Mihrican bi şanoya ‘Berf jî diêşe’ didome

Mîhrîcana Yekta Herekol a Şanoyê di roja xwe ya çaran de didome. Şanoya duh ji aliyê Koma Teatra Sarya Baran a Hîlala Zêrîn ve hat pêşandan.

Qamişlo – Di mîhrîcana şanoyê ya Yekta Herekol de lîstikên cur be cur ên şanoyê tên pêşandan. Di 27’ê Adarê de şanoya Yekta Herekol bi pêşengiya Tev-Çand, Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve ji bo bîranîna şanogerê Kurd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) dest pê kir. Di sala xwe ya 6’emîn de jî bi dirûşma “Şano derbirîna mozaîka gelan e”  li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

Di mîhrîcanê de dê 11 listîkên şanoyê bên pêşandan. Di roja xwe ya çaremîn de şanoya bi navê ‘Berf jî diêşe’ ji aliyê Koma Teatra Sarya Baran a Tevgera Hîlala Zêrîn ve ku derhêneriya wê Sarya Golan dike, hat pêşandan ku şano qala berxwedana li hemberî dagirkeran a li her aliyên Kurdistanê dike. Behsa bi hezaran Kurdên ku ji aliyê dewletên dagirker ve hatine dîlgirtin û di zindanan de rastî hovîtî û îşkenceyan hatine tê kirin. Her wiha di wan şert û mercan de berxwedana Kurdan didome û çi dibe bila bibe serî natewînin, xwedî li nasnameya xwe derdikevin.

Têkildarî şanoya ku hatiye pêşandan Derhêner Sarya Golan nêrîna xwe der barê şanoya bi navê ‘Berf jî diêşe’ de anî ziman.

‘Şano berxwedana zindanan raber dike’

Sarya Golan wiha behsa naveroka şanoya ‘Berf jî diêşe’ kir: “Naveroka şanoya me berxwedana zindanan a li her aliyên Kurdistanê raber dike. Her wiha kesên ku bi îşkence û êrîşên mezin hatine qetilkirin, çîroka wan berxwedêran vedibêje. Çîroka Nûdem Dûran, Zeyneb Celaliyan, Şadiye Manap, Garîbe Gezer raber dike. Hêviya me ew bû ku em bi riya şanoyê re bibin deng, reng û qêrîna wan. Me xwest dengê wan bigihîjînin hemû aliyên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Mîhrîcana Yekta Herekol a 6’an e û bi coşek mezin berdewam dike. Hêviya me ew e ku şanoya Kurdî bi riya mîhrîcanên wiha mezin bibe û di asta profesyonelî de bimeşe. Her wiha armanca me ew e ku hemû aliyên Kurdistanê şanogerên heyî bên gel hev û bi riya hunerê welatê xwe ji perçeyan xilas bikin, bikin yek.”