Orkestraya Senfonî ya Iraqê li Şanoya Niştimanî konserek da

Piştî navbereke zêdetirî salekê ji ber belavbûna koronayê, Orkestraya Senfonî ya Iraqê vedigere da ku bi amadebûneke berbiçav û bi performansek fantastîk li ser sehneya Şanoya Niştîmanî ya Iraqê li navenda bajarê Bexdayê pêşandanên xwe yên muzîkî pêşkêş bike.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Koma senfonî di salên 1940'î de dest bi karê xwe yê muzîkê kir lê damezrandina wê di sala 1959'an de bi fermî hat ragihandin û Orkestraya Senfonî ya Iraqê yek ji kevintirîn senfoniyên cîhanê tê dîtin. 
Der barê rola jinan de, me hevdîtinek bi muzîkjena rîtm "Pace Drum Trinkle" re di nav koma senfonîk Nûr Mihemed de kir. Wê di destpêka axaftina xwe de li ser mirina hejmarek ji endamên komê ji ber nexweşiya koronayê û yên din axivî û got: "Me endamên hêja winda kirin lê hezkirina wan karê me yê muzîkê de berdewam dike û bi bedewiya ku wan her gav dixwest em dixebitin.”
Der barê hebûna jinan di Orkestraya Senfonî ya Iraqê de got: "Hebûna jinan di Orkestraya Senfonî ya Iraqê de bi serê xwe kêşe û piştgiriyek e ji bo jinan û pêkhateya wan û hebûna wan di hemû warên jiyanê de, bi taybetî jî di afirîneriyê de."
Nûr Mihemed diyar kir ku ew dixwazin çanda hunerî û muzîkê bidin nasîn û hejmara jinan di koma senfoniyê de zêde bikin, ji ber ku dibîne hin gumanbarên şiyan û afirîneriya jinan zilamên xwedî ramanên paşverû ne û wiha domand: "Ji ber tercîha mêran di dema guhdarîkirinê de, em di ragihandina dengê jinan di nava komê de, rastî zehmetiyan tên." 
“Muzîk cîhaneke pir nêzî jinan e”
Nûr Mihemed ku berî 10 salan dest bi kariyera xwe ya hunerî di cîhana muzîkê de kir, piştî ku Enstîtuya Hunerên Muzîkê li Bexdayê xilas kir û bû akademîsyen û pêşkêşvanek afrîner, dibêje ku pirsgirêkên ketina cîhana muzîkê ji bo jinan bi hilbijartina xwendina muzîkê de dest pê dike û ji bo mijûlbûna bi hunerê re jîngehek saxlem hewce dike. Ew di wê baweriyê de ye ku muzîk cîhaneke pir nêzî jinan e û wiha got: "Jin bi hest û pêwendiya xwe ya bi hêmanên jiyanê re, di muzîkê de bi coştir û bi bandortir in lewma têkiliya hîsî di navbera wan de zêdetir e." 
Der barê tecrubeya xwe ya di koma senfoniyê de dibêje: "Destpêk tevliheviyek ji berpirsyarî, azwerî û daxwaza serkeftinê hebû, nemaze ku her dem bala mêr bêtir li ser jinan e û yên ku hewl didin hebûna me têk bibin hebûn."
Her wiha Nûra Mihemed hebûna xwe di komê de îsbat kir, ji ber ku di koma jinan de yekemîn bû lê helbet ne ya dawî bû û hejmara jinan derket 9’an. Wê got: "Hêvî teşwîq dike ku jin zêde bibin û banga piştgirîdayîna hebûna zêdetir a jinan di koma senfonî de kir û her wiha piştgirriya şaneyê bi giştî kir û teqez kir ku pêwîst e rêjeya jinan di koman de heta nîvî were diyarkirin."
"Mûzîk peyama hezkirin û aştiyê ye" 
Konser di warê beşdariya xelkê de serkeftî bû, hemû kesên ku pir ji muzîkê hez dikin bilêt ji bo beşdarbûnê kirîn her wiha Maestro Mihemed Ezat yek ji stranên xwe lê da ku di pêşbirka muzîkê de li Almanyayê di pêşbirka muzîkê de li cîhanê baştirîn berhema muzîkê girt. Maestro Mihemed Emîn Ezat ku serkirdeyê orkestraya konserê bû, dibêje ku muzîk peyama hezkirin û aştiyê ye li cîhanê lê ew gazin dike ji paşguhkirina bi qestî ya hunerê û dibêje: "Ji sala 1990'ê heta îro min pênc nifşên orkestrayê dîtin û li gel şert û mercên dorpêç û şer, Orkestraya Senfonî ya Iraqê ji bo jiyan û bexşandinê hewl dide, hemû jî bi hewldaneke xweser pêk tên lê xemsariya saziyên hikûmetê û Wezareta Rewşenbîrî mezin û eşkere ye." 
“Jin zêdetir bi perwerdeyê ve girêdayî ne”
Mihemed Ezat wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em jî rastî pirsgirêkên lojîstîkî yên girêdayî cihê provayê û perwerdeyên beriya konserê tên. Heta em gihîştin astekê ku pereyan ji endamên komê kom bikin da ku cihekî ji proveyan re peyda bikin."
Her wiha li ser girîngiya bikaranîna jinan di koma senfoniyê de, wî got: "Pêkhateya jinan bêtir bi perwerde û amadebûnê ve girêdayî ne û di pêşxistina xwe de bi xîret in, di heman demê de şahî, bedewî û hezkirinê di koma senfoniyê de zêde dikin."
Mihemed Ezat piştrast dike ku ew ramana piraniya jinan di orkestrayan de kopya dike, wek Hollanda, Belçîka û welatên din ên ku jinan di orkestrayan de qebûl dikin.