Mihricana 8’emîn a zarokan li Hesekê hat lidarxistin

Bi armanca zindîkirina çanda civakê û xwedîderketina li pêşeroja civakê Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê mihrîcana 8 emîn a zarokan li Hola Serdem li dar xist.

Hesekê – Bi dirûşma "Zarok hêviya jiyanê ne bi zarokan jiyan xweş dibe" Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê mihrîcana 8'emîn a zarokan li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya Bajarê Hesekê li dar xist. Hola mihrîcanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin hatibû xemilandin. Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên Kantona Hesekê beşdarî mihrîcanê bûn. Festivalê 2 rojan berdewam kir.

‘Em soz didin zarokên xwe dê xebat û têkoşîna me bidome’

Festîvalê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Rêvberiya Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê Yasmîn Osman mihrîcanê pîroz kir û wiha got: “Ev mihrîcan gelek bi wate û nirx e ku zarokên pêşerojê bi çanda xwe ve girêdayî ne û xwedî lê derdikevin. Ev bi xwe peyameke ji dijminê ku dixwaze çand û hebûna Kurdan qir bike. Em soz didin zarokên xwe dê xebat û têkoşîna me bidomin heta em jiyana azad ji wan re biafirînin. Azadî di zarokatiyê de dest pê dike, ji ber wê em giranî didin zarokan ku zaroktiya xwe bi azadî bijîn."

Mihrîcan piştre bi pêşkêşkirina komên hunerî domiya 10 komên stran, guvendê û şanoyê ji Til Temir, Hesekê, Dirêbêsiyê, Suryanên ji Serêkaniyê derketin ser dikê, tê de folklor, çand û hebûna xwe nîşan dan.

Mihrîcan bi belavkirina xelatan ji bo 10 komên stran, dîlan û şanoyê bi dawî bû.