Malbata Şenyaşar: Bila êdî ev zilm bidawî bibe

Malbata Şenyaşar di roja 679’emîn ya nobeta edaletê de bi van gotinan banga tevlîbûna yekemîn danişîna dosyaya nexweşxanê kir: “Dayik ji darezê edalet dixwaze. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 679’ an de didome.

Malbata Şenyaşar, ji ber ji bajara Stenbolê ku ji bo di bernameyek televîzyonê de bêedelatiya dijîn vedibêjin çûbûn nezivirin, îro nehatin ber Edlyeya Rihayê. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal têkildarî ev parvekirin kir: “Xweşî û hêza dewletan bi edaletê tê pîvan. Rengê hêsirên çavê dayikan nîne. Dayik ji darazê edaletê dixwaze. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”

Doza nexweşxaneyê dê sibê dest pê bike

Ji aliyê din yekemîn danişîma doza ku der barê dosyaya "Nexweşxaneyê" ya qetlîamê de hatibû destpêkirin dê sibê (17ê Çile) li Meletiye bê dîtin. Di doza ku der barê 19 bersûcên de ji sûcên qetilkitina Hacî Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar qetil kirin û ji ber birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar cezayê girtîgehê tê xwestin, tê payîn ku doz bi dosyaya "Cihê kar" re bê yek kirin. Malbatê ji bo danişîna 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin banga tevlîbûnê kir.