Meclisa Jin a PYD’ê: Li heremên dagirkirî jin û zarok di xeteriyê de ne

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê destdirêjiya li ser zarok û jinan di herêmên dagirkirî de tê kirin daxuyanî dan û got: “Di herêmên dagirkirî de hebûna van çeteyan ji bo zarok û mirovahî xeterî ye.”

Qamişlo-Çeteyên girêdayî dewleta Tirk  li Efrînê kiryarên xwe li hember gel berdevam dike. Taybet zarok û jinên k udi bin xeteriya çeteyan de jiyan dikin bi bûyerên destdirêjiyê re rûbûrû dimînin.Têkildarî  mijarê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destdirêjiya li ser zarok û jinan di herêmên dagirkirî de tê kirin daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda PYD a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhiltê Sûriye ji aliyê Endama Meclisa Jin a PYD Dîdem Elî ve hate xwendin.

 ‘Dewleta Tirk û çeteyên wî erîşî jinan dike’

Daxuyanî wiha ye;

“Hişmendiya  baviksalarî yên ku dijminên jinê ne hemû cureyên tundiyê li ser jinan didin meşandin û dîrok jî şahide vê yekê ye. Di her gava ku jin biserketiye û dikaribû maf û azadiya xwe vegerîne hêzên serwer li pêşiya wê derketine. Di şoreşa jin de, şoreşa azadî û demokrasiyê jinan destkeftiyên mezin anîne roja me ya îro, her wiha di hemû qadên jiyan, siyaset û leşkerî de hebûn û nasnameya xwe mayinde kir. Dijminên jinan nexwestin jin bi destkeftiyên şoreşa xwe şad bibin ji bo wê di van rewşên şer û êrîşan de jin mecbûrî rewşên koçberiyê kirin û wê bi qirkirinê re rû bi rû hîştin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di wê baweriyê de ye ku têkbirina şoreşê girêdayî têkbirina jin e ji bo wê herî zêde êrîşên xwe dibin li ser jinan.

Di herêmên dagirkirî de îro sûcên mirovî derheqê jin û zarokan de têne kirin û mirovahî jêre bê deng e. Çeteyên girêdayî dewleta tirk herî dawî destdirêjî du zarokan li bajarê Efrîna dagirkirî pêk anîn. Em weke Meclisa Jin a PYD van sûcên hovana şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku rêxistinên mafê mirovan cidî li ser erka xwe bisekinin. Di herêmên dagirkirî de hebûna van çeteyan ji bo zarok û mirovahî yê xeter e.”

‘Hemû dewletên ku ji van bûyeran re xwe bê deng dikin jêre şirîk in’

Berdevka Meclisa Jin a PYD Zehra Semewî li ser bûyerên ku di herêmên dagirkirî de diqewimin nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Rojane dewleta Tirk bûyerên dijmiroviyê di herêmên dagirkirî de bi riya çeteyên xwe pêk tîne û cîhan jêre bê deng e.  Hemû dewletên ku ji van bûyeran re xwe bê deng dikin jêre şirîk in. Em ê her tim di hewildana de bin ku van jinan di herêmên dagirkirî de rizgar bikin û dengê wan bighînin hemû cîhanê.”

Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şerîfa Hesen helwestên xwe li dijî bûyerên der heqê zarok û jinan de anî ziman û wiha got: “Êrîşên ku dewleta tirk der heqê jin û zarokan dike tu maf û qanûn wê qebûlnakin. Merheleya niha em têre derbas dibin pir hesas e, dewleta tirk dixwaze di şexsê jin de bi mijarên fihûşê jinan reş bike û tune bike. Rêxistinên ku mafê zarokan diparêzin ma van bûyeran nabînin, ev jî cihê şermezariyê ye û pêwîste bi rengekî lezgîn li ser wê bê sekinan din.”