Nivîskar Coxa El-Harsî hêjayî Xelata Wêjeya Erebî ya sala 2021'ê hat dîtin

Nivîskara Omanî Coxa El-Harsî bi romana xwe ya bi navê "El-İcram El-Semawiya" Xelata Wêjeya Erebî ya sala 2021'ê li paytexta Fransa Parîsê wergirt.

Navenda Nûçeyan – Di 29'ê Mijdarê de nivîskara Omanî Coxa El-Harsî bi romana xwe ya bi navê "El-İcram El-Semawiya" hêjayî Xelata Wêjeya Erebî ya sala 2021'ê hat dîtin û di merasîma xelatdayînê ya li Fransayê hat lidarxistin de xelat girt. 
Komîteya Amadekar a Xelata Wêjeya Erebî ji kesayetiyên cîhana hunerî, çandî û pisporên ji cîhana erebî pêk tên, pesnê romana Coxa ya ku rê dide vedîtina civaka Omanî, dan. Her wiha Komîteya serpereştiya Xelata Wêjeya Erebî bal kişand ser vê yekê ku tevî ev roman li ser rastiya Omanî ye, lê behsa tevahiya mirovahiyê dike.