Jin bi şevbihêrkeke hûnerî hatin cem hev

Bi armanca xwedîderketina li çanda kevnar ku jin xwedawenda wê ye, Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Til Temirê şevbihrêka hûnerî di nav alavên kevnar û xwezayê de lidar xistin.

Til Temir – Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Til Temir yê Kanotna Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Til Cedaya di nav alav û amûrên kevnar de, şevbihêrkeke hûnerî lidar xistin.

Dayikên temen mezin yên ku di jiyana xwe de gelek êş û kêfxweşî, têkoşîn û berxwedan meşandine, çanda civakî, çîrokên xwe bi devkî parastine amade bûn. Her wiha li kêleka wê jî jinên ciwan jî cihê xwe di şevbihêrkê de girtin. Wekî ku şevbihêrik dibe pira di navbera duh û îroj di navbera dîrok û pêşerojê de.

Dayikên ku amade bûn li ser serpêhatiyên jiyana xwe û têkoşîna ku li hember kevneşopiyên civakê û malbatê kirine, gotin. Paşê jî dayikan stran gotin.