Merve Dîzdar xelata baştirîn lîstokvaniya jin a Festîvala Filman a Cannesê girt

Merve Dîzdar a di 76’emîn festîfala Filman a Cannesê de ku xelata lîtokvana herî baş a jinê girt, wiha got: “Ez vê xelatê diyarî hemû xuşkên xwe yên ku dest jî hêviyê bernedan û hemû ruhên berxwedêr ku li Tirkiye li benda ew rojên xweş in, dikim.”

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Cannes ya Başûrê Franse, îsal 76’emîn festîvala filman a Cannesê hat li darxistin de xelatan xwediyê xwe dîtin. Di merasîma xelatdayînê de, xelata lîstokvana herî baş a jinê Merve Dîzdar bi performansa xwe ya di filmê ‘Li ser giyayê hişk’ ku bi imzaya Nurî Bilge Ceylan ji Tirkiye girt û rastî eleqeyekê hat. 

‘Ev xelata min ji bo hemû xuşk û rihên berxwedêr e’

Merve Dîzdar di axaftina ku di merasîma xelatan de kir bal kişand li ser karektera Nuray ya di filmê de û destnîşan kir ku ji bo wê karekterê nas bike hewce nekir ku gelek bixebite û sedemê wê jî wiha anî ziman: “Di ernîgariya ku ez têde jiyan dikim, jinbûn, Nuray û hestên Nurayan ji roja ku ji dayîk bûme, jiber dizanîm.”

Merve Dîzdar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez vê xelatî diyarî Nuray û hêzdayîna têkoşîna jinên ku weke wê, kesên ku serê xwe ne tewandî çalakî dikin, di vê oxirê de hemû tişt girtî berçavan û çi dibe bila bibe xuşkên min ên ku dest ji hêvîkirinê bernedayîn û li bendêne ku li Tirkiye rojên xweş ên ku heq kirî bibinin û hemû rihên berxwedêr dikim.”  

 Di filmê ku Merve Dizdar karektera Nuray girtî û kişana wê 2 salan berdewam kir, li gundek rex ê Tirkiye mamostayê wêne Samet (Denîz Caliloglu) xizmeta xwe ya neçarî temamkirî hêvî dikir û wê veqete û rastî Nuray (Merve Dîzdar) tê, digre dest.

Di merasîmê de xelatên hatî dayîn wiha ye:

Xelata Mezin ya Jurî

The Zone of Interest / derhêner: Jonathan Glazer

Derhênerê herî baş

Trần Anh Hùng / The Pot-au-Feu (La Passion de Dodin Bouffant)

Xelata jurî

Fallen Leaves (Derhêner: Aki Kaurismaki)

Senaryoya herî baş

Sakomoto / Monster (Derhêner: Kore-Eda Hirokazu)

Lîstokvana herî baş a jin

Merve Dizdar (Li se rgiyaê hişk/Derhêner: Nuri Bilge Ceylan)

Lîstokvanê herî baş ê mêr

Kōji Yakusho (Perfect Days/ Derhêner: Wim Wenders)

Filmê herî baş

Inside the Yellow Cocoon Shell (Derhêner: Thien An Pham)