Li Xezayê fîlma li ser mîrateya dîrokî ya Filistînê hat pêşandan

Di çarçoveya encamên ku ciwanan demek dirêj li qadên arkeolojîk dixebitin bi dest xistin û çîrokên ji jinan hatin girtin de, fîlma dîroka Filistînê hat kişandin. Eleqeya ji fîlma ku duh li Navenda Çandê ya Holstê hat pêşandan zêde bû.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Duh ji aliyê Weqfa Tamerê ve li Navenda Çandê ya Holstê ya Xezayê pêşandana fîlm hat pêkanîn. Di çalakiyê de pêşandana çend kurtefîlm ku gelek qadên arkeolojîk ku nivîskarên cihêreng ên ji bajarên Filistînê dike yek vedihewîne û çîrokên ku ji bîranînên komek hatine vegotin hatine piştgirîkirin, hat kirin.

Ji aliyê ciwanan ve eleqeyek mezin hat nîşandan

Koordînatora projeyê ya weqfê Bissan Nateel diyar kir ku pêşandana fîlmê di çarçoveya projeya "Nivîska Bîranîna Zindî ya Kevirê Filistînê” bi beşdariya hejmarek zêde ya xort û jinên ciwan de hat lidarxistin. Bissan Nateel diyar kir ku di çarçoveya projeyê de bi dehan qadên arkeolojîk ên cihên Filistînê yên ku sembolên dîrokî yan olî hildigre jî hatin ziyaretkirin.

‘Me serî li jinên ku dîrokê ezber kirine da'

Fatima Hassoûna ku yek jî beşdarên çêkirina her sê fîlman bû, got ku ev fîlm encama rêwîtiya çend mehan a xort û keçên ciwan ên ji bo vekolîna qadên arkeolojîk û nivîsên hatine nivîsandin de pêk hatiye. Fatima Hassouna diyar kir ku di nava zehmetiyên ku tîm rû bi rû maye de, hewldana lêgerîn kirina qadên arkeolojîk ên kes dizanê û peydakirina hin pirtûkên behsa dikin, ji bo wan bûye pirsgirêkek, wiha got: “Ji ber vê sedemê me serî li jinên ku dîrok ezber kirine da. Hin jin bi deqan dîroka vê serdemê li ser xwe neqş kiribûn."

Çîrokên dîrokî belge dikin

Mayar Nateel diyar kir projeya salek domiya, bi çîrokên dîroka Filistînê belge dikir re tijî ye û wiha axivî: "Em têgeha nivîskî ya ku pêvajoya veguhestina zanîn, kevneşopî û hatine ezmûnkirin temsîl dike, dizanin. Ji ber vê yekê ji bo tîm di navbera dema din û serdema heyî de têkiliyek ava bike vê deşîfre bike pêwîstiya vê bi çend lêkolînan heye. Bi qasî lêkolîneran jin jî girîng in. Dema koçî Abyanê kirin, kilîtên malên xwe yên ku bi xwe re hilgirtibûn, li stûyê û zendên xwe daliqandibûn. Hicab û cil û bergên aîdê bajarekî Filistînê yek ji dehan çîrokên ku alîkariya amadekirina fîlman kirine ye."

Keda ciwanan mezin e

Yek ji beşdaran Fîda Al-Hasanat jî diyar kir ku hunera xêzkirina li ser kevir ku yek ji hunerên kêm tê dîtin e, cureyeke hunere ya aîde xwe ye. Fîda Al-Hasanat got ku di çêkirina fîlmê de kedek mezin a ciwanan heye û ji ber vê rewşê kêfxweş in.