Nivîskar Laila El Shafeî: Wêje parçeyek ji têkoşîna jinan e

Nivîskara Mexribî Laila El- Sahfeî ya derbarê jin û wêjeyê de ji ajansa me re axivî bal kişand ku ji bo têkoşîna azadiya jinan nivîsandina wan girîng e û got jin bi têkoşîna xwe ya di vê qadê de dikarin pirsgirêkan çareser bikin.

HANAN HARITE

Mexrîb - Li Mexribê di warê nivîskariya jinan de pêşketinek berbiçav çêbûye. Nivîskarên jin hemû mijarên girêdayî jinan dinivîsînin bi hesasiyetek zêde êşên jinan vedibêjin loma her ku diçe berhemên wan zêde dibin.

Laila El-Shafeî ya destnîşan kir ku nivîsandina jinan serkeftinek e di mijarên jinan û çareseriya pirsgirêkên wan de pêk aniye, di hevpeyvîna ji ajansa me re got ku taybetmendiyên nivîsandinê yekem karekî tekekesî ye duyem jî  guhertina rewşa heyî armanc digre.

*Afrîneriya jinan çawa dozên wan çareser dike û bi ser dixe?

Di qada çandî de nakokiyên der barê têgeha afrîneriya femînîstî bi giştî heye. Bi taybetî nivîsandina jinan. Bi nêrîna gelek nivîskar û afrînerên jin ên ku red dikin berhemên xwe di bin navê afrîneriya jinan de dibînin ku afrîneriya baş heye û ya nebaş heye. Naxwazin bi awayekî cihêkar li afrîneriya wan bê mêzekirin di nava biryarên nirxandina giştî ya jinan de.

Hinek jî dibînin ku ew girîngiyek e ji ber rewşa jinan a ku nayê guhertin û her dem hatiye paşguhxistin rastî tundiyê tê derdibirîne. Taybetmendiya jinan a biyolojîk jî weke afrînerên jiyanê afrîneriya jinan cuda dike û hesasiyeteke wê ya zêde heye ji ber ku taybetmendiya jinan di herdu aliyên pêş de ku me diyar kir vedibêje. Bêyî ku cudahiyê bixe nava nivîsên jinan û yên mêran pîvan tenê berhemê baş in, çi mêr dibe çi jin dibe.

Ez weke nivîskarek di Yekitiya Nivîskarên Mexribê de têkoşiyam ji bo ku jin bigihîjin navendên biryardayînê. Ji bo hevserokatiya yekitiyê di kongreya 18’emîn de hatim hilbijartin dengên min bi dest xistin ji ya du nivîskarên xwe ji bo serokatiyê hilbijartibûn derbas kirin. Bi saya min kotaya jinan bi rêjeya ji %30 ji bo nivîskarên jin di ofîsa cihbicihkar de di zagona bingehîn a yekitiyê de hat pejirandin.

Nîvîsandin li ser doza jin bandora xwe dike’

Dûrî helwesta afrîneriya jinan ji vê têgehê, ez dibînim nivîsandina jinan heta asteke baş dozên jinan çareser kirine û bi ser ketine. Nivîskar Khanata Bannouna ya ku bi tundî red dike nivîsên wê di beşa jinan de bin, di hemû nivîsên wê de jin serkeftî ne û piraniya lehengên wê jin in.

Ez dixwazim destnîşan bikim ku nivîsandina jinan bi awayekî zêde li Mexribê bi pêş ketiye, ji dawiya salên 1960’î ve heta îro hejmara wan gelekî zêde bûye û pirtûkên wan di hemû beşên wêjeyî de zêde û balkêş bûne.

Ezê tenê lêkolîneke bîbliyografîk ku ji aliyê rexnegirekî Mexribî ve di warê çîroka jinan de bi Erebî hatiye nivîsandin û li ser pêşketina nivîskariya çîroka jinan li Mexribê heta sala 2011’an hatiye kirin binirxînim. Tê de hatiye gotin ku di salên hezarsala duyem de 81 kom çîrok hatine weşandin lê belê di hemû salên 1960-1970-1980-1990 bi hev re 31 komên çîrokên jinan derketine û sala herî berhemdar a 2006’an de bû 15 komçîrok bûn.

Yekem romana jin a Mexribê: Şahinşah Khounata

Li gorî bîlançoya sala 1967’an yekem komçîroka jinan li Mexribî bi navê “Bila bêdengî bikeve”  ya nivîskara jin Khanata Bannouna bû lê yekem komçîroka mêran bi navê “Çarenûsa Qederan” a nivîskar Mustafa Al- Gharabawî bû di sala 1938’an de, ev tê wateya ku jin piştî 30 salî tevli karên nivîsandinê bûne ji ber gelek sedeman ku di serî de ji ber dereng dest bi xwendinê kirine.

Yekem romana jinan li Mexribê bi navê “Şahinşah Khounata” bû di sala 1954’an de derket lê yekem koma helbestên jinan di sala 1975’an de derket ew jî gelekî pêşketîtir bû yekem deqa şanogeriya jinan e ku di sala 2005’an de derket bi dîroka derketina yekem koma çîrokan li Cezayîrê ew jî “Resîfê Xewkirî” ku ji aliyê Zouhour Wanissi ve hatibû nivîsandin. Li Tûnisê yekem komçîrok bi navê “Me jiyanê xwest” a, Najia Tamer bû. Di sala 1956’an de derket û li Lîbyayê jî komçîroka “Çîrokên Neteweyî” ya Zaima Al-Baroni bû di sala 1958’an de derket. Bi kurtî, nivîsariya jinan bi giştî pêşketinek balkêş pêk aniye, piraniya nivîskarên jin mijarên jinan dinivîsînin û êşên jinan derdibirînin berhemên wan jî zêde bûne.

*Wêje wekî tê zanîn ji bo balkişandina ser pirsgirêkên civakî û jinan in lê çima di wêjeya giştî de em vê yekê nabînin?

Rast e helbest û wêje û hemû cureyên afrîneriyê yên din weke şano, sînema, hunerên ciwan û muzîkê zêdetir xwedî rolên girîng in, êşên jinan derbirînin, piraniya nivîskar û afrînerên jin bi giştî li ser êşên jinan dinivîsînin û hin nivîskarên mêr jî li ser jinan nivîsandine.

Nivîsandin û afrînerî xwedî taybetmendiyek cuda ne ku ya yekem karekî takekesî ye û ya duyem hewl dide guhertinan pêk bîne, rewşa heyî teqez bike. Lê nivîskar ne xwedî biryarên siyasî ne, dikarin tenê hişmendiyê biguherînin. Civaka Mexribê di asta nirxandinan de gelekî paşketî ye li gor salên 1980’yî ku du alî di nava civakê de hebûn, yek pêşketî bû hewldana guhertinê dikirin û ya duyem parêzer bû hewl dida ber bi paş ve vegerin mafên jinan û kêm pêkhateyan nedidîtin di encama mayîna partiyên Îslamî bi navê “Dadwerî û Pêşveçûn” hebû. Wê demê ev partî desthilat bû û fikrên xwe nava civaka sivîl û hemû civakê de belav dikirin, bi taybetî li taxên kenarên bajaran. Wisa civak di salên 1960-1970-1980-1990’an de vekirî bû. Piraniya civakê mafên jinan û wekheviya di navbera herdu zayendan de weke nirxê pêşketina civakê bawer nake lê civaka sivîl û tevgera jinan kar kirin û xwestin zagona rewşa kesane bê guhertin ji ber ku di warê mafên jinan de ne dadwer bûn.

*Pirsgirêk û nakokiyên jinan ji ber cudakariya di nava civakê de gelek bûn gelo ev nêrîna paşverû ya civakê bi kîjan rê û rêbazan tê redkirin?

Tevgera femînîst karekî xurt ji bo guhertina zagona malbatê dike, bi taybetî piştî lêkolînan îsbat kir ku di hinek cihan de kêmasî hene. Weke zewaca di temenê biçûk de li şûna ku bê kêmkirin niha duqat zêde bûye. Li gel guhertina zagonên din ên li ser mafên jinan. Hin rêxistinên navdewletî piştgiriya desteyên civaka sivîl ên piştgiriya jinan dikin nakin. Lê ez bawer dikim ku divê vîneke siyasî ji bo pêkanîna guhertinê hebe divê tevgera jinan hişmendiyên paşverû biguherîne ji ber ku guhertina zagonan hêsan e lê guhertina hişmendiyê ked û demek dirêj pêwîst dike. Destkeftiyên jinan piştî tevgera 20’ê Sibatê dest pê kirine di çarçoveya Bihara Ereban de di sala 2011’an de gef lê tê xwarin ku winda bibin ji ber ku vîneke siyasî ji bo guhertinê tune ye.

*Hûn weke wêjevan û helbestvan çawa pêwendiyan bi helbestvan û nivîskarên jin ên li herêmê re datînin, bi kîjan awayî nîşan didin ku mijara femînîst yek e nayê parçekirin?

Hevbendiya nivîskarên jin ên Mexribê di sala 2012’an de hat damezrandin, piştre ez li ser mijara têkiliyên bi nivîskarên jin ên din re xebitîm. Ev di ragihandina hevbendiyê ya xelata salane ya ji bo afrîneriya helbest, kurteçîrok, roman, şanoyê de bi navê “Xelata Nivîskara Jin a Mexribî” diyar dibe. Hevbendî hewl dide di pêşerojê de berfirehtir bibe ku li ser asta gelek dewletan be.

Ev hevbendî bi pêşengiya desteyên fermî yên dewletên Cezayîr, Tûnis, Mûrîtanya û Lîbyayê ket pratîkê, Yekitiya Nivîskarên Mexribê yên Jin hat ragihandin. Hevbendiyê di Adara borî de hevbendiya nivîskarên Afrîqayê damezrand ku li pirtûkxaneya niştimanî ya Ribat hat lidarxistin. 130 nivîskarên jin ji 40 dewletên Afrîqayê amade bûn. Bi serokatiya seroka hevbendiya nivîskarên jin ên Mexribî Badia al-Radî bû, hevbendiyê biryar da ku her roja 9’ê Adarê nivîskareke Mexribî xelat bikin ji ber pêşketina wan.

Kongreya damezrînerî ya hevbendiya nivîskarên jin ên Afrîqayê derfeteke baş peyda kir ji bo çanda afrînerî bi zimanê mê be li ser bingeha wekheviyê di hemû waran de û bibe pira navbera hemû çandên Afrîqayê û afrînerên jin di xizmeta azadiya fikir û afrîneriyê de bin.

*Jin li herêmên ku pevçûn û şer li wan hene zêdetir êş û zehmetiyan dikşînin. Çima bi riya wêjeyê ew êş û zehmetiyên ku dikşînin nayên belgekirin?

Wêje û nivîsarî karekî takekesî ye, li gorî daxwaz û nêrînên nivîskaran e, tu nikarî li ser nivîskarekî zorî bikî bibêjî li ser vê mijarekê binivîsîne. Lê min hin roman xwendine der barê êşên jinan di demên şeran de bû zordariya li ser wan weke jin çawa duqatî ye weke destdirêjî, koletî û kuştin. Weke romana “Jiyan bê min” a nivîskar Aisha Al-Basrî êşên jinan dema şerê Vîetnamê vedibêje û gelek romanên din weke vê hene. Min ne der barê jinên Êzidî û bûyerên têkildarî çeteyên terorîst de ne jî der barê jinên Sûriyeyê de tiştek nexwendine lê ez bawer dikim ku li wê derê di warê wêjeyê de li ser vê mijarê gelek tişt hatine nivîsandin, êşên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî nivîsandine.