Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezaya Jinê

Sibê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinan a ji aliyê Şanoya Mencel ve tê organîzekirin, li Wanê dest pê dike û wê sê rojan bidome.

 
Wan – Sibê li baxçeyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bi pêşandana wêneyan Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinan ku ji aliyê Şanoya Mencel ve tê organîzekirin û dê 3 rojan bidome dest pê dike. Bi şev jî, Jin MA yê dê Nuray Balik li Salona Civînê ya Baroya Wanê konser bide. 
"Strana Dayika Min"
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî, wê saet 11.00’an bi "Dîwana Amûran" li ser travertînên Elbakê dest bi bernameyê bê kirin. Bername, wê li Rêxistana HDP’ê ya Bajêr bi pêşandana "Dîwana Dengbêj" û "Strana Dayika Min" bi dawî bibe.
Di roja dawî ya mîhrîcanê de jî, wê li Otela Urartû, saet 13.00’an atolyeya Drama bê lidarxistin. Mîhrîcan, dê saet 19.00’ê şevê bi konsera Koma Aryen bi dawî bibe.