vê demê de êşên mezin dikişînin. Bi heman awayî girîng e ku em bi hev re yekitî, hevgirtin û bihevrebûnê hîn zêdetir ragihînin û şert û mercên afirandina wê peyda bikin. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin. Ji ber vê yekê li qadên Newrozê tiştên me yên cuda hene. Di pêvajoyeke ku herî zêde li dijî vê fermana xerab divê em jiyanê biparêzin û ji bo avakirina sîstemeke zindî bihêle de em dixwazin peyama ‘Dema we qediya ye, gelên Tirkiyeyê guhertinê dixwazin’ bidin îktidarê.

Em ti carî dev ji têkoşîna xwe bernadin’

Civîna Newrozê ya gelan, tifaqa Newrozê wê ji bo avakirina siberojek nû bibe peymaneke têkoşînê ya mezin. Di vê wateyê de Newroza îsal jî ewqas girîng e. Dixwazim bibêjim ku em ê bi yekitî û hevgirtinê bi têkoşîneke hevpar vê pêk bînin û em ji dil pê bawer in. Peyama din a ku em ê bidin jî ew e ku em ê li hev bicivin û em ê li qadên Newrozê nîşanî AKP û MHP’ê bidin ku em ji îktidara we natirsin, em ti carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. 

Newroz wê bibe destpêka guhertinek mezin a nû’

Em dizanin ku ev îktidar neyarê kurdan, aştiyê û jinan e. Îktidarek qeyûmvan e. Em ê carek din li qadên Newrozê nîşan bidin ku ev pergal wisa dewam nake. Wê têkoşîna jiyana bi rûmet bi ser bikeve. Teqez em ê nîşanî vê îktidarê bidin ku wê herka dîrokê biguhere. Em ê viya biguherînin û bi ser bixînin. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê teqez wê viya biguherînin. Newroz wê bibe destpêka guhertinek mezin a nû. Gel biryara xwe daye û di çareseriya demokrtîk de israr dike. Em hemû viya dibînin. Dema ku îktidar li girseyên Newrozê binêre wê teqez çûna xwe bibîne. 

Dê sînyala guhertinê di Newrozê de bê dayîn’

Wê îktidar di Newrozê de yekitiya gelê kurd û yekitiya gelên Tirkiyeyê bibîne. Ruhê Newrozê ku wê îradeyek mezin derxe holê, dê di 14’ê Gulanê de veguhere ruhê guhertinek mezin. Teqez wê ev pergal were guhertin. Wê sînyala guhertinê di Newrozê de bê dayîn. Ez carek din hemû gelên me vedixwînim qadên Newrozê û em yekitî û hevgirtina xwe nîşanî her kesî bidin.”