Nadia Aksous: Divê têkoşîna jinan bênavber bidome

Nivîskar û rojnamegera Cezayîrî Nadia Aksous destnîşan kir ku nivîsandin û têkoşîn du aliyên heman tiştî ne û got ku divê têkoşîna jinan bênavber bidome.

NECWA RAHIM
Cezayîr - Nivîskar Nadia Aksous di romana xwe ya dawîn, "Siya Guman" de, serdestiya baviksalar a siyasî li Cezayîrê ji demên kevnar ve nirxand bi riya vegera xwe ji serdemek dîrokî ya kevnar a Cezayîrê ku li herêma Kabylie jiyabû. Wê ronî bir ser serdestiya mêr a li ser jinan. Ew dibîne ku jin di wê serdemê de di bin desthilatdariya baviksalarî de hatine girtin.
Her wiha bal kişand ku jin beşeke bingehîn a dîroka welat e û roleke xwe ya sereke di nasnameya neteweyî, vegerandina serweriyê û têkoşîna salên dirêj ji bo guhertin û bidestxistina serxwebûnê de heye.
Der barê romana "Siya Guman" de, nivîskara Cezayîrî dibêje: "Em dikarin texmîn bikin ku “Siya gumanê”, romanek xeyalî û mecazî ye, me vedigerîne Cezayîrê û îradeya gelê wê ji bo dabeşkirina dîroka xwe, xwe ji giraniya kevnewarî, efsane û rist û mijarên sereke yên rizgariya welat û beşdariya jinan di têkoşînê de rizgar bikin. "Siya Gumanê" dikare wekî metafora Cezayîrê ji bo rabirdûya wê ya bi rûmet û zêde pîroz û vebûna wê ji serdemeke nû re ji bo ku ev roman şad be û ne reşbîn be were fêmkirin. Ji ber vê yekê çîrok bi dînamîzmek ber bi jor ve bi vebûna ku di dawiya romanê de tê pêşniyarkirin ku nûbûn û hêviyê tîne tê nivîsandin.”
“Ne şerm e ku tu xwe wekî femînîst bidî nasîn”
Nivîskar Nadia Aksous xwest ku bi aliyekî ku ew pir girîng dibîne, rewşa jinan a hiqûqî û civakî ronî bike, ji ber ku gelek ferdên ji neteweyên cihê, jin jî di nav de, femînîzmê wekî "kevin" dihesibînin. Lê femînîzm ango têkoşîna jin û mêr ji bo bidestxistina wekheviya zayendî di rojevê de ye. Ne şerm e ku tu xwe wek femînîst bidî naskirin. Li Cezayîrê, tevî guhertinên di Qanûna Malbatê de ku belgeyeke civakî û zagonî ye ku koka xwe ji çanda adetî û hiqûqa îslamî digre, jin di pozîsyona hindikahiyek çewisandinê de girtî dimînin. Hiqûq wê ji her kesayetiya xwe dûr dixe û neçar dike ku nasnameya kirdeyê (keç, jin) wek stigma li xwe bike. Jin jî wek mêran ne xwediyên heman mafan in, ji ber ku ew di bin desthilatdariya mêrên malbatê de ne ku tevî guhertinên civakê jî xwediyên hêza malbatê ne.
Nivîskar der barê rola jin û mêr de jî diyar kir ku hiqûqa malbatê hê jî mêr wekî "serokê malbatê" dihesibîne û jinan wisa nabîne. Zêdebarî ku mîras ne wekhev e, mêr dikarin bi 4 jinan re bizewicin û hevberdana yekalî hîn jî derbasdar e.
Nivîskar Nadia Aksous di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî encamên pratîk ên femînîstên li qadan bi dest xistine divê têkoşîna jinan bênavber bidome.