Neviyên li Xabûrê ahengên kevnar bi Koma Atra vedijînin

Neviya komkujiyên Seyfo, Semel û Xabûrê, Talîta Kako bi Koma Atra ya folklorên Aşûrî reqs û ahengên dapîr û bapîran zindî dike û dibêje: "Li dijî hemû cureyên qirkirinên çandî, em ê çand û hunera Aşûriyan ji wendabûnê biparêzin."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Aşûrî û giştî Xirîstiyan zêdetirî du sedsal in ji ber kevnariya şaristaniyê ku Mezopotamyayê jê re şahidiyê dike, bi gelek cureyên êrîş û qirkirinan re rû bi rû ne. Lê ji komkujiyê xilas bûn, ji nava xweliyê rabûn jiyana nû afirandin û careke din di warê çandî, civakî, hunerî, dîrokî û zanistî de xwe kûr kirin û bûn parêzvanên dîroka xwe.

Aşûriyên ku li navçeya Til Temirê û 33 gundan hatibûn belavkirin, ji destpêka krîza Sûriyeyê û êrîşên DAIŞ'ê li ser herêmê pêk hatin beşek mezin koçî welatên derve bûn. Beşek jî roj bi roj ango kêlî bi kêlî di rûbirûbûna êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de, jiyana xwe bi berxwedanê dihûnînin.

Koma Atra ya folklorên Aşûrî di 1'ê Nîsana 2019'an de li Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Peyva 'Atra' jî wateya welat dide, di hundirê welatê ku lê hatin qetilkirin û revandin de xwestin careke din, bi reqs û ahengan jiyanê vegerînin bedewiya wê. Koma Atra ya flklorên Aşûrî di gelek festîval, mihrîcan û şahiyên neteweyî û sersalên aşûriyan de reng û cudabûna xwe derdixe holê ku bi reqsên xwe, bala her kesê dikşînin ser xwe û rastî eleqeyeke mezin tên.

Der barê avabûn, armanc, xwestek, zor û zehmetiyên wê de Endama Koma Atra ya folklorên Aşûrî Talîta Şemûn Kako ya 18 salî axivî.

Armanc parastin û zindîkirina çandê ye

Talîta Kako ya anî ziman ku armanca wan ya sereke ew e ku bi riya koma Atra folklora Aşûrî û çanda gelê xwe biparêzin û zindî bihêlin, wiha got: “Ya din em bikaribin bi reng, cil û bergên xwe yên gelêrî û neteweyî dakevin qadên hunerê, di festîval û mihrîcanan de her wiha di sersala Aşûriyan û cejna Newrozê de cih bigrin. Di vir de armanca me xwe dide der."

16 reqsên xwedî çîrok û dîrok

Talîta Kako bal kişand ser reqs û ahengên ku bêtir girîngiyê didin wê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi tevahî 16 reqsên folklora me ya Aşûrî hene lê em tenê girîngiyê didin 5 reqs û govendan a şêxanî, bêriyo, gubarê, ezînletema û dimdimê. Bêguman her reqsek çîrokek wê heye û çîroka wê jî bingeha xwe ji dîroka gelê me digre. Govenda ezînletema wateya îsrar û îradeya ber bi pêkanîna armanc û hedefên xwe ve ye ku keç rola piştgirvanên xortan ber bi hedefê ve dilîzin, dide. Li ser dikê jî du beş hene piştgir û parêzvan. Govenda şêxanî jî wiha ye ku bi hejandina milan dest, ling bi awayekî bi lez germahiyê dide bedena ku sermayê xwe lê girtibû."

Neviyan barê dapîran hilgirtin da ku ji nifşên nû re bibin rênîşan

Talîta Kako da zanîn ku ew wekî neviya dapîr û bapîrên di komkujiyan de canê xwe dan û bûn qurbanî xwedî erkeke dîrokî ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Em îro xwedî erk û barekî pir giran in, em berpirsên vejandina çand û hunera gelê xwe ne. Em dizanin, dapîr û bapîrên me di komkujiyên Seyfo, Semel û Xabûrê re derbas bûn lê ev nayê wê wateyê ku divê em jî li wir rawestin. Rawestîn mirin û windabûnê tîne, wekî nifşên nû yên vî gelî em xwedî wî erkî ne ku bi riya reqs û govendan hewl didin vê çandê ji windabûnê biparêzin. Em îro vê rolê dilîzin ku sibe ji nifşên nû re bibin rênîşan."

Talîta Kako got ku ew wekî aşûriyekê li vî welatî dijî, pêwîst e bi erkên xwe yên welatparêzî û neteweyî rabe û wiha pêde çû: "Ketina min a cîhana hunerê û gerandina govend û resqan, zehmetiyên wê hebûn lê ji ber dayik û bavê min di koman de bûn bi min re jî dibûn alîkar. Ne tenê ew, hevalên min ên li kêleka min ku her yekê piştgirî dida ya din em ji hev re bûn stûn û wiha me dest bi rêwîtiya di cîhana hunerê de kir. Derketina min a li ser dikê li pêşberî gel tecrubeyeke nû bû. Di nav hestên tirsê de hestên kêfxweşiyê, hilavêtina dil û heyecana wê ji bîra min naçe û ev hemû jî ji min re bûn hêman ez wekî jineke Aşûrî bi heybet bireqisim û govendê bigerînim."

'Li dijî êrîşên qirkirina çandî parastin pêwîstiyeke demdildest e'

Talîta Kako bal kişand li ser parastina çandê û bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Êrîşên ku li ser gundên me yên Aşûrî pêk hatin, di esas de êrîşeke qirker li dijî çand û şaristaniya Aşûriyan û giştî gelê herêmê Kurd û Ereban bû. Ji lewre ji erkê me ye, em ên ku li vir mane û li ber xwe didin divê em çanda xwe bi çi awayî dibe bila bibe, biparêzin. Bi taybetî em ji Aşûriyên koçî derveyî welat bûne hêvî dikin ku vegerin, da ku careke din em bi hev re welat şîn bikin. Ev wê bihêle ku em bikaribin li ser vê axê berdewam bikin."