Navenda geştiyarî ya Rojhilata Navîn: Gola El-Kolî

Li Îranê park û gola El- Kolî ku li qadeke herî mezin a şîn de cih digre, li Rojhilata Navîn yek ji cihên geştiyarî yên herî bi nav û deng e.

Tebrîz- Li Îranê li bajarê Tebrîzê park û gola El- Kolî li ser erdek nêzî 540 hektar hatiye avakirin, yek ji cihên herî xweşik û cihê herî şîn ê welat e. Park û gola El- Kolî li Başûr Rojhilatê Tebrîzê, ji navenda bajar nêzî 7 kilometre dûr e. Cara yekem di dema Akkoyunluyan de hatiye avakirin, piştre di dema Sefewiyan de hatiye berfirehkirin.

Kûrahiya golê di bawenderiyê de 12 metre ye, li derdora wê cihên weke restoran, kafe û lîstokên zarokan hene. Beriya hatina Sefewiyan El- Kolî ji bo avdana baxçeyên li Rojhilatê Tebrîzê çavkaniya avê ya herî mezin bû. Di dema Kaçar de derdora golê hat berfirehkirin. Di dema Pehlewî de ev cih dewrî şaredariya Tebrîzê hat kirin û wek cihê herî geştiyarî yê bi nav û deng tê nasîn.