Nivîskara Misrê: Der barê wêjeya jinê de divê lênêrîna civakê were guhertin

Nivîskar Aya Yasser a ku bi roman û çîrokan êşên jin, zarok û mirovên astengdar tîne ziman, diyarkir ku ji bo jin kileşêyên der barê wêjeyê de derbas bike divê lênêrîna civakê were guhertin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Nivîskar Aya Yasser bi berhema xwe ya ‘Qêrînên Fetisandî’ jiyana jinan di qonaxên cûda de ew êşên ku kişandin, nêzîkatî, qeyran û hestên ku jiyan kirine aniye ziman.  ‘Qêrînên Fetisandî’ ne berhema yekem ya Aya Yasser e. Di 8 saliya xwe de pênusê digre destê xwe û ceribandinê dike û ji bo bibe nivîskar îlham li pey hev hate. Aya Yasser der barê serpêhatiya nivîsa xwe de bersîva pirsên me da.

 Çîroka pirtuka ‘Qêrînên Fetisandî’ li derdora kîjan tema û mijaran di zivire?

“Di çîrokê de pirsgirêkên ku zarok û mirovên xwedî pêwîstiyên taybet digre dest, di heman demê de pirjinî, suneta jinan, tundîtûjiya zayendî, bêpar hêlana ji perwerdê û balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û ew êşên ku jinan jiyan kiriye. Di vê çîrokê de min êşa jinên bê ziman û ker aniye ziman. Di heman demê de di şexsê jinek temen mezin ku ji aliyê kurê xwe  ve hatiye hêlan min bal da ser hestên mirovê ku xwedî pêwîstiyên taybet. Li aliyê din çîroka zarokek Filistinî bi navê Ummu Musa heye. Hevjinê jinê li dijî dagirkeran dinava têkoşînê de cih digirt û êşên ku dagirker didin gel tinim ziman.

‘Nivisên giring ên ku beriya ‘Qêrînên Fetisandî’ kijanin?

Beriya ‘Qêrînên Fetisadî’ sê romanên min heye. Berhema min ya yekem ‘Di korîdora veşartina biranînan de’ ye û navareoka wê jî li ser romanek ya polîsî bû. Ev roman di sala 2017’an de hate weşandin û ji aliyê gelek welatên Ereban ve rastî eleqeyekê hate. Piştre romana bi navê ‘Pistepistkirina Derî’ ku ji aliyê komek wêjeya Sana ve hatî nîqaşkirin derket. Ji bo zarokan çîrokên kin a bi navê ‘Ezê kengê mezin bibim’ ên ku ji çîrokên kurt ê rê nîşan dide pêktê, der barê zarokan de bi uslubet sivik ku xitabî wan dike min nivîsand. Di romana ‘Bîranîna Mekan’ de min vegera civaka Misrê nivîsand. Romana ‘Bîranîna Mekan’ li zanîngeha Ben Al- Siddiq ya li Cezaîrê di mijara taza lisansa bilind de hate bikaranîn.

Hûn bi nivîsên xwe pirsgirêkên jinan di teyisînin, derbarê mijarê de hun dixwazin çi bêjin?

Di nivisên xwe de bi giştî ez li ser psikoanalitik di sekinim, ji ber vê di cihana hindirîn ya karekteran de û xewnên ku hatin tepisandin yan jî di kurahiya wê de li ser tiştên hatî jiyankirin hîs dikim. Romana bi navê ‘Di korîdorên havizayê de windabûn’ li ruxmê ku dedektifeke aliyek yê psikolojik digre dest ew zextên ku qehreman rastî  hatî hestê veşartî di şopîne. Di nivisên xwe de min bal kişand ser gelek histên jinên ciwan yên ku serê wan tevlîhev dike. Dî çirokeke xwe de min êşa zarokek keç ku dayîk û xaltîka xwe winda kiriye kir mijar. 

Hinek mirov dema dinivîsin ji jiyana xwe ya taybet bandor dibin, di romanên xwe de hûn vê bandorê çiqas dibînin û bi giştî hûn di fikirin ku di pirsgirêkên jinan de bi bandorin?

Elbet em hemû ji ceribandinên xwe ên şexsî di jiyanê de bandor dibin. ‘Qêrînên Fetisandî’ ji li hevhatinê zêdetir nêzî rastiyê ye û hinek çîrokên di nav de rastin. Berê jî bi hinek qehraman re bi rastî nas kir û min hinek hêza xwe ya xeyalî anî ber hev. Ger em werin ser bandora wêjeyê li ser jinê, bi mijûlbûna bi xwe re, êşên çandî û di areneya civakî de pêşkêşkirin jî di nav de di gelek aliyan de bandore. Lê belê ji bo guherîna rastiya jinê pêwîstî bi gelek xwendevanan heye.

Di gelek qadan de rewşek rolên diyarker û qaliban de hatine heps kirin, di roman nivisên jin de gelo qalib hene?

Nivis bi giştî ji ber der barê qalibên weke dayiktî, tendirustiya welidîn û hestên romantik dizivire, bi giştî kilişeyek der barê wêjeya jinê de heye. Di heman demê de ji çavkaniya lênêrîna civakê jinên nivîskar rastî gelek astengiyan tên. Bi guherîna lênêrîna civakê ji bo wêjeya jinê, em bawer dikin ku wê kilîşeyên der barê wêjeya jinan de were guherîn.”