Newroz Silêman bi gotina stranan çanda xwe ji pişaftinê diparêze

Stranbêj Newroz Silêman a ji herêma Efrînê bi rêya stranan xwedî li çanda xwe derdikeve û ji qirkirinê diparêze wiha got: "Her stranek gelê Kurd efsaneyeke, lewma ji me tê xwestin ku em efsaneyên xwe biparêzin û weke jinek Kurd min ev bar hilgirt ser milê xwe."

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Dengbêjî bi lorandinê heya roja me ya îro hatiye, dayîkan bi lorîkan zarokên xwe bixewre dikirin, ev lorîk di guhê wan de bû dengên despêkê û pêre jî bû bingeha dengbêjiya kurd. Ji hezarên salan ve û di bin şert û mercên dijwar de dayîkan hewl didan çanda xwe ji pişaftin û tunekirinê biparêzin, zarokên kurdan jî şopdarê dayîkên xwe ne û xwedî li çanda xwe derdikevin. Stranbêj Newroz Silêman ku ji herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye bi rêya gotina stranan çanda dayikên xwe diparêze. Ew di jiyana xwe ya hunerî de rastî gelek astengiyên civakî hatiye lê asteng nebûn bend li hember meraqên wê û rêya çandê domand, di der barê jiyana xwe ya hunerî de ji me re axivî. 
 "Dayika min ji min re piştevaniya yekem û sereke bû"
Newroz Silêman behsa destpêka jiyana xwe ya hunerî kir û wiha got: “Min ji destpêka jiyana xwe de ji kar û xebatên hunerî hez dikir, xeyalên min hebûn ku rojekê bibim hunermen û li ser şopê hunermendên jinên kurd bimeşim. Min ji 11 saliya xwe ve cih di nav xebatên hunerê de girt. Bi dizî û di bin şert û mercên dijwar ên rejîma Baas de me hewl dida çanda xwe biparêzin. Despêkê min di guvendê de cih girt lê her ez ji aliyê vegotina stranan ve dihatim kişandin, ji ber vê yekê ez tevlî komên dengbêjiyê bûm. Ez bi dengbêj Ş.Mizgîn pir bandor bûm. Malbata min piştgiriya min dikirin da ku ez xeyalên xwe pêk bînim û dayika min piştevaniya yekem û sereke bû, vê yekê hişt ku ez zêdetir bi stranbêjiyê ve bêm girêdan. Yekem strana ku min ser dikê vegot bi navê "Berve jor ve hat Başûr" ew jî li Lubnanê bû."
"Tiştek nikare li pêşiya mirovên xwedî armanc bibe asteng"
Newroz Silêman diyar kir ku ew di jiyana xwe de rastî gelek astengî û zehmetiyan hat lê teslîmî wan astengiya nebû û wiha got: "Em di civakek paşverû de mezin bûne, mirov bixwaze nexwaze wê rastî gelek astengiyan bê, bi taybet jin di bin navê şerm û adetan de gelek meraq û xeyalên wan dihatin fetisandin. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim lê min dev ji hunerê berneda. Her stranek û çîrokeke gelê Kurd efsaneyeke lewma ji me tê xwestin ku em efsaneyên xwe biparêzin. Weke jinek Kurd min ev bar hilgirt ser milê xwe û hewil da çanda xwe ji pişaftinê biparêzim. Di jiyanê de ger mirov xwedî armanc be dê hemû bendan derbas bike û armancên xwe pêk bîne.”
"Bi rêya stranan me berxwedana serdemê ji cîhanê re ragihand"
Newroz Silêman destnîşan kir ku şoreşa Rojava jê re bû pirek ku bi rêya wê bighêje xeyal û hêviyên xwe û wiha pê de çû : "Tevî ku piştî zewaca xwe jî ez rastî astengiyan ji aliyê civakê ve hatim lê min zarokên xwe li ser çanda Kurdî mezinkirin. Çand neyînka civakê ye bi rêya wê civak tê nasîn. Di dema şerê Efrînê de her roj em li kolanan û di nav çalakiyan de bûn bi armanca parastina çanda xwe ji êrîşkeran. Di wê demê de gelek stran û kilîp hatin amadekirin ew jî li gor berxwedana gel û şervanan bû. Bi rêya stranên xwe me piştevanî ji şervanan re radighand, di heman demê de me berxwedana serdemê ji cîhanê re parve dikir. Me kilîpek bi navê “Lêxin” di nav şer de çêkir. Weke girop me bi hevre stran û kilîp amade dikirin.”
"Strana lorî "
Newroz Silêman tekez kir ku piştî koçberbûna wan ji Efrînê dîsa wek stranbêj hewil da çanda xwe biparêze û wiha dawî li gotin xwe anî: “Piştî ku em koçber ji Efrînê koçber bûn û hatin Şehbayê, me nexwest armancên dagirkeran pêk were û çanda me bê pişavtin ji ber vê yekê em careke din wek stranbêjên Efrînê li hev kom bûn û me hewil da çanda xwe biparêzin. Me ji tunebûn, hebûn li Şehbayê ava kir û bi derfetên pir kêm kar û xebat dan meşandin. Em kurd hene û em ê li her derê û herdemê hebin. Me xwest bi rêya tabloyek ji stranan êş û azarên gelê Efrînê parve bikin û ew tablo jî di milê berxwedan û tekoşînê de gelek bandor li gel kir. Li seranserî Şehbayê ew tablo hate pêşandan. Min strana bi navê “Lorî” çêkir, ev stran aramiya li Efrîn ku dihat jiyîn û piştî dagirkeiryê lorîkên dayîkan vedivêje. Stran ji lorîkên dayîkan destpê dike. Her wiha min kilîpek bi navê “Bilbil” çêkir. Min hunera gelê xwe bi keça xwe jî da fêr kirin û niha ew jî di nav xebatên çandê de cih digire."