Nivîskarên jin ên Efrînê: Em polîtîkayên qirkirinê dinivîsînin

Nivîskarên jin ên ku li ser zehmetiyên koçberkirina ji kantona Efrînê ya ji ber dagirkeriya dewleta Tirk derbasî nivîsê dikin, bal kişandin ser girîngiya nivîsandina li dijî polîtîkayên qirkirinê û gihandina rastiyê ji nifşên pêşerojê re.

EEDKIRINA ABDULLAH

Şehba- Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes neçar man koç bikin. Nivîskarên jin ên bi darê zorê ji Efrînê koçber bûne jî bi roman û çîrokên xwe armanc dikin ku dîroka xwe û êşên gelê xwe belge bikin û çanda xwe biparêzin.

Dixwazin şopekê li paşerojê bihêlin

Hatûn Îbrahîm a 23 salî ya ji gundê Basala yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, diyar kir ku wê 5 sal berê dest bi nivîsandinê kiriye û diyar kir ku dema ku dîroka gelê xwe vedibêje rastiya ku tê de derbas bûye ji bo belgekirina zehmetî û êşên gelê xwe bikar tîne û wiha detbi axaftina xwe kir: “Tişta ku çêbû, min xwest ez zêdetir binivîsim. Min dest bi nivîsandina romanek kir ku tê de min li ser qeyranên ku gelên herêmê dijîn rawestiyam. Min şer, ewlekarî, tirs, windahî û têkoşîn girt dest. Têkoşîn xwe nîvîsandin jî din av de gelek gelek teşeyê wê heye. Ez di civak, malbat û derdorê de rastî gelek zehmetiyan hatim, lê ez li ser armanc û têkoşîna xwe mam. Hewl didim bi pirtûk û romanan ji pêşerojê re bibim mînak."

'Jin li çanda xwe xwedî derketin'

Yek ji nivîskarên jin Dîcle Şexo jî diyar kir ku wan ezmûnên xwe veguherandin hêz û îradeya xwe û wiha pê de çû:” Gelek jinên ku li Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin, nehiştin ku koçkirin û derketina wan ji axa xwe îradeya wan lawaz bibe û israra wan a li ser nivîsandin û çandê bi giştî bê girtin. Jinan dema trajediya ku di şerê Efrînê de rû bi rû mane dinivîsandin ev dibe hêz û afirînerî. Ez hez dikim wextê xwe bi xwendina pirtûkên li ser siyaseta ku di dîrokê de hatine şopandin derbas bikim. Ez bi termînolojiyê re eleqedar im û min li ser wê nivîsandiye.  Ez niha li ser çapkirin û weşandina wê di nav xwendekarên dibistanan de dixebitim."

Erîşên li ser Efrînê polîtîkayên qirkirinê ye’

Mamosteya Kurd a 28 salî Mufîda Koto ku ji xwendina pirtûk, çîrok û romanan hez dike diyar kir ku ji sala 2014'an û vir ve gav avêtiye cîhana wêjeyê. Mufîde Koto da zanîn ku wê pirtûka bi navê “Hestên neqedandî” nivîsandiye û tê de behsa şano, êş û azarên ku şêniyên Efrînê di dema koçberiya bi darê zorê de jiyan kirine, kiriye û diyar kir ku Yekîtiya Rewşenbîran piştgirî daye çapkirina pirtûkê.

Mufîde Koto di dawî de wiha got:"Yek ji armanca êrîşên dijmin ên li ser kantona Efrînê, polîtîkayên qirkirinê ye. Yek ji gavên herî girîng ên parastina hebûn û dîroka Kurdan a li hemberî van polîtîkayan, nivîsandin û girtina xwendinê ye. Min ji bo nifşên paşerojê rêze çîrokên ku gelek peyaman digirin amade kiriye."