‘Nameyên ji Şengalê’ tevlî mîhrîcana Amsterdam dibe

Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ ku ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve di sala 2019’an ve hatibû çêkirin, 14’ê Gulanê ango sibê dê tevlî Mîhrîcana Filmên Kurdî ya Amsterdamê bibe.

Navenda Nûçeyan- Filma bi navê ‘Nameyên ji Şengalê’ ku ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û derhêneriya wê ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin, dê 14’ê Gulanê tevlî Mîhrîcana Filmên Kurdî ya paytexta Hollanda Amsterdamê bibe.

Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ di beşa pêşbirkê de ya Mîhrîcana filmên Kurdî ya Amsterdamê de hate hilbijartin ku dê tevlî mîhrîcanê bibe.

Amadekariya Filîmê di sala 2019’an de destpêkiriye û di dîroka rizgarkirina Şengalê ango di 13’ê Mijdara 2022’an li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandan. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ fikir, drama û belgefîlîm di hundirê xwe de dihewîne. Di heman demê de êş û azarên ku di Şengalê de hatiye jiyîn, rizgarvanên gelê Şengalê, şervanên azadiyê û dayikên ku hêviya serkeftinê di dilê xwe de dihewîne di filîmê de derket pêşberî temaşevanan. Di rola heyî de şervanên azadiyê bi ruhê serkeftinê tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê dibin û bi rizgarkirina Şengalê re hêviya gelê Êzîdî car din nûjen dikin. Film ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek xûya dike.

Film qala êrişên DAIŞ’ê û rizgarkirina Şengalê dike

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî bajar û gundewarên Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran gelê Şengalê hatin qetilkirin, piraniya jinên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û gelê ku karibû xwe li çiyayan girtin. Di van êrîşan de gelê Şengalê ji vê qirkirinê mîna Fermana 74’an pênase dikin. Qaşo hêzên PDK’ê bi salan li Şengalê di bin navê ewlehiya gelê Şengalê de berpirsiyar bûn ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hemû baz dan û gelê qedîm bi serê xwe hiştin, lê 12 sûwariyên şervanên gelê azadîxwaz da ku gelê Şengalê ji qirkirin û fermanê xilas bike berê xwe dan axa pîroz û bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re gelê Şengalê karibû tama rizgarkirinê di 13’ê Mijdara 2015’an de bijîn.